Mînaka welatparêzî û pêşengtiyê dayika Fatma!

  • 15:12 20 Mijdar 2017
  • Portre
EFRÎN - Bi boneya salvegera yekemîn a şehadeta Fatma Silêman, Endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Efrînê Wehîde Xelîl û Rêveberiya Kongra Star a taxa Şêxmeqsûd a herêma Helebê Fatma Hesen hest û helwestên xwe ji bo tekoşîna Dayika Fatma nîşan dan û gotin:" Dayika Fatma bi rihekî şoreşgerî erka xwe ya welatparêziyê pêk anî."
 
Berî salekê di berxwedana ku li gundê Sûrkê li hemberî destdirêjiya dewleta Tirk qewimî, şêniyên Kantona Efrînê li ser sînorê ku di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de rabûn xwepêşandanê. 
 
Dayika Fatma pêşengtiya xwepêşandanê kir û di encama topên dewleta Tirk de bi giranî birîndar dibe. Piştî berxwedana hefteyekê, dayika leheng di nexweşxaneya Avrîn de jiyana xwe ji dest dide û dibe sembola jina Rojava ya têkoşer.
 
'Bi rihekî şoreşgerî erka xwe ya welatparêziyê pêk anî'
 
Endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Efrînê Wehîde Xelîl ji bo dayika Fatma wiha got: " Dayika Fatma di hembêza malbateke kurdperwer û welatparêz de mezin bûye. 3 xwişkên wê Fîdan, Cahîde û Rûmet di berxwedana Tevgera Azadiyê de jiyana xwe ji dest dane. Dayika Fatma jî  cangoriya malabata xwe ya çaremîn bû."
 
Her wiha Welîde Xelîl anî ziman ku çi rol ji dayikan  dihat xwestin dayika Fatma bê qisûr erkê xwe pêk dianî. 
 
Qurbana axa xwe bû!
 
Her wiha Wehîde Xelîl di nava gotinên xwe de destnîşan kir ku dayika Fatma bi rihekî şoreşgerî erka xwe ya welatparêziyê pêk anî û wiha got:" Dayika Fatma bi fikra azad mezin bû. Ji ber vê yekê jî rêya azadiyê ji zarokên xwe re vegot û loma ev îspata girêdana dayika Fatma ya bi axa xwe ye. "
 
Sembola jina azad e!
 
Wehîde Xelîl di dewamiya axaftina xwe de diyar kir ku şehîd Fatma sembola jina azad  bû û wiha pêde çû.:" Şehîd Fatma li hemberî êrîşên Dewleta Tirk tucaran teslîm nebû."
 
'Gotin têrî Şehîd Fatma nake'
 
Wehîde Xelîl wiha behsa cesereta berxwedêr Fatma kir:" Dema ku Dewleta Tirk êrîşên xwe yên ser sînor zêde kir,  Şehîd Fatma li wir amade bû. Çiqas canê wê diêşiya jî wê dîsa jî bi  rûkenî û moraleke pir bilind ji me re digot 'Dewleta Tirk difikire ku bi vî awayî hêza me bişkînê lê nizane ku em xwedî îrade û felsefeya Rêber Apo ne.'  Bi vî rengî Şehîd Fatma moralê hemû hevalan bilind dikir. Ji ber vê yekê jî ger ez çiqas behsa cesereta Şehîd Fatma bikim jî, gotin têrî şehîd Fatma nake."
 
'Berxwedêrî layiqî dayika Fatmayê ye'
 
Her wiha hevala wê û Rêveberiya Kongra Star a taxa Şêxmeqsûd a Herêma Helebê û  Fatma Hesen jî ji dayika Fatma ya ku bi 20 salan bi hev re jiyane wiha bi lêv kir: " Ez pir di bin bandora şehadeta rêhevala xwe Fatma mam. Dema ku xebera şehadeta wê gihîşt min ez aliyekî ve xemgîn bûm û ji aliyê din ve jî kêfxweş bûm. Ji ber ku her kes nikare xwe bigîhîne asta şehadet û berxwedêriyê. Berxwedêrî  layiqî Fatmayê ye".
 
'Di serhildana li  hemberî dagirkeriya Tirkan de pêşengtî dikir'
 
Fatma Hesen anî ziman  ku dewleta Tirk her roj sînora Efrînê binpê dikir û wiha gotinên xwe dewam kir: " Dayika Fatma dagirkeriya Dewleta Tirk a ji bo Xaka Rojava napejirand, ji ber vê yekê bi awayekî çalak tevlî xwepêşandanan bû û serî li hemberî wan hilda. 
 
'Berxwedana rûmetê  wê her bidome' 
 
Di dawiya axaftina xwe de Fatma Hesen wiha got: " Berxwedana her du hevalên Kongra Star bandorek mezin li ser Jina Kurd û hemû gelê Efrînê çêkir û got: " Em berxwedana herdu tekoşerên azadiyê bi bîr tînin. Ev dayikên me dê her tim di dilên me de bin."