Reyhan Cebbarî: Têkoşîna edeletê ji jinan re mîrate hişt

  • 09:05 25 Cotmeh 2021
  • Portre
Habîbe Eren 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Reyhan Cebbarî ji ber parastina cewherî kir, cezayê darvekirinê lê hat birîn, di ser mirina wê de 8 sal derbas bû. Beriya bê darvekirin di nameya ji dayika xwe re nivîsandibû wiha digot: “Ez vê ji dil dibêjim, ez goreke ku tu bê ser û şînê bigirî, naxwazim. Ez naxwazim tu ji bo min reş li xwe bikî. Ji bo rojên min yên zehmet jibîr bikî çi ji destê te tê bike. Bila ba min bigire û bibe.”
 
Reyhan Cebbarî li Tehran a Îranê mîmara hundir bû û di 2007’an de li hember îstîxabatê berê Murteza Abdulalî Serbendî ku tecawizê wê kiribû, parastina cewherî pêk anî û kuşt. Wê demê Reyhan hîna 19 salî bû û hat girtin. Roja Reyhan hat girtin wek bertek porê xwe jê kir û di 2009’an dadgerên rejîma Îranê cezayê darvekirinê lê birîn.  Reyhanê di hemû rûniştinên xwe de got wê parastina cewherî pêk aniye lê hat tecrîdkirin, îşkence lê hat kirin û herî dawî hat qetilkirin.
 
Wê demê teşkîlata îstîxbarata Îranê li bajarê Îsfanê asît avêt rûyê jinekê. Bi hezaran kes li dijî vê ketin kolanan. Reyhanî Cabbarî wê demê hat darvekirin. Bi vê darvekirinê jî xwestin çavê jinan û civakê bitirsînin. 
 
Ji bo xwe biparêze neçar ma birîndar bike
 
Di îfadeya Reyhanê û girtekên dosyayê de roja bûyerê wiha tê vegotin: “Îstîxbaratê berê Murteza, ji Reyhanê dixwaze ku di avahiyeke nû de ofîsa wî dekore bike. Roja bûyerê Murteza Reyhanê digire û ji marketê ava fêkî, dermanê xewê û kondomê digire. Li ofîsê êrîşê Reyhanê dike. Reyhan ji bo xwe biparêze kêra aydê Murteza digire û birîndar dike. Reyhan ku direve derve gazî ambolansê dike, dibêje kesek birîndar kiriye , mudaxale bikin. Ambulans dereng tê cihê bûyerê, Murteza ji ber windabûna xwînê dimire.”
 
Du mehan di hucrê de tê girtin
 
Reyhan tê girtin, du mehan di hucrê de dimîne, destûr nadin bi malbat û parêzeran re bikeve têkiliyê. Di 2009’an de dadgeha Tehranê cezayê mirinê lê dibire. Rêxistina Efûya Navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropa, ji bo  biryar vekişine gelek hewldan kir. Kampanya hat destpekirin û 20 hezar îmze hat komkirin. Ji bo rawestîna înfazê li ser çapemeniya civakî kampanya hat destpêkirin. Ji aliyê jinên cîhanê ve kampanya hat despêkirin. Tevî vê Reyhan di 25’ê cotmeha 2014’an de li girtîgeha Recayî Şehr hat înfazkirin.
 
Îstîxbarata Îranê tevlî dozê kirin
 
Doza Reyhanê ne dozek ji rêzê bû. Qanûnên Îranê parastina rewa wek ‘ji qestî kes kuştin’ nirxand û tevî îfade û delîlan bi vê sûcdariyê hat darizandin.  Her wiha îstîxbarata Îranê jî tevlî dozê hat kirin û li gorî hinek agahiya li ser daxwaza malbata Murteza dikaribû darvekirin bihata rawestandin.
 
Bi îşkencê îfade girtin
 
Apê Reyhanê di konferansekê de behsa wê kir û got Reyhan beriya bê darvekirin di hucra yek kesî de hatiye girtin, li wir îşkence lê hatiye kirin û di bi îşkenceyê de xwestine îfadeyê berovajî bigirin. Lê Reyhan her tim li pişt îfadeya xwe bû û got bi armanca parastinê Murteza kuştiye.
 
Daxwaza wê ya dawî neanîn cih
 
Reyhan beriya bê darvekirin nameyek ji dayika xwe re nivîsî û gotibû ji bo wê şînê negirin, reş li xwe nekin û bila organên wê bên bexşkirin. Lê beyî agahiyê bidin malbat û parêzeran, Reyhan hat darvekirin, bi tevlîbûna kesên ji îstîxbaratê bi zor li Behîştî Zehra hat definkirin. Nehiştin dayika wê cara dawî keça xwe bibîne.
 
Reyhanê di nameya ku hiştibû de gotibû mirin ne dawiya jiyanê ye û ev nîşeyên ku ji jinan re mîrate hişt nivîsî:
 
‘Birêz Sholeh,
 
Ji ber ez ji te fêr nebûm ku hatime dawiya rûpela pirtûka jiyana xwe hinek şikestîme. Gelo tu difikirî ku divê ez bizanim? Ji ber xemgînim dizanî ku çiqas mahcub im. Çima te şans neda min ku ez destê te û bavê xwe maçî bikim?
 
Cîhanê ji bo ez bijîm 19 sal da min. Divê ez di wê şeva bêyom de bimirama. Divê bedena min li aliyekî bajêr bihata avêtin û çend roj şûnde polîsan gazî te bikira ku tu bedena min teşîs biki, tecawiz jî te ji doktor fê bikira. Ji ber em ne xwedî hêz û serweta wan bûn, tu car wê kujer nehatiba dîtin. Teyê bi êş, elem û şermê jiyan bidomanda, çend sal şûnde wê ji ber vê bimirana.
 
Lê ev çîroka lanetkirî guherî. Bedena min li girtîgeha Evînê, li hucrê hat çalkirin, niha jî li  Girtîgeha Şehre Ray ya dişibe goristanê. Lê qedera min ev e, gazincan neke. Tu ji min baştir dizanî, mirin ne dawiya jiyanê.
 
Te fêrî me kiribû, dema em diçûn dibistanê te digot li dijî gilî an jî şer, xanim xatun bin. Tê bîra te, te em çawa tembîh dikirin? Tecrubeyên te şaş bûn. Dema ew bûyer hat serê min, tiştên te fêrî min kir, alîkarî neda min. Li dadgehê ez sûcdarek zalim nîşandan. Min tu car rondik nebarand. Min xwe navêt lingên wan.
 
Ji ber bi qanûnan bawer bûm negiriyam
 
Lê ez hatim sûcdarkirin. Ez ji cînayetê dihatim sûcdarkirin. Welatê ku te hezkirina wê li dilê min nexş kir, tu car ez nexwestim. Dema me gotinên wan yên herî xerab guhdar kir kesî piştgirî neda min. Dema min porê xwe ku nîşaneya min ya dawî ya xweşikbûna min bû, bin birî, 11 roj cezayê hucreyê dan min.
 
Birêz Sholeh, 
 
Ji ber van tiştên dibêjm negrî. Dayika min, fikr û nêrînên min guherîn. Berpirsê vê ne tuyî. Dawiya gotinên min nayê; dema ku beyî te, beyî agahiya te min înfaz bikin, ji bo ev name bigihêje te didim yekî. Wek mîrate gelek nivîsên xwe ji te re dihêlim.
 
Dîsa beriya bimrim ji te tiştekî dixwazim. Di esasê de ji vê cîhan û vî welatî yekane tiştî dixwazim. Dizanim ji bo vê dem pêwist e. Lê ji kerema xwe re negirî û guhdar bike…
 
Ez ji te dixwazim ku tu biçî dadgehê û vê daxwaza min bêjî, min li girtîgehê nikaribû nameyek wisa binivîsim. Tuyê ji bo min carek din êşê bikşînî.
 
Dayika min ya dilê wê xweş, birêz Sholeh, ez ji canê xwe pirtir ji te hez dikim. Ez naxwazim di bin axê de birizim. Ez naxwazim çavên min, dilê min yê ciwan bin axê de birize. Çawa hatim darvekirin, dixwazim ku tu  dilê min, gurçika min, çav, hestî, ji bedena min dikare bê neql kirin, bidin kesên hewcedariya wan pê heye. Yên ku organên min digirin jî bila navê min nizanibin, bila kulîkekê ji min re negirin, heta bila dua jî ji min re nekin.
 
Ez vê ji dil dibêjim, ez goreke ku tu bê ser û şînê bigirî, naxwazim. Ez naxwazim tu ji bo min reş li xwe bikî. Ji bo rojên min yên zehmet jibîr bikî çi ji destê te tê bike. Bila ba min bigire û bibe. 
 
Cîhanê ji me hez nekir. Ez qedera xwe naxwazim. Ez niha mirinê hembêz dikim û dawî li vê tînim. Ji ber ku ez ê li dadgeha Xweda, kesên ku ez lêpirsîn kirim, doza xwe vekim. Ez ê dadgerên Dadgeha Bilind gilî bikim.
 
Ez ê  li dadgeha Xwedê Dr. Farvandî û Kasim Şabanî gilî bikim, hemû kesên ku mafên min binpê kirin gilî bikim.
 
Dayika min a dil xweş Sholeh, em ê bipên ku bibînin Xweda çi dixwaze. Min dixwest ku heta mirinê te hembêz bikim. Ez ji tez dikim.”