Hozan Mizgîn: Leheng şoreşger, şervan û hûnermend bû

  • 09:45 10 Gulan 2018
  • Portre
Zeynep Durgut
 
BEDLÎS - Bi nêzîkbûna salvegera şehadeta Hozan Mizgînê re şahida têkoşîn û  rêxistinkirina Mizgînê jina bi navê Mecbure axivî û anî ziman ku bi hatina Mizgînê tovên heqîqetê li heremê şîn bûn û got ku piştî şehadeta Mizgînê bi hezaran Mizgîn hatin cîhanê. 
 
 
Hozan Mizgîn ango Gurbet Aydin di sala 1962'an de li gundê girêdayî Elîhê Bilêyderê ji dayik dibe. Di van salan de PKK mal bi mal gel rêxistin dike û ji bo rêxistinkirina herêma Elîhê jî yek ji pêşengê PKK'ê Mazlum Dogan tê peywirdarkirin, Mazlum Dogan li Elihê destpêkê Egit 'Mahsum Korkmaz bi rêxistin dike. Di wan salan de Mizgîn bi dengê xwe  tê nasîn û di sala 1980'an de ji bo ku xebatên çand û hûnera kurd bide meşandin, dişînin Ewropayê. Di heman salan de Mizgîn, klama "Çemê Hezil,Gundîno Hawar" derdixîne. Li her malekê kllamên Mizgînê tên guhdarîkirin.  Mizgîn ji têkoşîna PKK'ê bi bandor dibe û  di derbaya 12 îlonê de li Ewropayê  tevlî nav refên PKK'ê dibe. 
 
Hozan Mizgîn bi sekna xwe dengê xwe û rihê xwe yê têkoşer hemû jinan di bin bandora xwe de dihêle. Di salên herî zor û zehmet de Mizgîn ji bo ku xebatên rêxistinê bide meşandin, berê xwe dide navçeya Tetwanê.  Mizgîn li Tetwanê mal bi mal tax bi tax gel, bi taybetî jî jinan bi rêxistin dike. Bi rêxistina xwe, disîplîn û sekna xwe hemû jinên heremê di bin bandora xwe de dihêle. Mizgîn ji bo ku rêxistinbûyina wê neyê teşhîrkirin û naskirin  carna çarşefê li xwe dike û carna jî dibe jineke bajerî. Piştî rêxistinkirina Mizgînê gelê Bedlîsê dikeve pey lêgerîna nasnameya kurd. Navê Mizgînê li heremê belav dibe û dema ku hêzên dewleta tirk bi Mizgînê dihesin derdora malê digrin û pêvçûn derdikeve.  Piştî berxwedaneke bêhempa, Mizgîn ji bo ku teslîm nebe, çalakiya fedaî pêk tîne û piştî şehadeta Mizgînê li her maleke ku zarok tê dinê navê Mizgînê lê têkirin. 
 
'Her gavek Mizgînê û  her bêhnvedana wê disîplîneke şoreşgerî bû'
 
Şahîda têkoşîna Mizgînê jina bi navê Mecbure Arslan axivi Mecbure anî ziman ku Mizgîn bi têkoşîna xwe li Tetwanê dîrok ji nû ve nivîsand û wiha axivi;"Mizgîn, jineke pir hêja bû. Ji bo rêxistinkirina  jinan hewdana wê gelek zêde bû. Li cîhanê kesên mîna Mizgînê xwedî îrade gelek kêm in. Li Tetwanê evqas  xebat da meşandin tu car tu kes ji wê aciz nebû. Hevaltiya bi Mizgînê re ji bo min pir pîroz bû. Pir zêde dixwast ku jin li  ber xwe bidin û jin li hemberî zilmê serî netewînin. Her gavek Mizgînê û  her bêhnvedana wê disîplîneke şoreşgerî bû. Mizgînê ne hevaleke ji rêzê bû. Ez pir ji têkoşîna Mizgînê bi bandor dibûm, ji ber ku bi dil û can têdikoşiya  ji têkoşînê hez dikir. Tenê armancek wê hebû dixwast gel bi birdoziya jiyanê ya PKK'ê bi rêxistin bike. Li hemberî hevalên xwe pir zêde fedakar bû, tu carî destûr nedida ku hevalên wê bikevin tengasiyê. Gava ku pirsgirîk yan jî tengasiyek hevalên wê çêdibû wê xwe dida pêşiya tengasiyên hevalên xwe."
 
'Mizgîn bi ser zilmê de diçû'
 
Mecbureyê di berdewamiya axiftina xwe de bi lêv kir ku jin ji têkoşîna Mizgînê bi bandor bûn û berê xwe dan heqîqetê û wiha berdewam kir;"Jinên Tetwanê ji Mizgînê pir zêde hezdikirin. Di wan salan de zilm mîna nexweşiyê heyanî malên me belav bû. Mizgîn mîna lehengekê hat ji vê zilmê re got 'Êdî bes e'.  Em hemû li dijî zilimkaran hişyar kirin.  Bi tecrûbeyeke mezin gel rêxistin dikir. Jiyana xwe dabû têkoşînê. Mizgîn bi ser zilmê de diçû. Mizgîn ji bo ku rêxistinkirina wê teşhîr nebe carna çerşav li xwe dikir carna dibû jineke bajerî, carna jî dibû boxçeger. Bi rastî hewdana wê ya rêxistinkirinê gelek zêde bû. Her tim xwedî alternatîf bû. Ji ber zanebûna Mizgînê  mirov digot qey temenê wê 80 salî ye ewqas xedî zanebûn bû. Mizgînê xwe dikir dewsa mirov û wiha tevdigeriya.  Mizgîn miroveke wisa bû ku bi rêzbazên cûr bi cûr mirov bi rêxistin dikir. Mizgîn hem hûnermend bû, hem şoreşger, hem şervan hem jî jin bû. Gava ku hevalên wê bê moral bûna wê bi stranan hevalên xwe bi moral dikirin. Dema ku mirov jê kilamek bixwesta wê çend kilam digotin. Ji bo ku mirov ji têkoşînê kelecan bigire wisa dikir. "
 
'Di roja şehatdeta Mizgînê de li Tetwanê dirûşman olan da'
 
Mecbureyê herî dawî diyar kir ku Mizgîn ji bo gelê heremê bû şewqa ronahiyê û wiha pê de çû;"Herkes ji şehadeta Mizgînê gelek bi  bandor bû. Mizgîn bi lehengî û fedakarî jiyana xwe ji dest da. Mizgînê bi şehadeta xwe dîrok nivîsand. Hevalên xwe rizgar kirin û wê jî bi fedkariyeke mezin jiyana xwe ji dest da. Em gelek di bin bandora şehadeta Mizgînê de man. Gava ku Mizgînê jiyana xwe ji dest da gel herikî cihê ku Mizgîn lê jiyana xwe ji dest da û bi dil û can em li cenazeyê wê xwedî derketin. Derdora mizgefta ku mizgînê li wê bihat oxirkirin bi gel hatibû dorpêçkirin.Tetwan di roja şehadeta Mizgînê de  Bi dirûşmeyên "Şehîd namirin"  olan da. Ji bo ku cenazeyê Mizgînê nekeve destê hêzên dewletê me tabûta Mizgînê destpêkê vala şand goristanê, pişt re bi mijulkirina hêzên dewletê me jinan Mizgîn oxir kir. Piştî şehadeta Mizgînê, berxwedana wê li hemû deveran  belav bû û her zarokeke keç ku hat dinê navê Mizgînê lê hat kirin. Mizgîn nemire û niha bi hezaran Mizgîn ber li ser şopa wê dimeşin. "