Jina ku darvekirina wê bû sedema hişyarbûna bi hezaran Kurdî: Leyla Qasim

  • 09:04 12 Gulan 2018
  • Portre
NAVENDA NÛÇEYAN - Di têkoşîna ji bo azadiya Kurdistanê de berxwedan û serîhildana jinên kurd a bi nav û deng ji dîrokê û heta roja me ya îro rêya gelê kurd ronî dike. Bi sedan jinên kurd ên ku ji bo vê têkoşînê de canê xwe dane hene û ji van jinan yek jê jî Leyla Qasim a ku bi kuştina wê bi hezaran kurd ji xewa bindestiyê şiyar bûne ye. 
 
Li  welatê kurdan ê mêtingeh ku berxwedana ji bo azadiyê lê bi dawî nabe jinên kurd ji bo azadiyê  ji vê berxwedanê re di hemû deman de pêşengî kirine. Ji van jinên leheng yek jê jî Leyla Qasim a ku di encma têkoşîna ji bo azadiya Kurdistanê de di 12'ê Gulana 74'an de ji aliyê rejîma Baasê  û bi fermana Sedam Huseyîn ê wînxar hatiye bi darvekirin e. Leyla Qasim yek ji jinên kurd ên pêşeng e ku li Kurdistanê bi lehengiya  xwe ya mînak tê naskirin. Leyla yek ji wan jinên leheng e ku di dadgehê de li rûyê dadgerê Baasî nihêrtiye û bi dengekî bilind wiha gotiye: " Min bikujin, lê vê rastiyê jî zanibin ku bi kuştina min dê bi hezaran kurd ji xewa giran şiyar bibin"
 
Jiyan û têkoşîna Leyla Qasim 
 
Leyla Qasim yek ji jinên kurd ên pêşeng e ku li Kurdistanê bi lehengiya  xwe ya mînak tê naskirin. Leyla yek ji wan jinên leheng e ku di dagehê de li rûyê dadgerê Baesî nihêrtiye û bi dengekî bilind wiha gotiye: " Min bikujin, lê vê rastiyê jî zanibin ku bi kuştina min dê bi hezaran kurd ji xewa giran şiyar bibin" Leyla di sala 1952'an li kompaniya petrolê ya bi navê Elwend li nêzî gundê Banmîl yê girêdayî bajarê Xaneqîn li başûrê Kurdistanê di nava malbateke hejar û welatperwer de hat cîhanê. 
 
Leyla di sala 1958'an de dest bi xwendina xwe ya dibistanê kir û li bajarê Xaneqînê xwendina xwe ya navîn  bi dawî anî. Leyla li gel xwendinê xewna azadiya Kurdistanê jî didî û tam û evîna Kurdayetiyê roj bi roj di mêjî û ramanên wê de şirîntir û bihêztir dibû. Leyla li gel ku di temenekî ciwan de bû jî baweriya wê bi wekheviya jin û mêran hebû. Ev nîşana yekê bû ji bo pêkhatina vê rastiyê ku Leyla Qasim xwest ji bo azadî û wekheviyê canê xwe  fîda bike. 
 
Tevgera yekitiya xwendevanan û Leyla
 
Ji sala 1972'an di nava bajarê Bexdayê de liv û tevgera yekitiya xwendevanên Kurdistanê herçend îstixbara Baasîyên Iraqê her der û hertişt kontrol dikirin jî, roj bi roj zêdetir dibû.  Wan salan piraniya hêz û şoreşa kurdan  di bin rêbertiya P.D.K.I.  de li çiyayên başûrê Kurdistanê û herêmên azadkirî de civiyabû. Ji bona wê jî dema Leylayê dît ku herkes dibêje; Kurd tenê dikarin li gund û çiyan serî hildin û jin nikarin tevî karê mêran û xebata şoreşgerî bibin û xebatên jinan ji yên mêran cuda ne, biryar da ku tevî xwendevanên ciwan bi awayekî çalaktir û berfirhetir xebata xwe ya Kurdayetiyê li bajarên Iraqê û bi taybetî jî li Bexdayê zêdetir bikin. 
 
Leyla dilsoza gelê xwe bû
 
Leyla Qasim û hevalekî xwe ku pê re samîmî bû di serdemek  ku Baasîyan hebûna kurdan înkar dikirin, biryar dan ku heya bi destxistina mafê xwe yê neteweyî li rex hevalên xwe yên din ji bo çareserkirina pirsgirêka gelê xwe bixebitin. Ji ber ku di wê serdemê de tevgera Siyasi ya gelê kurd bi taybetî li başûrê Kurdistanê di pêvajoyek pir mezin û girîng re derbas dibû. Leyla û hevalê xwe ku xwedî baweriyeke mezin a doza gelê xwe bûn di sala 1974'an de bi hev re li ser rewşa sosyolojiya kurdan gotarek nivîsandin û li derfetekê digeriyan ku gotara xwe biweşînin û di nava gel de belav bikin. Lê destpêkirina şer a ji nû ve û girtina Leyla û hevalên wê bû sedem ku nivîsa wan nekeve destê xwendevanên kurd û nivîs ji aliyê sîxurên Baasê ve hat wendakirin.
 
Darvekirina Leyla û hevalên wê 
 
Di 28'ê Nîsana  1974'an de Leyla û çar hevalên wê hatin girtin û rejîma Bexdayê di rojnameya Elsewre organa fêrmiya dewletê û di radiyo û televizyona xwe de ew girtî wekî terorîst  bi gel û raya giştî ya cîhanê dan nasandin. Leyla û hevalên xwe di girtîgehê de rastî îşkence û zextên pir mezin hatin. Herçend ku Leyla û hevalên xwe bi revandina balafirê dihatin tawanbarkirin û ev li ser wan nehat ispatkirin jî rejîma Baasê ji bo tirsandina kurdan û bi taybetî rewşenbîrên ku piştgîriya doza xwe ya neteweyî dikirin, di demek kurt de bi qasî 14-15 rojan bi pêkanîna dadgehek formalîte her pênc ciwanên Kurd bi cezayê darvekirinê  mehkum kirin hatin bidarvekirin.
 
Taybetmendiyên Leyla Qasim û gotina wê ya dawiyê 
 
Li gorî daneyan Leyla piştî  ku di bin çavdêriya ıstiqbarata dewletê de bûye jî bi cesaret bersiva pirsyarên karbidestên dewletê daye û di dagehê de li rûyê dadgerê Baasî  bi dengekî bilind wiha jê re gotiye:" Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuştina min bi hezaran Kurd yê ji xewa giran şiyar bibin, ez pir kêfxweş im ku bi serfirazî û di riya azadiya Kurdistanê de canê xwe fîda dikim".
 
Karbidestanên  ku li hemberî berxwedana Leyla matmayî mabûn, baş dizanibûn ku ger jineke wiha xwedî bawerî  li jiyanê bimîne wê bandoreke mezin li ser bîr û baweriyên xwendevanên kurd û ereb pêk bîne û wê bi zanyariyên xwe yên siyasî bêtir ji bo şiyarkirina jinên kurd û tevlikirina wan a di nava şoreşê de xebatê bike. Ji bo wê jî di demek kin de bi lez û bez doza wê û çar hevalên wê bi dawî anîn. Leyla herçend  hatibû îşikencekirin jî ji bo ku dilê dostan şa û dilê dagirkerên welatê xwe biêşîne, bi rûyekî xweş û kenê li ser lêvan ber bi dara  îdamê meşiyaye û  nehiştiye ku çavên wê bigirin û heta destên wê jî girê bidin. 
 
Daxwaza Baasê û bersiva Leylayê 
 
Berpirsyarên dewleta Iraqê beriya kuştina Leylayê bi darê zorê jê dixwazin ku bi nivîsandina nameyekê ji bo serokkomarê Iraqê daxwaza lêborînê ji dewleta Baasiyan bike û bi vî rengî poşmaniya xwe ji wan re bide diyarkirin ku di riya rizgariya kurd û Kurdistanê de xebat kiriye. Lê jina kurd Leyla  bi nêrînek hişk û tifa ku diavêje ser û rûyê generalên Baasî, wiha bersiva wan dide: " Ger ku ez ji karekî jiyana vê cîhanê poşman bibim ew e ku ez zû dimirim bêyî ku bikaribim demek dirêj ji gelê xwe re xebatê bikim û ger ku pêwist bike ez lêborînê bixwazim , ez  lêborînê ji gelê kurd dixwazim. Ji ber ku di rastiya xwe de, min ji bo doz û pirsgirêka netewa xwe kêm xebat kiriye.
 
Lehenga neteweyî  
 
Bi vî awayî Leyla Qasim bû pêşenga jinên şoreşger û sembola jinên kurd li dijî zordarî û çewisandina netewa kurd. Bi darvekirina  Leylayê re baweriya jinên kurd xurtir bû û di wê demê de şerê di navbera kurdan û dewleta şovenîst a Iraqê de jî gurtir û berfirehtir bû. Gelê kurd ê li tevahiya Kurdistanê îro jî  Leyla Qasim wekî lehengeke neteweyî bi bir tîne.