Wê navê Narîn Guran li parkekê bê kirin

  • 11:48 13 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
MÊRDÎN - Meclisa Şaredariya Şemrexê biryar da ku navê parkeke navçeyê bike "Parka Jiyanê ya Narîn".
 
Şaredariya Şemrexê ya bi rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di meha Îlonê de civîna xwe ya asayî ya meclîsê li dar xist. Di civînê de biryar hat dayîn ku navê Narîn Guran a 8 salî ya li Amedê hat qetilkirin li parkê bê kirin.
 
Meclîsê biryar da ku navê "Parka Jiyanê ya Narîn" li parka ku navê wê nayê zanîn û di nav gel de bi navê "Bahçe Cafe" tê naskirin, bê dayîn. Biryar bi yekdengî hat girtin