Wê navê Narîn Guran li parkekê bê kirin 2024-09-13 11:48:44       MÊRDÎN - Meclisa Şaredariya Şemrexê biryar da ku navê parkeke navçeyê bike "Parka Jiyanê ya Narîn".   Şaredariya Şemrexê ya bi rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di meha Îlonê de civîna xwe ya asayî ya meclîsê li dar xist. Di civînê de biryar hat dayîn ku navê Narîn Guran a 8 salî ya li Amedê hat qetilkirin li parkê bê kirin.   Meclîsê biryar da ku navê "Parka Jiyanê ya Narîn" li parka ku navê wê nayê zanîn û di nav gel de bi navê "Bahçe Cafe" tê naskirin, bê dayîn. Biryar bi yekdengî hat girtin