Li Samsunê mirina bi guman a jinekê

  • 18:52 11 Îlon 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Çemê Kizilirmak a navçeya Bafrayê jineke ku bi guman jiyana xwe ji dest daye hat dîtin.
 
Li navçeya Bafra a Samsurê li Çemê Kizilirmak a navçeya Bafrayê jineke ku bi guman jiyana xwe ji dest daye hat dîtin. Kesên cenaze dîtin agahî dan ekîbên cenderme, îtfaye û tenduristiyê. Ekîba rizgaririnê ya girêdayê Serokatiya Daîreya Îtfayê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Samsurê cenaze ji avê derxistin û hat tespîtkirin ku cenaze aydê jinekê ye.
 
Nasnameya jinê nehat tespîtkirin û ji bo otopiysê rakirin morga nexweşxanê.