Dê Hêlînê her hebe...

  • 10:36 3 Nîsan 2022
  • Portre
 
Marta Somek
 
ÇANAKKALE - Dayika endama Grup Yorumê Hêlîn Bolek a ji bo stranên xwe bi awayekî azad bibêje dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribû û jiyana xwe ji dest dabû, diyar kir ku keça wê ji bo huner û muzîkê canê xwe daye û wiha got:"Hêlînek çû bi hezaran Hêlîn hatin. Dê Hêlînê her hebe."
 
Grup Yorum yek ji komên muzikê yên Tirkiyeyê yên şoreşger a ku bi awayekî xweser muzîka xwe dikir bû. Ji sala ku ava bûye ango ji sala 1985'an heta niha her tim ev kom bi qedexe, binçavkirin û girtinan rû bi rû maye. Polîsan gelek caran bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê ya Grup Yorumê karê xwe lê dikir, girtine. Gelek kampanya hatin destpêkirin, daxuyanî hatin dayin û bertek hatin nîşandan. Lê belê zextên li ser Grup Yorumê bi dawî nebûn. Hêlîn Bolek û Îbrahim Gokçek li dijî zextan û ji bo bi awayekî azad stranên xwe bibêjin dest bi rojiya mirinê kirin. Hêlîn û Îbrahîm ên ku gelek caran dihatin girtin ji ber daxwazên wan bi cih nehatin piştî tehliye bûn çalakiyên xwe li Mala Serhildanê ya li Kuçuk Armutluyê domandin. Hêlînê greva xwe ya birçîbûnê ya ku 213 rojî domand di 19'ê Çileyê ya 2020'î de veguhert rojiya mirinê. Hêlînê di 3'yê Nîsana 2020'î de di roja 288'emîn a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da. 
 
Me li dayika Hêlîn Bolek a ku 288 rojî li berxwe da, Aygul Bilgi guhdar kir. 
 
'Zayina wê bû mîlada min'
 
Hêlînê di 5'ê Hezîrana 1991'ê de li Amedê ji dayik bû. Aygula ku anî ziman wê gelekî dixwest keçeke wê çêbibe wiha got:"Hêlînê zarokeke hêja bû, zayina wê bû mîlada min, ji bo min cîhan Hêlînê bû. Hêlînê qerfok bû ji henekan hez dikir û aram bû."
 
Koça ber bi Stenbolê ve
 
Piştre Hêlîn û malbata xwe di 2004'an de li Stenbolê bi cih dibin. Hêlîna serkeftî dema li Amedê bû hem basket dilîst hem jî wênê xêz dikir.  
 
Çalakiya yekem
 
Aygulê da zanîn ku Hêlînê xwediyê dilekî pak bû û wiha domand:"Hêlînê lîse li Stenbolê xwend. Hêlînê dixwest Şêwirmendiya Psîkolojî û Rehbertiyê bixwîne lê belê li ser xwesteka bavê xwe li Çanakkaleyê beşa Darayî dixwîne. Ew çalakiya xwe ya ewil li zanîngehê dike. Ji bo buhayên li cihê xwarinê kêm bibe çalakiyê dike. Her wiha ji bo heqê rê kêm bibe dimeşin û heqê rê dikeve."
 
'Te min biribû Newrozê'
 
Hêlînê bi Firat Kil ê ku bi wê re li heman zanîngehê dixwend diçe Stenbolê û gava ewil a naskirina Grup Yorumê li vir tê avêtin. Aygulê wiha domand:"Hêlînê dixwest bi Grup Yorumê re muzika bandorê li gel bike çêbike. Got ez dixwazim şoreşgeriyê bikim. Di çalakiyan de dihat binçavkirin. Min jî digot ez qêmîş te nakim şîmaqeqê li te bixim lê mêrên xelkê tên li te didin û te li erdê kaş dikin. Wê jî digot li ber nekeve ma ne tu bû ya ku bi destên min girt û min bir Newrozê. "
 
Rojiya mirinê: Ji bo ez bimirim min ev biryar negirt
 
Aygulê diyar kir ku divê mirovên wekî Hêlînê bijîn û wiha lê zêde kir:"Dema Hêlînê biryara rojiya mirinê da, got 'Ez ji jiyanê hez dikim, ji bo ez bimirim min ev biryar neda, ji bo mirov hîn baş bijîn min ev biryar da."
 
Mala serhildanê...
 
Aygulê da zanîn ku keça min ji ber tehliye nebû min nedixwest ew bi tenê bimîne dema hatibû girtin û li Gebzeyê bû ez jî çûm li Gebzeyê bi cih bûm û wiha pê de çû:"Tevî hemû qedexeyan ez her hefte diçûm girtîgehê. Dema Hêlînê derket jî çalakiya xwe domand ji ber ku daxwaz nehatibûn qebûlkirin. Li Kuçuk Armutluyê xaniyek girtin û navê wî xaniyî kirin Mala serhildanê." 
 
'Hêlînê ji 74 kîloyê daketibû 30 kîloyî'
 
Aygulê da zanîn ku Hêlînê biryar dabû çalakiya greva birçîbûnê veguherîne rojiya mirinê û vê yekê ew gelekî xemgîn kiriye û wiha domand:"Ez wê demê de her tim li gel keça xwe bûm. Min tu carî ew tenê nehişt. Min qêmîş nedikir ez dest wê bidim. Sultanê kerr ev çalakî bihîst lê belê kesên biryar di mista wan de nebihîst û daxwazên wan qebûl nekirin. Hêlînê ji 74 kîloyê daketibû 30 kîloyî. Dema çalakiyê dewam dikir polîsan bi ser mala serhildanê de jî girtin. Wê demê Hêlîn û Îbrahîm revandin û me kelepçeya berovajî kirin. Piştre saet di 5'an de em berdan. Me piştre bihîst Hêlîn û Îbrahîm birine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Umraniyeyê. Her kes herikî nexweşxaneyê. Bi zorê xwestibûm mudaxaleyî wan bikin û tundiya derûnî li wan kiribûn. Bi hewldana parêzer û parlamenteran hatin tabûrcîkirin. Di 3'yê Nîsana 2020'î de Hêlînê ji nava destên me şemitî û çû. Di demên dawî de gurçikên wê betal bûbûn. Dema qurtek av vexwara verdişiya." 
 
'Dê hemû biçin lê belê wê Hêlînê bimîne'
 
Aygulê da zanîn têkoşîna Hêlînê ne tenê li Tirkiyeyê li hemû cîhanê hat bihîstin û wiha got:"Li ser navê Hêlînê stran hatin çêkirin, helbest hatin xwendin û wênê hatin xêzkirin. Hêlînê ji bo huner û muzîkê canê xwe da. Hêlînek çû bi hezaran Hêlîn hatin. Dê Hêlînê her hebe. Dê hemû biçin lê belê wê Hêlînê bimîne. Ew ne tenê Hêlîna min a her kesî ye. Her kes ji bo azadiya xwe çi ji destên wan tê bila bikin. Hêlînê belasebe canê xwe neda. Li ser şopa Hêlînê bin."