'Bi Rûkeniya xwe dilê her zindiyekî geş dikir'

  • 09:12 9 Kanûn 2017
  • Portre
Sorgul Şêxo
 
TIL TEMIR - Hemîde Sedê yek ji Endamên Meclisa Tendrûstiyê ya li Bajarê Til Temir e ku di encama êrîşa 3 wesayitên Bombebarkirî de di  10''ê Çileya 2015'an de pêk hat de jiyana xwe ji dest daye ye. Xwişk û rêhevala Hemîdeyê berxwedana wê vegotin.
 
Şoreşa Rojavayê Kurdistanê encma berxwedana bi hezaran keç û xortên kurd,ereb û aşûrî ku her bohstek axa Sûriyê bi xwîna xwe av dan û  rizgar kirine ye ku ji bo hemû netew bi rihekî azad bijîn. Di fedekarî û qehremaniya şervanên azadiyê de rola Meclisa Tendrûstiyê jî hebû ku li kêleka şervanan bûn birîndar dermandikirin û şehîdên ku canê xwe fedayî vê axê kiribûn oxir dikirin. 
 
Sekreftinên ku şervanên azadiyê bi dest dixistin li xweşiya dewletên ku dixwestin axa Rojava û Bakûrê Sûriyê dagir  bikin nediçû. loma bi hemû rêbaz û hêza xwe êrîşî gel û şervanan dikirin. yek ji wan êrîşan jî ew bû ku di 10'ê Çileya 2015'an  bi 3 wesayitên bombebarkirî li Til Temirê hat kirin û di encmê de  bi dehan kes, zarok û jin bûn qurbana van êrîşan.  Lê ev êrîşên ku îflasa dijminê gelê sûriyê DAÎŞ'ê nîşan didan nikarîbû vîn,hêz û îradeya gelê kurd,ereb û aşûrî bişkanda û hîn zêdetir kêlî bi kêlî ji berxwedan û têkoşînê karîbûn Sûriyeke azad û demoqratîk bidin avakirin û bibin nimûne ji Rojhilata Navîn. Endama Meclisa Tendrûstiyê ya li Bajarê Til Temir Hemîda Sedê yek ji qurbanên ku di encama êrîşa 3 wesayitên Bombebarkirî de di  10''ê Çileya 2015'an de pêk hat de jiyana xwe ji dest daye ye.
 
Ji bo xizmeta gelê xwe canê xwe da
 
Endama Meclisa Tendrustiyê ya Bajarê Til Temir Hemîde Sedê şêxmûs di 1985'an de li bajarê Dirbêsiyê çavê xwe li jiyanê vedike. Li  dibistana bajarê Dirbêsiyê xwendina refên amadehî bi dawî dike paşê li gel malbata xwe derbasî Til Temir dibe û li dibistana Meyselûn xwendina xwe ya navîn bi dawî dike. Hamîde paşê ji bo xizmeta gelê xwe 7'sal bûn ku li gel bijîşkan nexweş derman dikirin. Bi avakirina Meclisa Tendrustiyê ya Bajarê Til Temir re Hemîde cihê xwe wekî Endam digre û bi erkê xwe radibe. Hemîde bi rûkeniya xwe û hezkirina ji kar û xebata xw û bi dermankirina nexweşan dihat naskirin.
 
'Bi hevaltî û rûkeniya xwe dihat nasîn'
 
Xwîşka Hemîde Şemsa Sedê êrîşên ku di 10'ê çileya 2015'an de qawimîn bi bîr xistin û hemû Şehîdên bjarê Til Temir ku çi kurd, ereb, aşûr bi bîr anîn û ser saxî ji malbatên wan re xwest.  Şemsa wiha bahsa xuşka xwe Hamîde kir:"Ji malbata me du xwîşkên min û hevjîna birayê min bûn qurbana van êrîşan, yek jê Hemîde bû ku ew jî bi hezkirina ji xebata xwe dihat naskirin û di êrîşên ku di 23'yê sibata 2015'an de qawimîn Hemîde birîndar derman dikirin. Wekî Ekîba tendsurtiyê li kuderê jê xebat dihat xwestin diçû. Hemîde bi rêhevaltî û rûkeniya xwe dihat naskirin. Şemsa di dawiyê de got ku:tu êrîş wê nikaribin vîn û îradeya gelê kurd  bişkîne û em ê di welatê xwe de azad bijîn û  bijî mînak ji hemû gelên cîhanê re.
 
'Kar û xebata xwe bi cih dianî' 
 
Rêhevala Hemîda  Şêrîn Îsmaîl Endama Heyva Sor a Kurd li Bajarê Til Temir armanca êrîşan diyar kir û ev tişt got: "Armanc ew bû ji hevxistinekê di navbera gelan de çêkin,lê berovajî vê hat kirin û niha ev jiyana azad bi rengekî demuqratîk li ber çavan e. 
 
Şêrîn Rêhevala xwe Hemîda bi bîr anî û wiha behsa beşek ji jiyana wê kir: " Hemîde bi alîkarî û destekdayîna hevalên xwe dihat naskirin her wiha çi kar û xebat biketa ser milê wê pêk tanî.  demekê jî kesên ku bi nexweşiya leşmaniyê diketin ew derman dikirin. xwedî kedeke pir mezin bû, îradeya wê xurt bû, her dem dibû mînak ji hevalên din re."
 
Şêrîn soza şopandina riya rêhevala xwe Hemîde da û wiha dawî li axaftina xwe anî:" Hedef û armanca me ew e ku em pêşxistina karê tendsurtiyê, xebata tendrustiyê xebateke Exlaqî û mirovî bikin."