Jineke ku têkoşîna wê li Kurdistanê belav bûye: Uveyş Ocalan

  • 11:51 11 Nîsan 2018
  • Portre
Safiye Alagaş
 
RIHA - Uveyş Ocalan cara yekê li dijî hevjînê xwe yê ku dema hewl dide jinekê birevîne û qetil dike têkoşînê dide û nahêle ku hevjînê wê yê jinek qetil kiriye bê şofandin.  Uveyş wekî her dayikekê bi salan li hêviya lawê xwe Abdullah Ocalan dimîne ku ji bo wê parçeyekî kiras bîne û bi slan bêyî ku deriyê xwe biqufilîne bendemayîna xwe berdewam dike. Lê ew tenê bi dayikbûnê bi sînor namîne û wekî gelek jinên kurd di hemû waran de li ber xwe dide. 
 
Uveyş Oclan a ku li  gundê Xelfetî yê Amarayê hatiye dinê, di serî de bi mêrekî ji gundê Tirkmen re dizewice û demekê li wê dijî. Uveyş wekî hemû jinên kurd mil bi mil bi hevjînê xwe re li hemû qadên jiyanê tê dikoşe ji bo ku debara mala xwe bike.  Lê hevjînê wê rojekê hewl dide ku jineke ne zewiciye birevîne. Lê piştî ku ji aliyê jinê ve tê redkirin bi tivinga destê xwe jina ku naxwaze bi wî re bireve dikuje.  Mêrê ku jinê dikuje tê binçavkirin.
 
Lê Uveyş a ku şahidiyê ji van hemû pêkanînên hevjînê xwe re dike li dijî van pêkanînan bêdeng namîne û li dadgehê hemû tiştê ku derbarê hevjînê xwe de dizane vedibêje. Hvjînê wê yê ku şahidiya wê hezim nake ku qahran li dadgehê qeyrana dil derbas dike û jiyana xwe ji dest dide.
 
Serhildana wê ya yekem a li dijî hevjînê wê ye
 
Serhildana Uveyş a yekem ew e  ku li dijî civaka baviksalar serî radike û li hevjînê xwe îfadê dide ye. Uveyş a ku kuşerê jinekê naparêze, nahêle ku hevjînê wê bê şofandin û li dijî serdestiya baviksalar serî radike.
 
Tovê yekem ê jiyana komunal avêtiye
 
Uveyş a ku piştre li heman gundî bi Omer Ocalan re dizewice sisê law û 4 jî keç bi giştî 7 zarokên wê çêdibin. Uveyş bêyî ku ji tu kesî hêviyekê bike bi keda xwe debara xwe dike û li gund bi komkirina fistik, tirî, genim û nîskan debara xwe dike û di heman demê de pez jî xwedî dike.  Uveş tişta hildiberîne li gund bi hemû kesî re parve dike û bi vî awayî tovê yekem ê jiyana komunal diavêje.
 
‘Ji mêvanan gelek hez dikir' 
 
Fatma Ocalan diyar kir ku dayika wê bi mêvanperweriya xwe dihat naskirin û wihagot: "Runê me yê nivîşk, dew û mastê me gelek zêde bû .Dayika min ew li tevahiya gund belav dikir. Nedixwest ku tiştekî bi tena serê xwe bixwe. Dema ku mêvanek bihata mala me dayika min gelek kêfxweş dibû .Ji bo mêvanan xwarina herî xweş çêdikir û di nava wî hemû karê xwe de bi awayê herî qenc mêvanê nxwe pêşwazî dikirin."
 
'Neheqî qebûl nedikir'
 
Fatmayê diyar kir ku dayika wê qet nexeqî nedikir û ji wna re jî wiha digot: "Bila kesek neheqiyê li we neke û destûrê nedin wan."  Fatmayê di berdewamiya axaftina xwe de got ku dayika wê herdem şîrt li wan dikir û ji wan re digot ku dema neheqî li we hat tola xwe hilînin.  Fatma bûyerke ku di wî warî de jiya ye jî wiha  vegot: "Dema ku me lêdan dixwar û em dihatin malê dayika min li me dida û digot bi cesaret bin. Rojekê lawê cîrana me li me da. Ez jî çûm malê. Dayika min bi min re hêrs bû, qêriya û ji min re got biçe tola xwe hilîne û piştre were . Ez jî çûm piştî ku min li lawikê ku li min da bû da ez vegeriyam malê .Dayiamin pirsa 'te jî lê da?' Ji min kir dema ku min got bêlê rûyê dayika min geş bû, kêfa wê hat." 
 
'Dayika mim bi Abdullah bawer bû û dizanibû ku li du tişta vala naçe'
 
Damezrînerê PKK'ê û serokê wê Abdullah Ocalan, zarokê Uveyş yê duyemîn e. Fatma diyar kir ku Abdullah Oclana aliyê xwe yê têkoşer ji dayika wê girtiye.  Fatma diyar kir ku piştî Abdullah Ocalan zanîngeh qezenckiriye dayika wê ji wî re gotiye ku ew divê an qeymeqam an jî wekî walî vegere  gund û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dayika min digot wê lawê min an bibe qeymeqam an jî bibe walî. Piştî ku birayê min zanîngeh berda û dest bi têkoşînê kir jî qet tiştek negot û qet ne pirsî ku çima çûye? Jixwe qet agahî jê nedistend. Dema ku agahî jê nedigirt jî gelek xemgîn dibû. Lê dizanibû ku Abdullah li dû tişta vala naçe."
 
'Bi hêviya ku wê rojekê vegere qet derî nequfiland'
 
Fatma ya ku anî ziman pitî birayê wê Abdullah Ocalan çû dayika wê qet derî kilît nekirye anî ziman ku dayika wê bawer dikir ku divê lawê wê roja vegere divê derî vekirî be.  Dayika min a ku dixwest lawê wê vegere di heman demê de jî nedixwest ku bêyî aramanca xwe bibe serî vegere.  Fatma wiha berdewam kir: "Dayika min her digot 'wê rojekê tola me hilîne û em ê bi ser kevin'. Her li hêviya ku rojekê vegere ma.  Dayika min digot;'die ku serok bê bila li ber derî nemîne'.   Dema ku dayika min li Edeneyê dihat dermankirin ez çûm cem  li wê jî got 'derî megire ez derî nagirim'. Min jî got çima . Dayika min Gort 'îro nehat ew ê sibe bê. Tekez ew ê bê û dema ku bê jî bila derî vekirî be' .Dayika mim bi wê bendemayînê çû ser dilovaniya xwe." 
 
'Dayika min her li hêviya ku qumaşê ji Serok xwestiye jê re bê ma'
 
Fatma di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku dayika wê ji Abdullah Oclan qumaş xwestibû ji bo kiras û dayika wê her li gel hatina birayê wê li heviya qumaşê ku jê re bê ye ma.  Fatma dema xwestina qumaş bi bîr xist û wiha berdewam kir: "Serok ji dayika min re got 'ger ku ez ji o te qumaş bistînim divê ku ez ji tevahiya dayikên Kurdistanê re bistînim'.  Dayika min bi wê hestetê çû ne qumaş hat û ne jî Serok hat.  Dayika min got ku dema 'ez bimirim ger ku serok qumaş bişîne bidin ser çavên min û wiha min veşêrin'. Ev wesiyeta dayika min bû.
 
'Hemû jinan ciwanmerdiya wê vegot'
 
Ferah Oclalan a ku ji gundê Tirkmen bû bûka mala Ocalan jî wiha bahsa xesiya xwe Uveyş kir: " Gelek ciwanmerd û wêrek bû. Uveyş daiyka kesên xizan bû û ji parvekirinê hez dikri. Hemû jinên gund ciwanmerdiya wê vedibêjin.  Dema li Edeneyê diha dermankrin em çûn serdana wê.  Dema ku em li cem rûniştibûn li min zîvirî û got,' Gelo roja ku em bi ser kevin em ê bibînin?' Min jî ji wê re got em ê bibînin bibînin.  Lê piştî bi heftiyekê jiyana xwe ji dest da. Ez li tevahiya gundên derodorê geriyam û min ji her gundekî  gulek anî û li ser gora wê danî."
 
Uveyş a ku bi nexeşiya şekir bû dema ku dihat dermankirin ji ber şekir piyekî wê hat jêkirin. Uveyş a ku salêkê hat dermankirin di 11'ê Nîsana 1993'yan de di encama qeyrana dil de jiyana xwe ji dest da.  Uveyş bêyî ku azadiya li bendê bû bibîne jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wê anîn cihê lê hatibû dinê Amarayê û li gel hevjînê wê li goristana malbatê defin kirin.