Şaredariya Peyasê ji bo bajarekî paqij dixebite 2024-09-13 09:26:16     AMED - Şaredariya Peyasê, ji bo bajarekî paqijtir û hişyariya civakî bilind bike, li taxa Medyayê qampanya paqijiyê ya pêncemîn li dar xist.   Gerînendetiya Karûbarên Paqijiyê ya Şaredariya Peyasê, bi armanca xebata paqijiyê û bilindkirina hişmendiya civakî, li taxa Medyayê qampanyaya paqijiyê ya pêncemîn li dar xist. Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar, cîgirên şaredaran, encûmenên şaredariyê, xebatkarên Geînendetiya Jinan û hemwelatî beşdarî qampanyayê bûn.    Di çalakiya paqijiyê de hevşaredar bi gel re qirş û qal berhev kir, bi armanca hişyarkirina hîşmendiya civakî torbeyên qirş û qalan li esnaf û hemwelatiyan hatin belavkirin.