Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Idlibê konferansa xwe li dar xist 2024-09-12 20:13:10   NAVENDA NÛÇEYAN -  Meclisa Jinan a rêxistina Partiya Sûriya Pêşerojê ya Idlibê 2’emîn konferansa xwe li dar xist. Di konferansê de 15 endam, berdevk û cîgira meclisê hatin hilbijartin.   Meclisa Jinan a rêxistina Partiya Sûriya Pêşerojê ya Idlibê 2’emîn konferansa xwe li avahiya Meclisa Idliba Xedra (Meclisa Kesk a Idlibê) bi dirûşma "Têkoşîna me gerantiya şoreşa jinê û avakirina sûriyeya demokrat e" li dar xist.   Endamên meclisê şaxê Idlibê, endamên Meclisa Leşkerî ya Jinan, partî, endamên Kombûna Jinan a Zenûbya tevli konferansê bûn.Berdevka Meclisa Jinan a rêxistina Partiya Sûriya Pêşerojê ya Idlibê Nahid El Nehas axivî û bixêrhatina beşdaran kir.Nahid got lidarxistina konferansê li ser yekitiya jinan, hişmendî û birêxistinbûyîna xurt a ku di vê pêvajoya hesas û çarenûsî de gihaştiye, isbat dike.     Nahid balkişand ser zehmetiyên ku jin di alozî û şerê li Sûriyeyê de dikşînin kir û da zanîn ku jinan li hember van zehmetiyan tê koşiya, xwe bi rêxistin kir û bûn yek û nîşan da ku dikare pêvajoyê bi rêve bibe, cih xwe di sepandina ewlehiyê, vegerandina mafan, giyanê aştiyê de bigire.   Dûre hevseroka Meclisa Ciwanan a Meclisa Idibê Betûl El Derwîş perspektîfên siyasî û rêxistinî yên meclisê xwendin.Piştî wê, xebatên meclisa jinan ên 2 salan hatin nirxandin. Di dawiya konferansê de endaman, ji bo Meclisa Giştî ya Meclisa Jinan a Rêxistina Partiya Sûriya Pêşerojê ya Idlibê 15 endam, berdev û cîgira meclisê hilbijartin.   Her wiha konferans bi encamnameyê bi dawî bû ku xalên wê yên sereke ev in:   *Bi rêya lidarxistina semîner, civîn û panelan pêşxistina hişmengiya siyasî û rêxistinî.   *Divê serdana endaman bê kirin û hejmara endaman û alîgiran were zêdekirin.   *Divê xwe bigihînin jinan li Idlibê ji bo ku raman û armancên partiyê ragihînin wan.   *Bi rêya projeyên biçûk û dewreyên pîşeyî behre û şiyanên jinan werin pêşxistin.   *Divê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, were mezinkirin.   *Divê rêgeza wekheviya di navbera mêr û jinan de were aktîfkirin û pêşxistin.   *Divê piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û YPJ`ê were kirin.   *Divê piştgiriya tevahî biryaran were kirin ku aştiyê disepînin û êşên jinan bi dawî dikin.