'Tendrustî xala herî girîng a jiyanê ye'

  • 09:18 8 Sibat 2019
  • Tenduristî/Werzîş
Şêrîn Zêrevan- Diyana Mihemed
 
QAMIŞLO - Nexweşxaneya Arî ya li Qamişloyê berî çar salan ji aliyê Weqfa Jina Azad hat avakirin. Xebatkara Nexweşxaneya Arî Besina Melek derbarê girîngî û xizmeta nexweşxaneyê de got:"Ji bo xizmeta tenduristiyê ya herî baş em hewl didin."
 
Nexweşxaneya Arî  4 sal berê li Taxa Aşuriyê ya Qamişloyê ji aliyê Weqfa Jina Azad hat avakirin.  Xebatkara Nexweşxaneya Arî Besina Melek derbarê girîngî û xizmeta nexweşxaneyê de diyar kir ku tenduristiya mirovan ji bo wan gelek girîng e û wiha got:"Tendrustî xala herî girîng a jiyanê ye. Divê em hemû kes ji bo tenduristiyek baş her di nava hewldanê de bin."
 
'Heta ji destên me tê em hewl didin ku xizmetek baş ji gel re bikin'
 
Besinayê wiha got:"Du hemşîre û bijîşk niha li Nexweşxaneya Arî dixebitin. Tevî derfetên kêm jî li nexweşan baş tê nihêrtin. Hem ji bo nexweşiya giştî hem jî ji bo ya jinê bijîşk hene. Ji saet 09.00'an heta saet 22.30'ê êvarî nexweşxane vekiriye. Her wiha ji bo beşa lezgîn nobet jî tê girtin. Herî zêde jin tên dermankirin. Ji ber ku zivistan e zarok jî gelek nexweş dikevin. Heta ji destên me tê em hewl didin ku xizmetek baş ji gel re bikin."
 
'Tendrustî xala herî girîng a jiyanê ye'
 
Besinayê herî dawî wiha got:"Ji bo xizmeta tenduristiyê ya herî baş em hewl didin. Tendrustî xala herî girîng a jiyanê ye. Divê em hemû kes ji bo tenduristiyek baş her di nava hewldanê de bin. Em hêvî dikin ku her dem tenduristiya gel baş be û nexweş nekevin. Ji bo dermankirinê û xizmetê em her dem amade ne."