Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Idlibê konferansa xwe li dar xist

  • 20:13 12 Îlon 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -  Meclisa Jinan a rêxistina Partiya Sûriya Pêşerojê ya Idlibê 2’emîn konferansa xwe li dar xist. Di konferansê de 15 endam, berdevk û cîgira meclisê hatin hilbijartin.
 
Meclisa Jinan a rêxistina Partiya Sûriya Pêşerojê ya Idlibê 2’emîn konferansa xwe li avahiya Meclisa Idliba Xedra (Meclisa Kesk a Idlibê) bi dirûşma "Têkoşîna me gerantiya şoreşa jinê û avakirina sûriyeya demokrat e" li dar xist.
 
Endamên meclisê şaxê Idlibê, endamên Meclisa Leşkerî ya Jinan, partî, endamên Kombûna Jinan a Zenûbya tevli konferansê bûn.Berdevka Meclisa Jinan a rêxistina Partiya Sûriya Pêşerojê ya Idlibê Nahid El Nehas axivî û bixêrhatina beşdaran kir.Nahid got lidarxistina konferansê li ser yekitiya jinan, hişmendî û birêxistinbûyîna xurt a ku di vê pêvajoya hesas û çarenûsî de gihaştiye, isbat dike.  
 
Nahid balkişand ser zehmetiyên ku jin di alozî û şerê li Sûriyeyê de dikşînin kir û da zanîn ku jinan li hember van zehmetiyan tê koşiya, xwe bi rêxistin kir û bûn yek û nîşan da ku dikare pêvajoyê bi rêve bibe, cih xwe di sepandina ewlehiyê, vegerandina mafan, giyanê aştiyê de bigire.
 
Dûre hevseroka Meclisa Ciwanan a Meclisa Idibê Betûl El Derwîş perspektîfên siyasî û rêxistinî yên meclisê xwendin.Piştî wê, xebatên meclisa jinan ên 2 salan hatin nirxandin. Di dawiya konferansê de endaman, ji bo Meclisa Giştî ya Meclisa Jinan a Rêxistina Partiya Sûriya Pêşerojê ya Idlibê 15 endam, berdev û cîgira meclisê hilbijartin.
 
Her wiha konferans bi encamnameyê bi dawî bû ku xalên wê yên sereke ev in:
 
*Bi rêya lidarxistina semîner, civîn û panelan pêşxistina hişmengiya siyasî û rêxistinî.
 
*Divê serdana endaman bê kirin û hejmara endaman û alîgiran were zêdekirin.
 
*Divê xwe bigihînin jinan li Idlibê ji bo ku raman û armancên partiyê ragihînin wan.
 
*Bi rêya projeyên biçûk û dewreyên pîşeyî behre û şiyanên jinan werin pêşxistin.
 
*Divê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, were mezinkirin.
 
*Divê rêgeza wekheviya di navbera mêr û jinan de were aktîfkirin û pêşxistin.
 
*Divê piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û YPJ`ê were kirin.
 
*Divê piştgiriya tevahî biryaran were kirin ku aştiyê disepînin û êşên jinan bi dawî dikin.