Dengbêja bi kilama 'Miho' bandoreke mezin kir:Fatma Îsa

  • 10:02 15 Çile 2021
  • Portre
Safiye Alagaş
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Dengbêj Fatma Îsa ya ku di Radyoya Erîvanê de strana 'Miho' got bi dengê xwe bandoreke mezin li ser Gelê Kurd kir. Bi salan dengê wê di radyo û televizyonan de xizmeta muzika kurdî kir. 
 
Dengbêja bi milyonan kurd di bin bandora dengê xwe de hişt Fatma Îsa bû sedem ku di dîroka dengbêjiya kurdî de cihekî girîng bigire. Fatma di 1934'an de li Gundê  Erezeginê yê Azerbaycanê ji dayik dibe û piştî 3 sal jidayikbûna wê mehkûmî sirgunê tê kirin. Vê carê li Gundê Hamzali yê Ermenîstanê dijî. Fatma di nava şerdên sirgun, tundî û zextên feodal de ji dayik dibe. Di 6 saliya wê de dadyika wê û di 8 saliya wê de jî bavê wê jiyana xwe ji dest didin. Apê wê û xwişka wê li wê dinêrin. Di 14 saliya xwe de tê zewicandin. Hewî tê ser Fatmaya ku zarokên we çênabe. Tê gotin hîn ji zarokatiya xwe de dengekî gelekî xweş li ser Fatmayê hebûye. 
 
Gotinan stranan wekî guneh dihat dîtin
 
Fatma di şevên dirêj ên zivistanê de klamên dengbêjan di mejiyê xwe de qeyd dike. Ji bo wê hebûna dengbêjan şansek bû. Dema li wan guhdar dike dixwaze wekî wan bibêje. Dawiyê tevlî dîwana dengbêjan dibe. Melodiyên dengbêjiyê yên di mejiyê xwe de qeyd dike di heman demê de di dilê xwe de jî qeyd dike. Dawiyê van stranan ji xwe re dibêje. Fatmayê di dîwanên jinan de klamên xwe dibêje. Her wiha li zozanan, dema jinan xalîçe çêdikirin û dema karê malê dikir klam digot. Hîn dema zarok bû klam digot û kesên li dora wê jî gelekî ji dengê wê hez dikirin. Di wê demê de gotina stranan a jinên kurd wekî şerm dihat dîtin. Loma stran û klam tenê li gel jinan digot. 
 
Di Radyoya Erîvanê de dibêje
 
Di Radyoya Erîvanê ya ku di heman serdemê de weşana bi kurdî jî dikir de jinan jî klam digotin. Di 1972'yan de xebatkarên radyoyê dikevin nava gel û li jinên dengê wan xweş digerin. Bi vê yekê Fatma Îsa li Radyoya Erîvanê klaman dibêje. Fatma di roportajeke ku daye de wê serdemê wiha rave dike:"Jinên wekî Susika Simo, Zadina Şakir  û hinek jinên din Kurdên Êzidî bûn. Lê belê Radyoya Erîvanê ji bo jinên kurd ên musliman jî dengê wan bê bihîstin xebat da meşandin. Loma hatin herêma me. Emrê min jî êdî mezin bûbû. Tiyê min min pêşniyar kiribû ku li dengê min bê guhdarkirin. Min jî çend klamên klasîk ên kurdî got. Xebatkarên Radyoya Erîvanê li min guhdar kirin û pir di bin bandora dengê min de man. Dawiyê min şandin redaksiyona radyoyê."
 
Fatma di Radyoya Erîvanê de klama 'Miho' tenê carekê dibêje. Di demeke kin de di nava klamên ku herî zêde ji aliyê gel ve tê xwestin ku dîsa bê gotin cihê xwe digire. Dawiyê Fatma ji bo radyoyê 4 klamên din jî dibêje. Fatma bi dengê xwe bandoreke mezin li ser gel dike. 
 
'Dengbêjan dixwestin ez bi wan re bêjim'
 
Fatmaya ku piştî li radyoyê dibêje ji ber zextên civakî careke din nabêje. Fatma di roportaja ku da de sedema negotina xwe wiha rave dike:"Ez carekê çûm radyoyê û min ev klaman gotin. Dawiyê Xelil Muratof, Heciyi Cindî, Mehemedê Slo (Babayev) ji bo ez dîsa bêjin gelekî li ber min geriyan. Dengbêjên radyoyê ji bo ez bi wan re bêjim daxwaz kirin. Dema min li gel bûkan û li zozanan digot gelekî kêfa min dihat. Lê dema min li redaksiyonê digot min fedî dikir û ez aciz dibûm."
 
Fatma bi stran û klamên xwe hezkirin û hesretê rave dike. Li ser kesên li sirgunê jiyana xwe ji dest didin û li ser kesên ji hezkiriyên xwe dûr, li ser xizanan, mirinê û civakê dibêje. 
 
'Bi strana Miho hat veşartin'
 
Fatmaya ku di 15'ê Çileya 2010'an de li Krasnodara Moskovayê jiyana xwe ji dest dide li dû xwe dengekî bi efsûn dihêle. Ji aliyê girseyeke mezin tê oxirkirin. Di cenazeyê Fatma de ji aliyê dengbêjan ve kilama Miho tê gotin. Fatmayê li dû xwe mîrateyeke mezin hişt.