Li du bajaran bahoz: Li daristanê şewat derket

  • 20:49 8 Îlon 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Edene û Osmaniyêji ber baran û bahozê, li navçeyên Feke û Sariçam di encama ketina birûskê de li daristanê şewat derket.
 
Li Edene û Osmaniyê saetên nîvro de bar û bahoza ku destpê kir bandorek neyînî li jiyanê kir. Li navçeya Kadirlî ya Osmaniyê ji ber bahozê dîrekên telefonê û dar qulipîn ser rê.  Li navçeyên Feke û Sariçam yên Edeneyê jî di encama ketina birûskê de li daristanê şewat derket.  Ekîbên îtfayê sewqî herêmê hat kirin û şewata li taxa Kosefakili hat konrrolkirin. Hat hînbûn ku şewata li Belenkoy jî ketiye bin kontrolê.