'Tenduristî bingeha jiyanê ye'

  • 09:04 6 Sibat 2019
  • Tenduristî/Werzîş
Şêrîn Zêrevan
 
QAMIŞLO - Xebatkarên li 1'emîn Nexweşxaneya Dil û Çav a Qamişloyê dixebitin anîn ziman ku ji bo mirov xwe baş hês bikin tenduristî gelek girîng e û wiha gotin:"Tenduristî bingeha jiyanê ye. Loma divê di qada tenduristiyê de xebat û hewlan her dem hebin."
 
1'emîn Nexweşxaneya Di û Çav a Qamişloyê di 21'ê Çileyê de hat vekirin. Xebatkarên ku niha li   nexweşxaneyê dixebitin da zanîn ku ew ji bo tenduristiya mirovan baş bibe çi ji destên wan tên dikin û wiha gotin:"Ji bo civakek derûniya wan baş be û aram be divê di destpêkê de tenduristiya mirovan baş be. Loma tenduristî qadek girîng e. Em hewl didin ku ji bo vê qadê xizmetek baş bidin."
 
'Tenduristî ji bo jiyana mirovan xalek girîng e'
 
Pispora Lokal a Anesteziyê Lorîn Remo wiha got:"Ev du sal in ku me amadekariya ji bo nexweşxaneya dil û çavan dikir. Dema ku me nexweşxane vekir gel jî gelekî kêfxweş bûn. Ev yek ji bo gel gelek baş bû. Em jî dibêjin ku em ê heta dawiyê ji bo gel xizmetek baş bikin. Ev der ji bo wan hatiye vekirin. Tenduristî ji bo jiyana mirovan xalek girîng e. Loma divê em hemû kes girîngî û taybetmendiyê bidin tenduristiyê û ji bo tenduristiyek baş em her dem di nava hewldanê de bin."
 
'Tenduristî bingeha jiyanê ye'
 
Hemşîreya Nexweşxaneya Dil û Çav Buşra Hisên a ku berê li Efrînê li Nexweşxaneya Avrînê dixebitî, bal kişand ser girîngiya tenduristiyê û wiha got:"Lebatên bedenên mirovan hemû gelek girîng in. Dema ku yek peywira xwe bi cih nîne ev dibe sedema bidawîbûna temenê mirovan. Çav û dil jî gelek hessas in. Divê mirov baş li lebatên laşê xwe binêrin. Em li vir gelekî girîngiyê didin paqijiyê jî. Çimkî paqijî ji bo tenduristiya mirovan gelek girîng e. Ji bo mikrob bişkên paqijî pêwist e. Dema ku emeliyat tên kirin divê ew der paqij be. Ji bo be ya girîng tenduristiya baş a mirovan e. Tenduristî bingeha jiyanê ye. Loma divê di qada tenduristiyê de xebat û hewlan her dem hebin. Ji bo civakek derûniya wan baş be û aram be divê di destpêkê de tenduristiya mirovan baş be. Loma tenduristî qadek girîng e. Em hewl didin ku ji bo vê qadê xizmetek baş bidin."