Evîndara doza Kurdistanê: Leyla Qasim

  • 11:39 12 Gulan 2021
  • Portre
Sema Çaglak
 
AMED - Leyla Qasim jineke têkoşer û şervan bû. Wekî bi navê xwe şev bû eşq bû. Lê evîna wê ji bo doza azadiya Kurdîstanê bû. Leyla li dû xwe mîrateyeke mezin hişt û wê her bi gotina xwe ya “ Mirina min şiyarbûna gelê min e” bê bîranîn.  
 
Di dîroka têkoşîna azadiya Kurdîstanê de gelek jinên pêşeng û leheng hene ku têkoşîn jixwe re hilbijartine,  li dijî dijmin seknekê berwedêr nîşan dane û navê xwe bi tîpên zêrin di rûpelên dîrokê de nivîsandin e. Yek ji wan jinên leheng jî Leyla Qasim e ku bi gotina xwe ya  “Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuştina min bi hezaran Kurd dê ji xewa giran şiyar bibin. Ez pir kêfxweş im ku bi serfirazî û di rêya azadiya Kurdistanê de canê xwe feda dikim"bûye sedema şiyarbûna Gelê Kurd. Leyla Qasim di dilê her kurdekî cihê xwe girt. 
 
Leyla Qasim di sala 1952’an de li bajarê Xaneqîn ê Başûrê Kurdistanê di nava malbatek hêjar û welatperwer de çavê xwe li cîhanê vedike.  Malbata Leyla ji ber pirsgirêk û aloziyên xizaniyê, di sala 1958’an de koçî Bexdayê kirin. Leyla, li Bexdayê li Zanîngehê beşa civaknasiyê dixwîne. Di pêvajoya xwendinê de ji rewşa gelê xwe û bindestiya welatê xwe bibandor dibe.  Leyla ji bo bidestxistina mafên netewî li Baxdayê di temena xwe yê ciwan de di nav Yekitiya Xwendekarên Kurdîstanê de cih digire û li gel hevalên xwe yên xwendekar hewil didin ku ji bo şiyarbûna gelê kurd çalakiyên bibandor pêk bînin.  
 
‘Leyla û hevalên xwe bûn evîndarên doza Kurdistanê’
 
Leyla di demeke girîng de ku BAAS’îyan hebûna netewa wê înkar dikir, bû evîndara doza Kurdistanê. Wê biryar da ku heta bi destxistina mafê xwe yê netewî li gel hevalên xwe  ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bixebitin. Leyla  bi hevalên xwe re  di sala 1974’an de bi hev re li ser rewşa civaknasiya Kurdan gotarek nivîsandibûn û li derfetekê digeriyan ku gotara xwe biweşînin. Xwestin ku wê gotarê di nava gel de belav bikin. Lê ji nû ve destpêkirina şer û girtina wan bû sedem ku nivîsa wan nekeve destê xwendevanên Kurd û nivîs ji aliyê sîxurên BAAS ve hat wendakirin.
 
‘Ji bo balê bikşîne ser komkujiya li dijî Gelê Kurd balafir revand’
 
Di sala 1974’an de Rêjîma BAAS’ê li dijî Gelê Kurd şerekî giran û hovane da destpêkirin. Malbatên kurd ji Bexdadê derxistin.  Rewşa siyasî ya kurdan roj bi roj xirabtir bû. Li Bexdayê endamên Îstixbarata dewletê bi sedan xwendevan û Kurdên welatperwer girtin. Herwiha, li Kurdistanê jî bi dehan gund hatin wêrankirin. Rêjîma Iraqê Bajarê Qeladizê bombebaran kir. Gelek kurd di encama bombebaranê de hatin qetilkirin. Li hemberî van hovîtiyên rejîma Iraqê, gelek xwendevan û sivîlan ji Bexdad û bajarên din yên Iraqê xwe gihandin çiyayên Kurdistanê û tevlî hêzên pêşmergeyan bûn. Leyla Qasim û hevalên xwe jî di wê baweriyê de bûn ku divê xebat ne tenê li çiyayên Kurdistanê, pêwîst e di nava cergê dijmin de û bi taybetî jî li bajarê Bexdayê bê domandin. Wekî ku Leyla di gotineke xwe de jî vê tîne ziman û dibêje, “Pêwîste gel hîn bibin ku bi hêza xwe mafên xwe yên meşrû ji çengê hakimên dîktator derxînin.” Leyla Qasim û hevalên xwe ji bo balê bikşîn ser komkujiya li dijî Gelê Kurd hewldan balafirê birevîne û piştî vê yekê di 24’ê nîsana 1974’an de hate girtin. Dema li girtîgehê bû rastî cureyên îşkenceyên mezin hat.
 
Dîrokê Leylayê mafdar xist
 
Leyla di dema darizandinê de jî parastinê dike û wiha dibêje: “Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuştina min bi hezaran Kurd dê ji xewa giran şiyar bin, ez pir kêfxweş im ku bi serfirazî û di riya azadiya Kurdistanê de canê xwe feda dikim.” Dema ku Leyla Qasim dibin sêdarê jî sirûda  "Ey Reqîb" dibêje û wisa diçe. Bi biryara Sedam Hisên Leyla û 4 hevalên xwe di 12’ê gulana 1974’an de hatin bidarvekirin. Piştî bi darvekirina Leyla Qasim û hevalên wê demek zêde derbas nebû ku birayê Leyla Qasim ê bi navê Selamî li Bexdayê bi hinceta ku wêneyên xwîşka xwe Leyla Qasim belav kiriye, ji aliyê BAAS’iyan ve hate qetilkirin. Belê dîrokê Leylayê mafdar xist. Leyla ne tenê ji bo mafên netewa Kurd serî radike, di heman demê li hember rewşa jina Kurd jî serî radike. Di vê derbarê de wiha dibêje:” Heger Gelê Kurd mafê xwe yê siyasî û hûqûqî nestîne, mafê jina Kurd jî wê hertim bê binpêkirin.”
 
Têkoşîna Leyla Kasim jinên kurd didomînin
 
Leyla bêriya bidarvekirinê ji dayika xwe re gurzek porê xwe wekî  diyarî dişine û wiha dibêje: “ Xem nekin. Ez serfiraz im ku di rêya azadiya Kurdistanê de canê xwe feda dikim.” Leyla ya ku bi doza têkoşîna  Kurdîstanê li du xwe mîrateya azadkirina kurdîstanê hişt, şehadeta wê û hevalên wê bû sebeb ku gelek ciwan bi taybetî hevalên wê yên xwendevan û rewşenbîr tevî nava refên pêşmergeyan bibin û ji bo domandina riya şehîdên Kurdistanê xwe gehandin çiyayên Kurdistanê. Her wiha navê Leyla di nav gelê kurd de belav bû. Gelek kurd navên keçên xwe danîn Leyla. Li ser têkoşîne Leyla helbest hatin nivîsandin,stran hatin gotin. Têkoşîna Layla ya serbilind û bêmetirs îro jî bi Zîlan, Binevş,Berîtan, Mizgîn, Zekiye, Rehşan,Bêrîvan, Ronahî û bi hezaran çeleng û leheng li ser rêya Leylayê dimeşin.