Ji Kongreya Îslama Demokratîk banga ji bo parastina zarokan

  • 15:31 10 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk sûcên li dijî zarokan û qetilkirina Narîn Guranê û qanûna zewicandina zarokan a di parlamentoya Iraqê de hatiye pêşniyarkirin, şermezar kirin.
 
Meclisa Jinan a Îslama Demokratîk têkildarî qanûna li Iraqê zewicandina zarokan serbest dike û qanûnên din ên têkildarê mafên jinan, daxuyaniyek da. 
 
Endama meclisê Heyat El Etiye daxuyanî li pêşiya Navenda Îslama Demokratîk a li taxa Mişêrfe ya bajarê Hesekê bi beşdariya endamên meclisê xwend.
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di şer û aştiyê de divê zarok ji encamên wê bên bidûrxistin û hate destnîşankirin ku hedefgirtina zarokatan sûcekî li dijî mirovahiyê ye ku divê ji aliyên sûcdar hesab were pirsîn û were cezakirin.
 
Di daxuyaniyê de îşaret bi lihevkirina 4`an a Cinevê ya têkildarî parastina sivîlan, ragihandin û lihevkirina mafên zarokan û peymanên din ên têkildarî parastina zarokan ên navneteweyî hate kirin ku tundiya li ser zarokan red dikin û banga parastina wan dikin.
 
Di daxuyaniyê de sûcê li dijî zaroka bi navê Narîn Guran ê li Bakurê Kurdistanê, qanûna li parlamentoya Iraqê ya têkildarî zewicandina zarokan hatin bibîrxistin û qanûn bi sûcekî li dijî zarokatiyê û bêgunehiya zarokan hate binavkirin.
 
Di daxuyaniyê de sûcên li dijî zarokan hatin şermezarkirin û bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî, çalakgeran hate kirin ku li dijî mîna van kiryaran û sûcan bisekinin û zarokan biparêzin.