Mamosteyeke jin û fedakar; Asya Enter

  • 09:04 19 Kanûn 2017
  • Portre
Rûken Goman 
 
GIRKÊLEGÊ - Rêvebera dibistana Qasim Gelo, Asya Enter bi fedakiryeke mezin zarok ji bûyera şewatê xelaskir û diyar kir ku şewata cane min ne bû astengî li pêşiya tekoşîna domandina karê min."
 
 Mamosteya Dibistana Qasim Gelo, Asya Enter ji bo ku şagirtên xwe ji şewatê rizgar bike, bi temamî leşê wê dişewite û diyar dike ku ev nêzîkbûna wê ew berpirsiyar hiştiye ku zarok ji mirinê rizgar bibe. Loma ew bi vê tevgera xwe serbilind e. Asya wiha axavtina xwe domand: "Ji bo ku em nifşên pêşerojê fêrî azadiyê û fedakariyê bikin divê ku em hin tiştan bidin ber çavên xwe. Ev fedekariya min jî ji bo vê mînak e. Her çend ku teda giha be min jî ez ne poşmanim ji ber ku min  zarok rizgar kiriye, ji bo zarokan çi fedakartî were xwestin em ê bikin." 
 
Dema mirov behsa fedakariyê dike Mamoste Asya Enter tê bîra mirov. Wê bi fedakartiya xwe şagirta xwe ji bûyera şewata dibistanê xelaskir û di encamê de laşê wê şewitî. Vê şewatê hêz û îradeya wê hîn mezintir kiriye. 
              
Feraseta nîjadperest mamoste ji kar dur dixe!
 
Rejîma Baasê Rêvebera dibistana Qasim Gelo, Asya Enter ji ber ku di karê PYD'ê de cihê xwe digre ji kar durdixe. Mamoste Asya wiha bahsa tişta hat serê wê kir: "Min li gel Rejîma Baasê Mamostetî dikir, lê ji ber ku ez ji bo  PYD'ê jî dixebitîm, ez ji mamosteyiyê hatim avêtin. Lê dema li Rojavayê Kurdistanê bi zimanê kurdî dibistan hatin vekirin, ez jî yek ji damezrênerên avakirina saziyên zimanê  kurdî bûm. Min di qada ziman de  berpirsiyartiyeke pîroz girt ser milên xwe."
 
Hesten dayiktiyê dema ku bi mamostetiyê re dibin yek!
 
Mamoste Asya bal kişand  ser roja bûyera şewatê û rizgarkirina zarokê û wiha domand: "Rojekê dema şagrit hemu derbasî refê bûn ez li rêveberiyê bûm zarokeke hate gel me û ji gel me zîvir piyê wê li sobê ket û bi careke re agir bi hundir ket, min jî xwest ku ez vê zarokê rizgar bikim, agir bi bedena min jî ket û vê care ez bixwe şewitîm. Bi salane ku ez êşa vê şewata xwe dikşînim."
  
'Li nexweşxaneyê zarok di bîra min de bû'
 
Asya da zanîn ku dema ew şewitî û ew birin nexweşxaneyê jî zaroka ku şewitîbû di bîra wê de bû û wiha pêde çû: " Tevî birîna min ya giran jî, min li nexweşxaneyê her pirsa dibistanê û şegirtên xwe dikir. Min digot: "Gelo tiştek bi zarokê hatiye yan na? Lê dema mamosteyan ji min re got, tiştek bi kesî ne hatiye ez ji nûve  rihet bûm." 
 
Ev saleke mamoste Asya  hin tê dermankirin!
 
 Ez pir kêfxweş im ku min zarok ji agir rizgarkiriye. Her çend ku heta niha ji ber wê şewatê ez xwe derman dikim jî ez ne poşman im. Dema ku mirov berpirisyartiyeke digre ser milên xwe divê ku bi wijdan nêz bibe."
 
'Şewata laşê min nebû astengî li pêşiya xebata min'
 
Asya wiha dawî li axaftina xwe anî:"Şewata canê min ne bû astengî li pêşiya xebata min û  xilaskirina zarokê ji agir hêz û moralê min bilindtir kir ji bo ku ez bêhtir zarokan perwerde bikim. Ji ber ku dema mirov xwedî îrade û armanc be, tiştek nikare li pêşiya mirov bisekine.  Divê ku em her tiştî ji bo nifşên nuh bikin. Heta ku were xwestin em canê xwe jî feda bikin."