Îpek Elmas bi gotina 'Kamber Ateş nasilsin' di hişê me de ma

  • 09:04 17 Sibat 2022
  • Portre
 
Oznur Deger
 
ENQERE - Îpek Elmas a bi gotina ‘Kamber Ateş Nasilsin (Kamber Ateş tu çawa yî)?’ di hişê me de ma,  li dijî qedexekirina zimanê xwe di 86 salên jiyana xwe de, bi nefêrbûna zimanê tirkî xwedî li ziman û axa xwe derket.
 
Di darbeya leşkerî ya 12’ê îlonê de  kurê Îpek Elmas, Kamber Ateş tê girtin. Gotina ‘Kamber Ateş Nasilsin?’ aydê Îpek Elmas ya ku yek gotinek tirkî nizane ye. Pirsa ‘Kamber Ateş Nasilsin?’ mînaka herî şênber ya îşkence, zexta dewletê ya li ser gelan nîşan dide.
 
'Kurteya çîroka Gelê Kurd e'
 
Gotina ‘Kamber Ateş Nasilsin?’ di salên navbera 1980-82’an de li girtîgeha Leşkerî ya Mamaka Enqerê derbas dibe.  Di çîrokê de her çiqas sê kes, Îpek Elmas, Kamber Ateş û Melek Dogru cih bigirin jî di esasê de kurteya çîroka Gelê Kurd nîşan dide.
 
Zimanê wê qedexe kirin lê dest ji dîtina kurê xwe berneda
 
Îpek Elmas bi keça xwe Melek Dogru re  ji bo kurê xwe Kamber Ateş bibîne, diçe girtîgeha Leşkerî ya Mamakê ku bi darbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'yî re veguherîbû îşkencexaneyê. Li girtîgehê pirsgirêkek cidî hebû. Li korîdorên girtîgehê afîşên ‘ji bilî tirkî ziman qedexe ye’ daliqandibûn.  Îpek ya ku bi hesreta kurê xwe dijî gotinek tirkî nizane. Tevî vê bi keça xwe Melekê re ji Sêwasê diçe Enqereyê girtîgeha Mamakê. Îpekê ji ber ku zimanê wê qedexe ye beriya hevdîtinê gotina ‘Nasilsin’ ji ber dike ku bi kurê xwe re biaxive.  Îpekê seranserê hevdîtinê  got ‘Kamber Ateş Nasilsin?’ û li aliyekî jî  bi çav û nêrînên xwe bi lawê xwe re diaxive. 
 
Îpek ya bi gotinên ‘Kamber Ateş Nasilsin’ di hişan de cih girt û heta dawiya jiyana xwe zimanê xwe parast di 11’ê Sibatê de li Stenbolê di 86 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
 
Îpek ya Koçgiriyî
 
Îpek a ji gundê Derekoy ê navçeya Îmranli ya Sêwasê zaroka duyem a malbateke kurd e. Îpek ji eşîra Koçgiriyê ye û bi baweriya Elewitiyê mezin dibe. Îpek bi nasnameya xwe kedkar û alîkar tê zanîn û di zarokatiya xwe de ji aliyê her kesî ve tê hezkirin.
 
Zewac red kir
 
Di temenê ciwan de bi Huseyîn Ateş yê xizmê wê bû re hat zewicandin. Du zarokên wê çêdibin û 10 salan zewicandî dimîne. Huseyîn wan terk dike. Civak ji nû ve zewacê lê ferz dike lê ew zewacê red dike û zarokên xwe tercih dike. Bi çandinî û sewalkariyê re mijûl dibe. Bi nasnameya xwe ya kedkar dertê pêş.
 
Baweriya bi rojê: Ya xizir!
 
Îpek ya gelek girêdayê bawerî û axê ye, berê xwe dide rojê bi kurdî duaya ‘Bila daxwaza min bê cih ya Xizir’ dike. Kurê wê Kamber li Enqereyê, keça wê Melek jî li Stenbolê dijî. Di encama israrên zarokên wê de 12 sal berê diçe cem keça xwe Melekê. Lê Melekê herdem bi hesreta axa xwe ye. Îpek havînan diçe serdana gundê xwe.
 
Tirkî fêr nebû
 
Îpek ya girêdayî ziman, çand û axa xwe bû, tevî hemû ferzkirinan fêrî tirkî nebû û zimanê xwe parast. Kurê wê Kamber der barê dayika xwe de wiha dibêje ‘Min qet nedît ku tirkî axivî. Derdê wê yê wisa tune bû. Wê girîngî dida zimanê xwe, ax û derdora xwe. Jinek xwezayî bû.”
 
Bi dehan kes tevlî merasîma cenazeyê wê bûn
 
Cenazeyê Îpek a ku bi gotina ‘Kamber Ateş Nasilsin?’ di hişan de cih girtibû, li gundê wê Derekoy hat definirin. Bi dehan kes tevlî merasîma cenazeyê wê bûn.