Wek esasa jineolojiyê jin

  • 09:05 31 Adar 2023
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
Ji bo jiyanek alternatîf hewce bi zanînê heye. Abdullah Ocalan her tim pêşniyar û perspektif danî holê. Em lêgerîn û lêpirsînkirinên xwe didomînin. Ev têkoşînek her dem e. Cihgirtina di vê zanîn û hişmendîbûnê de peywira her kesî ye. Cudahiya me ya herî mezin ev e ku em ji vê ahlaq û hişmendiyê xwedî dibin.
 
Nagihan Akarsel
 
Bi jineolojiyê derxistina vê rastiyê û di alî zanistî de analîzkirin wê bibe wesîleya avabûnên watedar. Di tu têkoşînan de kesî wisa xwe lêpirsîn nekiriye. Bersiva pirsa çawa divê bê jiyîn nehatiye lêgerînkirin. Heta nihadi têkoşînê de lêgerîna pergala ji derveyî şaristaniyê tunebû. Jin wek esasa civaknasiyê nehatiye destgirtin. Di paradigmaya me ya azadiya jinê ku azadiya jinê esas digire de têkoşîna avakirina pergal û hişmendiyê heye. 
 
Têkoşîna me ya ku ji bo ispatkirina hebûnê dest pê kir êdî hatiye asta avakirina hebûna xwe. Li gorî vê paradîgmayê avakirin gelek girîng e. Di vî alî de rêgeza hevjiyana azad yek ji rêgezên herî esas a avakirina civakî ye. Der barê vê de Abdullah Ocalan dibêje:
 
“Yên li dijî terza jiyana kapîtalîst alternatîfan naafirînin ên li dijî êrîşên îdeolojîk ên pergalê vekirîne fikr û nêrînên wan zû kal û pîr dibin. Ji ber vê me paradîgmaya alternatif danî holê. Me hevjiyana azad jî çareser kir. Me pîvanên jiyana rast tespît kir.”
 
Avakirina vê jiyanê gelek girîng e
 
Me di mijara zayendî de her tim rexne girt.  Têkoşînên femînîst bo azadiya zayendî bi salan têkoşîn dan. Ji ber em ne wek van tevgerên femînîst bûn, rexne dihatin. Ez beriya her tiştî vê bêjim me wek gava ewil a azadiyê, azadiya zayendî negirt dest. Em neketin vê kemîna lîberalîzmê. Me zayendî wek pîroziya jiyanê venasî. Ji bo ev têkilî azad bê jiyîn me zelalbûn derxist pêş. Lê em çawa jiyan? Em ji qada serdestiyê dûr ketin. Em ji serdestiya mêr dûr ketin. Bi vê re mêran jî xwe lêpirsîn kir. Em di mijara ku zayendî ne tenê têkiliyek di navbera jin û mêr de pêk tê, mijareke ku têkiliya wê bi zanîn û felsefeyê heye de zelal bûn. 
 
Ji bo jiyanek alternatîf hewce bi zanînê heye. Abdullah Ocalan her tim pêşniyar û perspektif danî holê. Em lêgerîn û lêpirsînkirinên xwe didomînin. Ev têkoşînek her dem e. Cihgirtina di vê zanîn û hişmendîbûnê de peywira her kesî ye. Cudahiya me ya herî mezin ev e ku em ji vê ahlaq û hişmendiyê xwedî dibin.
 
Peyama Civakî ya di serê salên 2000’î de ket rojeva me jî girêdayî vê asta me ya qutbûna bêdawî ye. Abdullah Ocalan têkiliyên civakî ji aboriyê heta perwerdeyê ji dîrokê heta ekolojiyê ji etîk estetîkê heta tenduristiyê bi her alî ji nû ve sazbûnek esas digirt. Ji bo vê jî her tiştê ku civak eleqeder dikir hebû. Paradîgma me jin esas digirt û ev dihat wateya peyaman civakî ya ku jinan esas digire. Azadiya jinê û civakê bi pergalek xwe dispêre rêgezên azadiyê dikare pêk bê. 
 
Me di tecrubeya têkoşîna xwe ya ku li cîhanê deng daye de nûneriya feraseta neyînî jî kir. Em ji qirêjiyên pergalê bi giştî paqij nebûbûn. Vê têkoşînek demdirêj dixwest. Di mijara paradîgmaya alternatif de dewlemendî girîng bû. Em di mijaran de pirsgirêkên cidî dijiya. Lêgerîna me ya başî, rastî û xwşikbûnê didome. Tevî şertên zehmet me dest ji têkoşîna xwe berneda. Rêbaza Abdullah Ocalan pêk dianî encam digirt. Ev îfadeya ku em di rêya rast de bûn. Pergala hevserokatiyê pratîk bû û ket rojeva cîhanê. Şoreşa Rojava, avabûna netewa demokratîk, tecrubeya parastina rewa, qadên azad ên jinan, saziyên jinan, çapemeniya jinan û gelekên din di rûpelên dîrokê de cihên xwe girtin.
 
Bêguman ev têgeh, rêbaz û saziyên me hewce dibîne ku cuda cuda bên destgirtin. Naverokên wan brefireh bikin. Me di alî jineolojiyê de ev girtin dest. Me xwest ku em bêjin van rêbazan encam girt. Me di vê nivîsê tenê redkirina pergalê, ji hinek rêbazan mînak dan. Tecrubeya me ya azadiyê xwedî kuliyatek dewlemend e. Ev kuliyat ne tenê di rûpelên dîrokê de di roja me ya îro de hebûna xwe diparêze. Yanî heyî ye. Civakîkirina vê zanînê jî wek peywir li pêş me hemû jinan dipê.