'Ez hatim xapandin û tevlî DAÎŞ'ê bûm'

  • 09:25 15 Sibat 2018
  • Portre
Rûken Goman  
 
DÊRIK - Jina ji Bosnayê ya bi navê Mûamîra Marsêl ji aliyê hezkiriyê xwe hat xapandin û beşdarî DAÎŞ'ê bû. Mûamîrayê poşmaniya xwe anî ziman û behsa çîroka xwe kir û got:"Divê tu jin neyê xapandin û nebe qurbanê desthildatdariya mêran."
 
Jina ji Bosnayê û navê wê Mûamîra Marsêl anî ziman ku hezkiriyê wê ew xapandiye û loma beşdarî DAÎŞ'ê bûye. Di nava refên çeteyên DAÎŞ'ê de gelek mînakên bi vî rengî hene, ji vêya yek mînaka Mûamîra Marsêl a 23 salî ye. Hezkirina wê ya li dijî mêrekî bû sedema tevlîbûna wê ya nava refên çeteyên DAÎŞ'ê. Mûamîra hem poşmaniya xwe tîne ziman hem jî bûyerên ku bi çavên xwe dîtine parve dike.  
 
'Bi riya internêtê çeteyan alîkariya min kirin'
 
Mûamîra Marsêl wiha dest bi çîroka xwe kir: "Dema ez li Bosnayê dijiyam, min di 17 saliya xwe de ji xortekî  hez kir. Wî xortî bi min re dixwend, me ji hev hez dikir. Piştî demekê şûnde min xeber hew jê bihîst, piştî wê bi du mehan rojekê bi riya telefonê bi min re axivî, ji min re got ez li Mûsilê me û ez tevlî DAÎŞ'ê bûme. Min pir caran ji xwe dipirsî ka ev çawa gihaştiye Mûsilê? Piştî ku çend caran bi telefonê bi min re axivî ez xapandim û iqna kirim ku tevlî DAÎŞ'ê bibim. Dema min biryar da ez biçim û bigihêjim hezkiriyê xwe, çeteyan bi riya internêtê alîkariya min kir ku ez bigihêjim Mûsilê. Piştî wê min hezkiriyê xwe dît û em zewicîn. Dema şer li Mûsilê dest pê kir hezkiriyê min hat qetilkirin, paşê DAÎŞ'ê ez û zarokên min birin Reqayê. Dema ez gihaştim Reqayê wê demê min hîs kir ku min şaştî kiriye. Ez poşman bûm ku min dev ji welatê xwe berda û ez li dû mêrekî çûm."
 
'DAÎŞ'ê zilim li jinan dikir'
 
Mûamîrayê da zanîn ku li Reqayê bi êşa jiyanê hesiyaye û wiha pê de çû: "Ez li Reqayê bi zilma çeteyên DAÎŞ'ê ya li ser jinê hesiyam. Min dît ku çawa jin li wê derê tê çewisandin. Ev yek jî bû sedema poşmaniya min.  Çeteyên  DAÎŞ'ê gelek caran tecawizî min kirin. Tecawizî keçên temenê wan biçûk jî dikirin. Gelek jin jî ji aliyên çeteyan dihatin kuştin. Vê yekê bandorek pir mezin li ser derûniya min kir. Wê demê min biryar da ku ez dawî li vê jiyana koletiyê bînim."
 
'Şervanên jin ez xelas kirim'
 
Mûamîra Marsêl qala hewldanên xwe yên reva ji çeteyan kir û wiha got: "Dema min hewl da ku ez ji çeteyên DAÎŞ'ê birevim, çeteyan ez girtim û laşê min bi cigareyan şewitandin. Gelek gef li min xwarin, ez ji van kiryarên wan tirsiyam. Piştî gelek caran ji hewldanên xelaskirinê, şerê Reqayê dest pê kir, wê demê bi xelaskirina sivîlan re şervanên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ez xilas kirim. Dema min şervanên jin dîtin, hêzeke mezin bi min re çêbû ku êdî ez wekî jin mafê xwe biparêzim. Min şaştiyak pir mezin kir û ez beşdarî nava çeteyên DAÎŞ'ê bûm. Ez ê vegerim welatê xwe Bosnayê. Ez ji tevahî jinan re dibêjim ku bila îradeya xwe xurt bikin da ku nebin qurbaniyên xapandin a desthilatdariya mêran."