Lêgerîna ji nû ve ya hişê veşarî diherike

  • 09:03 14 Nîsan 2023
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
Paradîgmaya mekanîk ji ber rêbazên zanistê baş ne nirxandiye di qutbûna radîkal de pirsgirêkan dijî. Ji ber parçe parçe nêzî heqîqetê dibe. Jineolojî beriya her tiştî rêbazake lêgerînê ya ku xwe dispêre kevneşopiya bi kok esas digire.
 
Nagîhan Akarsel
 
Dîroka şaristaniyê bi xweza ku kirine alav dest pê dike; Jin, kole û bi giştî koçberkirina civakê didome. Pergaleke ku têkçûna exlaqî û têkçûna nirxên exlaqî rewa dike derdikeve pêş. Di vê pergalê de alavbûn, pîvana her tiştî tê destgirtin. Pîvana zanistîbûnê alavbûn e.  Rêbazên zanista ji etîkê dûr ketiye jî têkçûna exlaqî xwedî dike. Newekheviya kirde û alavbûnê her diçe tûj dibe. Hev tune dikin.  Dibe sedema newekheviya dinavbera civaka polîtîk û exlaqî de. Li ser navê zanista ku civak, jin, koleyan û xwezayê dike zanist civakê dike alav.
 
Modernîta kapitalist bi pozîtîvîzmê pira di navbera hişê analitik û hişê hestî ji holê radike. Rêbazên mîtolojî, felsefîk û olî davêje plana dawî. Yekane rastiya zanistî hêmayan esas digire. Yek heqîqetek îdia kiriye û ev jî wek gerdûnîbûn xistiye piyasayê. Hest û şexsiyet daniye pêş û rewa kiriye. Yekparêziyê esas digire. Ji vê rê derketin jî riska mezin e. Ji bo van mirovên di valahiya manewî de ne her tişt alaveke ku divê bê bikaranîn. Yanî heqîqet tiştên  bi çavan tên dîtin, alavên li ser têkoşîn tên kirinê ne. Navê van alavan jî hêman e. Ev hêma ji bo hemû nirxên xweza û civakê derbasdar in. Hêza esas a pozîtîvîzmê ne. Îfadeya rewakirinê ye.
 
Yên dostê xweza, jin û jiyanê rêbazên rojevîkirina hişê veşarî diherike bi tevgerên femînîst, çandî, anarşist û çînî de dimeşînin. Ji paradîgma ruhî qut nabin. Bawer dikin ku zanîna ji wijdanê qut nabe bi nirx in. Ji ber dizanin ku zanista ji wijdan qut bê perwa ye, bê exlaq e, wateya xwe winda kiriye. Paradîgmaya mekanîk ji ber rêbazên zanistê baş ne nirxandiye di qutbûna radîkal de pirsgirêkan dijî. Ji ber parçe parçe nêzî heqîqetê dibe. Jineolojî beriya her tiştî rêbazake lêgerînê ya ku xwe dispêre kevneşopiya bi kok esas digire.
 
Piştî Adem û kurê wî Şît pêxemberê sêyem Îdrîs hatiye nîşandan. Li gorî Yewnan navê wî Ermîs, li gorî Yahudiyan Hanok, li gorî Ereban hermesul-Heramîse, li gorî Misiriyan Terzî Hermes, li gorî me Îdrîs pêxember e. Tiştên wî daye fêrkirin di heman demê de diyalekttîka pêşxistina paradîgmaya Hermetîk vedibêje. Terzî Hermes dibêje ‘Mirov dimirin Xweda nemir in’. Di Kurdî de navê Hermes ‘Ê dirise’ . Tê texmînikirin Terzî Hermez beriya zayînê di salên 3000’î de jiyaye. Corpus Hermetîcum çavkaniya zanînê ya girîng a Terzî Hermes tê zanîn. Kardînal Francesco patrîzzî dibêje pergalên felsefeya Grekan, matematîka mîstîk a Pîsagoriyan, etîk û teolojiya Platon, fîzîka Arîstotales û Stoaciyan ji pirtûkên Hermes hatine girtin. Tê gotin ku pirtûka Welatên Rojê ya Campanella jî di bin bandora Hermescibûnê de maye.
 
Grîordano Bruono, Hermesiyê esas digire. Bruno ji bo xwe bigihîne zanîna Misirê, ne tenê xiristiyaniyê dibêje divê zanîna Yahuditiyê jî derbas bikin û ev hem alî siyasî hem alî entelektuel de zehmet e. Bruno balê dikşîne ser zanîna civakî ya jinê esas digire. Dîsa kesekî din Paracelcu zanînên di tipê de bi dest xistiye dixwaze, ji bo fenomenên xwezayê bi kar bîne û bi sîmyayê re mijûl dibe. Wê demê ji ber ev wek şîrkbûna li hember Xwedê dihat nirxandin Paracelcus nasnameya xwe ya rast vedişart. Di heman demê de Francîs Bocan bavê fikrê paradîgmaya mekanik dihat zanîn. Li şûna wî fikrên Paracelsus derketa pêş gelo wê çi bibûya.
 
Girêdayî vê Şehabeddîn es-Suhreverdî (1155-1191) felsefeya xwe ya wek ‘Îşrakîbûn’ ava kir û dibêje wî titşekî nû negotiye û zanîna ji xwe heye aniye ziman. Molla Sadra Şîrazî (982-1050)  jî wek Suhreverdî bi zanîna ku ji Adem derbasî Îbrahîm, ji Yewnanan derbasî fîlozofan û sufiyên Îslamî bûye bawer dike.
 
Zanista me ya roja îro mirovan wek ‘mîkro kozmos’, ‘xweza duyem’  vedinasîne û felsefeya Hermetîk jî wek ‘xwedayên dimirin’ vedinasîne. Ev hemû berdewamiya kevneşopiya ku hatine fêrkirinê ne û rêbaza etîk a ku dibêje divê zanîn ji kesên nezan bê veşartin, esas digirin.