Perîhan Altung: Em ê rexmê hertiştî herdem aştiyê bixwazin!

  • 09:04 5 Çile 2021
  • Portre
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Perîhan Altung a ku niha berdevka Meclîsa Dayikên Aşitiyê ku di vê rêyê de bedelên giran dide û li rexmê vê jî tucarî dev ji têkoşîna xwe bernade dibêje: “Avakirina înîsiyatîfê ji bo min hêviyek bû ku niha jî ez wê hêviyê di dilê xwe de zindî digirim. Ez ê dayik li ji bo daxwaza xwe herdem têbikoşin.”
 
Meclîsa Dayikên Aşitiyê tevgereke ku ji salên 90’î heta roja îro di têkoşîna aşitî û demokrasiyê de rolek xwe ya girîng heyî ye. Yek ji pêşeng û mîmarên vê meclîsê jî Dayika Aşitiyê Perîhan Altung e. Perîhan dibêje rexmê hemû çewisandin, qetilkirin, penabertî, bişaftin û girtinan me bi diruşmeya “Aşitî” li dijî dagirkeran serî rakir û me got êdî bes e. Dayika Aşitiyê bi gotinekê pêvajoya salan pênase dike û soza berdewamiya têkoşînê dide.
 
Em ê guh bidin jiyana Dayika Aşitiyê Perîhan Altung;
 
Perîhan Altung di sala 1955’an de li gundê Çalê yê girêdayî navçeya Nisêbînê ji dayîk dibe. Perîhanê di temenê xwe yê zarokatiyê de bi pismamê xwe yê ku xizane re tê zewicandin. Perîhana ku di derbarê zewacê de tiştek ne dizanî di zarokatiya xwe de bi dijwariyên  jiyanê re rû bi rû dimîn e. Hîna di wê demê de li hemberî nexweşî û aliyê neyînî yê jiyanê fêrî têkoşînê dibe. Tucarî têkçûn qebûl nedikir û serî rakirin ji xwe re kiriye xeta sor.
 
‘Ez ser bilind im’
 
Di salên 80’yî de navê Rêhistinê li  herêma ku perîxanê lê ye belav dibe. Hevjînê Perîhan jî ji rêxistinê bandor dibe û li ser wê îdolojiyê tev digere. Heta wê demê ew û dayika Perîhan dibin dê û bavê 13 zarokan.  Di heman demê de Perîhan jî ji têkoşênê bi bandor dibe. Lê bi caran bi ser mala wan de tê girtin û di pêvajoya salên 90’î de hevjînê wê tê girtin. Piştî ku  40 rojan di îşkenceyê de dimîne tê berdan. Piştî tê berdan heta ku digihînin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide. Li hemberî van yekan  malbat bi bertek e. 2 lawên Perîhanê ku tevlî nava tevgera azadiyê bûne jî jiyana xwe ji dest didin. Perîhan li ser buyerê bi xembarî diaxive û dibêje li xembariya min ne nêrin ez bi wan ser bilind im ku ez bûm dayika şêran û şehîdan.
 
‘Jiyana me li koçberiyê berdewam kir’
 
Perîhanê di serî de wiha qala jiyana xwe dike: “Rexmê ku ez di temenek biçûk de hatim zewicandin jî jiyana me xweş bû. Giliyên me yên wisa mezin ji jiyanê tune bûn. Li ser xaka xwe, bi zimanê xwe, bi çanda xwe me jiyana xwe diborand. Di nava xwezayê de bi xwezayê re girêdayî me debara xwe dikir. Hertişt asayî bû ji dervey zilm û gefan. Dema ez behsê dikim ji dervey gund kesekî nikaribû  qala kurdbûnê bikira. Xweşî bi sînor bû. Di salên 80 – 90’î de êrişên dewleta tirk mezin bûn. Bi jimareke zêde bombe xistin bin xaniyê me ê ku 2 qat bû. Xanî ji bin çû ku me tiştekî xwe jê dernexistibû. Bi vê re jiyana me li dijî xweşiyê û hebûnê bû nebûn û dijwarî. Jiyana me li koçberiyê dewam kir.”
 
‘Me dev ji têkoşîna xwe berneda'
 
Perîhan Altund a bi 11 zarokan re ber bi Îzmîrê ve tê koçberkirin, wiha bahsa koçberiya xwe dike: “Ez û 11 zarok em li ser erdê xwedê man. Em bi rojan li xaniyekî geriyan ku em têde bisitirin. Lê ji ber ku em kurd bun kesekî avahiya xwe bi kîra neda me. Me herî dawî li taxa Qedîfeqeleyê xaniyeke dît ku li wê taxê gelek kurd hebûn. Jêre digotin Mêrdîna biçûk. Em demek dirêj li wir man.  Em wê demê mihtacê xêra xelkê bûn. Ez li wan kolanan li pariyekî nan digeriyam ku 11 kulfetî têr bikim. Em ketin wê rewşê. Lê li rexmê wê rewşa xwe jî me li ber xwe da. Di wan deman de navendeke çandê ya kurdî li wir hate vekirin. Min hemû zarokên xwe dişandin wir ku niha hîna 2 kurên min li wê navenda çandê karê xwe didan berdewam kirin. Me dev ji ziman û çanda xwe berneda.”
 
Avabûna  însiyatifa dayiken aşitiyê
 
Di salên 1996’an de li Stenbolê înîsiyatîfa Dayikên Aşitiyê hate avakirin. Bi meşa xwe ya ji bo aşitiyê ya di salên 1999’an de deng da vê înîsiyatîfê. Ango piştî wê gav bi gav ev înîsiyatîf li bajaran mezin bû. Di heman salê de Perîhan Altung barê pêşenktiya avakirinê hildigire û bi qasî 15 dayikan li Îzmîrê kom dibin û înîsiyatîfa xwe ava dikin. Ev çend jî ji bo têkoşîna azadiyê rola sereke lîstiye. Perîhan Altung dema qala wê dike wiha dibêje: “Bi diruşma ‘aşitî’ re me dengê xwe bilind kir. Her ku xwestin me bêdeng bikin me bêhtir dengê xwe bilind kir. Em li dijî tundî, girtin, qetilkirin, newekhevî, nîijadperestî, zayendperestî û hemû cure nexweşiyan dibêjin aşitî. Di sala 2000’î de ji ez bi dayikek tirk re çûm Awurpayê û me bi parlementoyê re hevdîtin kir. Piştî wê ji gelek rojnameyên biyanî hatin vir û dayikên aşitiyê kirin mijara xwe.”
 
Êdî dayikên aşitiyê li Mêrdînê ne
 
Perîhan piştî vê tê Mêrdînê û li vir ji bi 37 dayikan re înîsiyatîfa Dayikên Aşitiyê ava dike. Li vir ji kar û xebatên girîng tên bi rêvebirin. Perîhan Altung wiha berdewam dike: “Bê guman gefên li ser me zêde bûn rexmê ku me aşitî dixwest. Lê me qet paşve gav ne avêt û heta roja îro jî em ji bo daxwaza xwe têdikoşin. Em soz didin ku em ê vê têkoşîna xwe ji bidin berdewamkirin. Lê divê em kurd hemû bibin yek û bi hev re têbikoşin. Têkoşîn yek alî na meşe. Niha ji şerê navxweyî heye ku ev me xemgîn dike. Me bi salan paşve dibe. Hêvîdar im ku em baş tevbigerin û xwe ji bo pêşerojek aşitiyane rêxistin bikin.”