Sakîneya 75 salî: Her êriş bi xwe re serhildaneke nû diafirîne

  • 09:05 31 Çile 2021
  • Portre
Medya Uren  
 
MÊRDÎN - Sakîne Kuday a ku 75 salî di 12 saliya xwe de hatiye zewicandin û di 14 saliya xwe de ji zarok aniye dinê. Dayika 9 zarokan Sakîne heta îro jî hem li hemberî serdestiya malbatê û hem jî li hemberî serdestiya dewletê di nava têkoşînê de bû. Ji bo Sakîneyê her êrîş bi xwe re serhildaneke nû diafirîne.
 
Jinên kurd jiyaneke tijî têkoşîn dirêsin. Geh li dijî mêr û hişmendiya civakê, geh ji li dijî pergalê. Bi hêza xwe li dijî tirsê derdikevin û ji bo kesên din ji dibin feys. Sakîne Kuday a 75 salî ji yek ji wan e ku ji zarokatiya xwe heta niha di nava zehmetiyan de jiyana xwe domandiye. Zarokên xwe ji bi fêrî wê têkoşîna jiyanê kiriye. Em ê niha çîroka jiyana Sakîneyê ji we re bêjin. 
 
Sakine bi eslê xwe ji Amedî ye û hêj di temenê xwe yê 12 salî de bi zorê, bi mêrê ku 20 salan jê mestire re tê zewicandin. Piştî zewacê wê tînin bajarê Mêrdînê û bi malbata hevjînê xwe re dijî. Hem zarok bû hem jî li xerîbiyê bû ev tişt ji bo wê êşek mezin bû. Hej ji her tiştî re biyanî bû di 14 saliya xwe de zarok tîne dine. Ew hîna di zarokatiya xwe de hemû ruyên qirêj yên jiyanê dibîne û li dijî wan zoriyan tim li ber xwe dide.
 
Sakîne tim têdikoşe
 
Sakîne bi giştî dibe dayika 9 zarokan. Li aliyekî bêrîvaniyê dike û li aliyekî ji zarokên xwe mezin dike. Her wiha hêj di temenê xwe yê biçûk de bi êrîşa malbata hevjînê xwe re jî rûbirû dima. Sakîne bi her awayî jiyaneke zor dijî û weke jinekî kedkar ji li hemberî van yekan têkoşîna jiyanê dide. Ji bo zarokên xwe dibe mamosteyê jiyanê û wan hînê heskirina azadiyê û têkoşînê dike.  
 
Êdî êrişên dewletê dest pê dike
 
Jiyana Sakîne  piştî ku ew mezin ji dibe ji rêzê derbaz nabe. Vê carê erişên dewleta tirk li ser wan û malbata wan kêm nabe. Hêdî hêdî çîroskên rêxistina azadiyê li Kurdistanê belav dibe. Malbata Sakîneyê ji ber ku kurd in û bi vê ruhê jî ked didin û beranberê vê jî bi gefên dewletê re jî rûbirû dimînin. Lê ew serî natewînin.  Sakîne bi xwe tevlî meşan û çalakiyan dibe. Hertim di rêzên herî pêş de cih digire û hemû zarokên wê jî jê bandor dibin. Zarokên wê yên ku hîna biçûk in ji tevlî van çalakiyan dibin û bi dehan caran keç û kurên wê tên binçavkirin. Ev rewş heya niha ji berdewam dike.
 
‘Hîna jana îşkenceyên wan dijîm’
 
Sakîne ji me re wiha qala gefên dewletê dike: “Bi şev û roj tebatî bi me nedianîn. Bi dehan leşker dora taxê digirtin û bi ser mala me de dihatin. Me hemûyan kom dikirin û dibirin qereqolê. Bi tiştên ku me nekirine re me sûcdar dikirin. Îşkenceya wan a li ser me tucarî nediqediya. Ev nêzîkatiya wan ji kîna wan ya li dijî kurdan tê. Temenê min diçe 80 sal û ez hîna jî jana îşkenceyên wan dijîm.”
 
Îxraç û girtinên bê hiqûq destpê dike
 
Sakîneya ku bi kêrhatin û zîrekiya xwe re dihat naskirin li dijî van gefan ji berxwedanek mezin da. Lê çiqas kêrhatina wê hebe ji êriş dijwar dibûn, Sakîne wiha dibêjê: "Êriş ji bi xwe re serhildanek nû diafirîrîne. 2 neviyên min yên bi navê Seyît Riza (Dijwar Baran) û Elî Şêr (Şiyar Mazlum) di sala 2011’an de tevlî nava refên gerîla dibin. Her dû pismamê min jî tevlî dibin û şahadeta wan ji di heman meha sala 2018’an de bi hev re pêk tê. Ev yek bandor li malbata me kir. Bavê Seyît û Elî rastî êrişan tên. Kurên min mamostetiyê dikirin lê bi KHK’yê hatin îxraçkirin. Kurê wê yê din Abdulkadîr jî bi awayek bê hiqûq tê girtin." 
 
‘Çi dikin bila bikin em kurd in' 
 
Sakîne wiha dawî li sepêhatiyên xwe anî: "Me jiyana xwe bi vî rengî derbaz kir. Em rastî tundiyan, gefan û îşkenceyan hatin. Ev yek niha ji bi dawî nebûye. Kurê min Abdullkadîr bi îşkenceyê hat birîndar kirin û piyê wê felç bûye. Bi salane girtiye û ev îşkence ligel wê yekê ji berdewam dike. Em ji dayik in. Me ji aştiyê û azadiyê zêdetir tiştek ne xwestiye. Lê çi dikin bila bikin em kurd in."