Şaredariya Peyasê ji bo bajarekî paqij dixebite

  • 09:26 13 Îlon 2024
  • Rojane
 
AMED - Şaredariya Peyasê, ji bo bajarekî paqijtir û hişyariya civakî bilind bike, li taxa Medyayê qampanya paqijiyê ya pêncemîn li dar xist.
 
Gerînendetiya Karûbarên Paqijiyê ya Şaredariya Peyasê, bi armanca xebata paqijiyê û bilindkirina hişmendiya civakî, li taxa Medyayê qampanyaya paqijiyê ya pêncemîn li dar xist. Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar, cîgirên şaredaran, encûmenên şaredariyê, xebatkarên Geînendetiya Jinan û hemwelatî beşdarî qampanyayê bûn. 
 
Di çalakiya paqijiyê de hevşaredar bi gel re qirş û qal berhev kir, bi armanca hişyarkirina hîşmendiya civakî torbeyên qirş û qalan li esnaf û hemwelatiyan hatin belavkirin.