Dayikên Aştiyê êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Mexmurê şermezar kirin

  • 22:10 11 Îlon 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên Aştiyê yên Wargeha Mexmûrê êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Mexmûrê şermezar kirin.
 
Duh di saet 17:00’an de avahiya Dayikên Aştiyê yên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bû hedefa balafira bêmirov û biçek yên Tirkiyeyê. Îro di bin pêşengiya Meclis û Dayikên Aştiyê de gelê wargehê li ber avahiya dayikên aştiyê kombûn û daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Dayika Aştiyê Medîne Hilalî ve hat dayîn.
 
Medîne Hilalî di destpêka axaftina xwe de êrîşa Tirkiyeyê ya li ser sazî û wargeha xwe bi tundî şermezar kir û wiha got: “Xelkê Wargeha Mexmûrê, xelkê ku ji ber zilm û zordariyê penaber bûyî ye. Destpêkê Wargeha Mexmûr ne cihê jiyanê bû, van dayik û zarokan ev cih kir yê jiyanê. Ew kesên ku dibêjin em penaberan diparêzin, ka parastina te? Tu nikarî me bi van êrîşan bitirsînî. Em tu carî ji doza xwe navegerin, em li ser kîjan dozê hatine, em ê li ser wê dozê bimeşin. Em gel in, tu gerîla di nava me de nîne, hemû jin, zarok, pîr û kal in. Heta ku Wargeha Mexmûr rizgar nebe, tu cih rizgar nabe.”
 
Medîne Hilalî bertek nîşanî xiyanetê da û wiha got: “Ez bang li Mesûd Barzanî dikim, tu şerê kursiyê li gel me dikî. Bila kursî ji bo te be û bêje ezê wek Ocalan çil milyon Kurd biparêzim. Ev neh car in te wargeha Mexmûr firotiye ji bo berjewendiyên xwe, eger tu nikaribî li pêşiya çil milyon Kurd baxivî, nebêje ez serok im. Nebêje min peşmerge heye, eger tu mehekê mûçe nedÎ pêşmergeyan ew pêşmerge namîne gel te. Te niha ne gele û ne jî leşker in, çima bela xwe ji Wargeha Mexmûr venakî? Eger îro Wargeha Mexmûr Hewlêr neparastiba, wê niha paytexta DAÎŞ’ê bûya. Ez bang li Kurdê welatparêz dikim bila li hemberî êrîşên li ser Mexmûrê dengê xwe bilind bike, êdî bese, bila zarok û dayikên Kurdan negirîn.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî berxwedana Mexmûrê”, “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.