Ji bo Narîn Guran li navçeya Rezanê şîn danîn

  • 13:37 10 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
 AMED – Li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezanê bi pêşengiya saziyên jin û zarokan ji bo Narîn Guran a duh hat definkirin konê sersaxiyê hat vedan.
 
Cenazeyê Narîn Guran a 8 salî ya di 21'ê Tebaxê de li taxa Çûlî ya navçeya Rezan a Amedê winda bû, di 8'ê Îlonê de li Çemê Egertutmaz  ê bi qasî 2 kîlometreyan dûrî taxê ye hat dîtin. Piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî ya Amedê hat kirin, cenazeyê Narîn duh li goristana gund hate definkirin. Di çarçoveya lêpirsîna ku Apê Narînê Salim Guran hat girtin de, piştî ku cenaze hat dîtin, di nav de dayik, bav û 2 birayên mezin ê Narîn jî di nav de 24 kes hatin binçavkirin. Ji her alî ve bertekên ji bo Narînê didomin, li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezan a Amedê bi pêşengiya sazî û dezgehên jin û zarokan bi tevlîbûna gelek saziyên sivîl û partiyên siyasî ve konê sersaxiyê hat vedan. 
 
Li dijî astengiyan konê sersaxiyê hat vedan
 
Girseya ku destpêkê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin çalakiya rûniştinê li dar xist. Piştî çalakiya rûniştinê girseyê ji bo Narînê sersaxî xwest. Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê, Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatî jî hatin konê sersaxiyê.
 
Di merasîma sersaxiyê de pankarta "Ji Narîn re edalet" û posterê Narînê hatin vekirin. 
 
Sersaxiyê dê tevahiya rojê li Parka Koşuyolu berdewam bike.