Di agirê Nesrînê de li dijî tecrîdê berxwedan…

  • 09:59 18 Mijdar 2017
  • Portre
Pîroz Zirig
 
AMED - Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan polîtîkayên di salên 2000’î de pêk hatiye tîne hişê mirovan. Bê guman berxwedanên wê demê jî. Yek ji van berxwedanan, berxwedana Nesrîn Tekeyê ya li dijî tecrîdê bedena xwe da ber agir e.  Nesrînê wiha gotibû ‘Xwezî ji canê min wêdetir tiştekî din ê min bida hebûya’. 
 
Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome. Tiştên niha tên jiyîn geşedanên salên 2000’î tîne hişê mirovan. Gelê Kurd tiştên tên jiyîn wek darbeyê bi nav dike.
 
Di sala 2000’î de ji ber agahî ji Abdullah Ocalan nedihat girtin, Nûnera Kovara Ozgur Halkê  Nesrîn Tekeyê agir berda bedena xwe. Nesrînê di 2’ê Hezîrana 2000’î de agir berda bedena xwe. Nesrînê bi saya Kovara Dîrîlîşê PKK nas kir û ji 13 saliya xwe heta 19 saliya xwe di gelek çalakî û bernameyan de di eniya pêş de cih girt.
 
‘Bi fikir û îdelojîk mezin bûn’
 
Nesrînê hedef kiribû ku di aliyê îdeolojîk de xwe bigihîne. Dayika wê di çenteyê wê de wêneyên Leyla Qasim ên darvekirinê dibîne û gazinc dike. Nesrînê dibêje ‘Dema tu mezin bû tuyê fêm bikî ez çima dixwînim. Ez dema behsa mezinbûnê dikim behsa temen nakim. Behsa mezinbûna fikir û îdeolojîk dikim.”
Nesrîn dema li Sûra Amedê dijiya, li ser înfazkirina du gerîlayên li taxê sê rojan ji odeya xwe derneket û şîn girt. Wê demê hîna 15 salî bû. 
 
‘Em nikaribûn biaxivin, bûn ziman û dengê me’
 
Nesrînê piştî dibistana lîseyê nûneriya Kovara Ozgur Halkê ya Amedê digire ser xwe. Nesrînê hêrsa xwe ya li dijî radestkirina Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê ji malbatê re dibêje: "Me nedidît, bû çavê me, me nedibihîst, bû gûhê me, bû ziman, dengê me. Çawa dibêjin nikare hevdîtin pêk bê."
 
Piştî vê qêrînê  Nesrînê bedena xwe da ber agir û  dirûşmên ‘Bijî serok Apo, Bijî PKK û kes nikare roja me tarî bike’ berz dike.  Dê, bav û xwişka wê ya dengê wê dibihîze diçin odeyê û hewl didin agir bitemirînin. Lê Nesrîn desturê nade vê yekê.
 
‘Ez çi bikim mêjiyê xwe ez wêya pêk tînim’
 
Nesrînê radikin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Zanîngeha Dîcleyê. Nesrîn di bin dermankirinê de jî şûnde gavê navêje. Amîrê polîs Bulent çû ser Nesrînê û got ‘Nesrîn xanim ev mabû te ev jî kir’ û Nesrînê jî ev bersiv da ‘Tu min nas nakî, ez çi bikim mêjiyê xwe  ez wêya pêk tînim’.
 
‘Min nexwest aştiyê bi teqînim’
 
Li nexweşxaneyê piştî 20 deqeyan şûnde agahî didin malbatê û dibêjin bibin Edeneyê. Nexweşxaneyên Edenê Nesrîn qebûl nekirin û li nexweşxaneyek taybet razandin. Nesrînê 28 rojan hat dermankirin û ji bo pirsan wiha digot ‘Min dikarî bedena xwe bikira bombe û di nav dijmin de biteqanda. Lê pêvajoya aştiyê bû. Min nexwest ez aştiyê biteqînim.”
 
‘Ji bilî canê min tiştekî din hebûya’
 
Di pêvajoya dermankirina 28 rojan de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin hatin kirin û bi hevkariya parêzerên wî re peyam ji Nesrînê re tê ragihandin. Abdullah Ocalan, Nesrînê silav dike, lê çalakiyê şaş dibîne. Nesrînê li ser vê  wiha gotibû ‘Silavên wî ez gelek kêfxweş kirim. Lê ji bilî vêya rêbaz tunebû. Xwezî ji canê min wêdetir tiştek hebûya.”
 
Di dawiya 28 rojan de Nesrîna ku rewşa wê ber bi başiyê ve diçû, di 29’ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da.