Piştî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nêzî 300 derhêner hatin darizandin

  • 14:19 10 Îlon 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Mala Sînema ya li Îranê diyarkir ku piştî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nêzî 300 derhêner hatin darizandin û mafê wan yê karkirinê hate betalkirin.
 
Berdevkê Mala Sînema ya li Îranê Resul Sedir Emîl derbarê wergirtina mafê karkirinê ya ji derhêran daxuyaniyek çapemeniyê da.
 
Resul got ku piştî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nêzî 300 derhênerên sînemayê hatin darizandin û mafê wan ê karkirinê hat betalkirin.
 
Resul got ku sedema wergirtina mafê karkirinê bi rewşa siyasî, civakî û ewlekariyê ve girêdayî ye û ev jî bûye sedem ku filman çênekin û heya niha jî çarenûsa karkirina wan nediyare.
 
Resul got ku wê îsal Festîvala Filman ya Îranê pêkneyê, ji ber ku ne bi edalete û di van şert û mercane de festîval pêknayê.
 
Hêjayî gotinê ye piştî şoreşa ‘Jin, Jiyan Azadî’ ya di 16’ê Îlona 2022’yan de, gelek hunermend, çalakvan, derhêner ji ber ku piştgirî da bûn şoreşê, hatibûn darizandin û girtin.