Li hemberî zilmê serî rakir: Emîne Ozerk

  • 09:01 2 Nîsan 2022
  • Portre
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX - Dayika Aştiyê Emîne Ozerk, ligel her zehmetiyên jiyanê bi têkoşînê li ser piyan maye. Ji bo wê jiyan bi berxwedanê watedar dibe û dibêjê: "Heke em dayik dest bidin hevdû û em dikarin li hemberî her cureyên zilmê serî rakin." 
 
Li ser vê erdnegariyê têkoşîna jiyanê ya Dayikên Aştiyê û berxwedana wan a li hemberî her cureyên zilmê bi nav û deng e. Dayikên ku gelek caran pêşengtiya pêvajoyê kirin, di nav jiyana xwe ya malbatî û civakî de jî di nav têkoşînê de bûn. Yek jî wan dayikan Emîne Ozerk e. Emîne bi eslê xwe ji bajarokê Gundikê Melî ya Şirnexê ye. Emîne ji ajansa me re behsa jiyana xwe kir. 
 
'Êdî veger nîn bû...'
 
Emîneya ku dema di 12 saliyê de hatiye zewicandin û wiha behsa zarokatiya xwe û zewicandina xwe kir: "Rojek ez bi hevalên xwe re çûm çolê. Êvarê hatim malê min xwarin dixwar, dayika min got ‘me, te daye...' Min serê ewilî fêm nekir û min nedizanî ku zewac çiye. Ez zarok bûm. Min digot piştre ez ê dîsa vegerim mala xwe. Lê piştre min dît ku êdî veger nîne. Piştî çend salan du zarokên min çêbûn."
 
'Me cerdevanî qebûl nekir'
 
Di sala 1984'an de li Dihê, Şirnex û Gundikê Melî şer û pêvçûn derket û malbat ji neçariyê cih û warê xwe hişt, berê xwe da Silopiyê. Malbatê li Silopiyê ji xwe re xanî çêkir. Piştî çend salan carekdin mezinên malê biryara vegera gund dan. 6 sal dû re, di sala 1994'an de leşker bi ser gund digirin, Emîne wiha qala wan rojan kir: "Wê demê leşkeran bi ser gundê me de girt û cerdevaniyê li me ferz kirin. Lê belê tu kesî cerdevaniyê qebûl nekir."
 
'Gundê me weran kirin'
 
Emîne, diyar kir ku gundê wan gundekî xweş bûye, bax, baxce û rezên wan hebûye lê rojek leşker bi ser gunde girtiye û got: "Leşkeran xwestin em di nav 24 saetan de gund valabikin. Lê kesek guhdariya leşkeran nekir, lê belê leşker ketin nava xaniyên me û hemû hilweşandin. Bax û baxçeyên me dan ber agir. Sewalên me qetil kirin. Gundê me wêran kirin. Bi guleyan ji malbatekî sê kes hat kuştin û du kes jî birîndar bûn. Zilmeke nedîti li me kirin. Em êdî ji neçariyê ji gund derketin. Ev nêzî 27-28 sal in em ji gund derketine."
 
‘Min 15 salan bi firotina şîrînayiyê debara xwe kir' 
 
Emîne carek din ji neçariyê wegeriyan Silopiyê û li vir ji bo wan jiyanek nû dest pê kir. Emîne wiha rewşa xwe anî ziman: "Wegera li Silopiyê ji bo me gelek zehmet bû. Ji ber ku tiştek me nema bû. Ji bo debara rojane diviya em bixebitin. Min li Silopiyê dest bi çêkirina şirînayiyê kir. Min nêzî 15 salan bi çêkirina şîrînayiyê debara xwe kir. Min zarokên xwe da xwendin. Her wiha 8 salan jî me li bajarên tirkan karkeriya demsalî jî kir. Ez di gelek karan de xebitim. Em niha karê şûştina mehfûran dikin û debara xwe pê dikin." 
 
Di nav xebatên siyasetê de cih girt
 
Ligel jiyana rojane Emîne, di nav xebatên siyasî de jî cih digirt. Emîne wiha qala xwe ya xebatên siyasî kir: "Mîtîng çêbûna ez diçûm, civîn hebûna ez diçûm. Berê li taxan xebat dihat kirin û ez jî tevlî wan xebatan dibûm. Jixwe min berê jî partî nas dikir. Piştî ku ez tevlî xebatên rêxistinê bûm, ez hînê gelek tiştan bûm. Ez bi saya partiyê şiyar bûn. Ev 15 sal in ez tevlî xebatên partiyê bûme. Ez di partiyên DEHAP, OTP, DTP, BDP, HDP û DBP’ê de xebitîm û gelek caran di rêveberiyê de min berpirsiyarî girt. Ez niha jî di nav xebatên HDP’ê de cih digirim. Ev du sal in jî di nav Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Silopiyê de cih digirim."
 
‘Êdî bes e!' 
 
Emîne, destnîşan kir ku ji bo pêkanîna aştî, azadî û edaletê di nav xebatên Meclîsa Dayikên Aştiyê de cih girtiye û wiha axivî: "Ji bo jiyaneke azad ez tevlî xebatên dayikan bûm. Em dayik li hemberî zilmê serî radikin. Em dayik şer naxwazin. Em dayik edaletê dixwazin. Em jî dixwazina wekî gelên din di nava jiyanek azad û aramî de bijîn. Em kurd jî jiyanek azad dixwazin. Îro jî nasname, ziman û hebûna me nayê qebûlkirin. Em jî li dijî vê tiştê li berxwe didin. Em heta hebûna xwe li wan bidin qebûl kirin em ê li berxwe bidin. Gelê Kurd bi sedsalan bi zilmê re rûbirû mane. Gund û warê kurdan hatin şewitandin û hatin wêrankirin. Agir berdan dar û daristanên me. Em dayik dibêjin êdî bes e!" 
 
‘Li hemberî zilmê em dest bidin hevdû'
 
Emîneya ku ji ber kar û xebatên xwe gelek caran hatiye binçavkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hatin û çûna me ya partiya wek sûc tê dîtin. Piştî ku ez tevlî xebatên partiyê bûm gelek caran derbarê min de lêpirsîn hatin destpêkirin. Herî dawiyê ji ber ku ez tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûm, ez û gelek dayikên dinê hatin binçavkirin. Ne mimkûne em dev ji partiya xwe berdin. Heta em saxbin em ê li ser vê dozê û rêyê bin. Heta azadî û aştî ava bibe em ê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe bidomînin. Xwesteka min ji gel û bi taybetî ji dayikan ew e ku werin tevlî xebatan bidin. Em dest bidin hevdû û li hember zilmê serî rakin.”