Der barê zaroka destdirêjî lê hat kirin şopandina edlî nehat kirin

  • 21:11 13 Îlon 2024
  • Rojane
Rozerin Gultekin
 
TEKÎRDAG - Der barê zarokan du salî ya destdirêjî û tundî lê hatibû kirin di dîroka ewil ya biribûn nexweşaneyê qeyda edlî hatiye vekirin lê heta cara din birin nexweşxaneyê tu kirarî nehatiye kirin.
 
Li Tekîrdagê di rojên borî de  zaroka du salî bi îdiaya ku destdirêjî û tundî lê hatiye kirin rakiribûn nexweşxaneya Bajar a Îsmaîl Fehmî Cumalioglu û ji ber xwîn çibû ser mêjiyê wê hatibû entubekirin. Li gorî rapora tipa edlî hat tespîtkirin ku destdirêjî li zarokê hatiye kirin û dê, bamarî jî nav de 5 kes hatin girtin.
 
Di 6 rojan de çi hat kirin?
 
Li gorî agahiyên hatine girtin zarok di 2’ê îlonê de bi îdiaya ketiye rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Malkara. Li vir der barê rewşa zarokê de qeyd hat avakirin. Lê zarok dîsa bi hinceta darbkirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Malkara û ji wê dîrokê heta 8’ê îlonê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve kirariyek nehatiye kirin. Zarok piştî ku 8’ê îlonê birin Malkarayê şûnde sewqî Nexweşxaneya Bajar a îsmaîl Fehmî  Cumalioglu ya Tekîrdagê hat kirin.