Ji merceka jineolojiyê li tecruba azadiyê mêze kirin

  • 09:04 17 Adar 2023
  • Nîqaşên Jineolojiyê
"Tişta me dibe vê lêgerînê çi bû gelo jiyan bi xwe nîne. Em vê herî zêde ji Tevgera Azadiya Jinan a Kurdistanê dizanin. Zanîn ji bo me dema çalak be wateyê qezenc dike. Em felsefa azadiyê ku ji demê re xizmetê dike digirin dest. Ji ber vê zanîn ji bo me ne hêmaye."
 
Nagihan Akarsel
 
Lêpirsînkirina hebûnê zehmet e. Tişta heyî nayê lêpirsînkirin tê jiyîn. Ya heyî ji xwe heyî bûye. Heta dikarî lêpirsîn bike. Rexne bike. Ya bûye ji xwe bûye. Li gorî sosyolojiya deme divê sosyolojiya deme bê fêmkirin. Ev heman demê de sosyolojiya azadiyê ye. Hele ji bo me jinan ev hîn bêtir girîng e.
 
Mînak em zanînên xwe diparêzin. Em zanînên xwe dinivîzin. Mînak em siren xwe ji hev û din re bi gotinên xwe îfşa dikin. Li Hewreman zimanekî ku mêr fêm nakin tenê jin diaxivin û hest û nêrînên xwe parve dike ye. Çîrokvanên lutkeya çiyayên Şano vê zanînê didin me. Her çîrokvanê çiyê piştre sond dixwin: "Piştî şoreşê ez ê biçim zimanê wê jinê fêr bibim". Belkî jî jinên lêgerîna wan ya wisa heye. Kî dizane.
 
Mînak em di klamên denbêjan de zanînên xwe vedişêrin. Di strana Xalê Cemîl de serhildana di temenê zarokatiyê de hatiye zewicandin em dibihîzin. Em bi gotinên Yilmaz Guney "Mizraba li têla sazê dikeve ji bombeya atomê bi bandortire" bawer dikin.
 
Tişta me dibe vê lêgerînê çi bû gelo jiyan bi xwe nîne. Em vê herî zêde ji Tevgera Azadiya Jinan a Kurdistanê dizanin. Zanîn ji bo me dema çalak be wateyê qezenc dike. Em felsefa azadiyê ku ji demê re xizmetê dike digirin dest. Ji ber vê zanîn ji bo me ne hêmaye. Dema bibe hêma ji xwe dikeve kalibek formel. Manik li gorî wê diyar dike. Em bi  heqîqet û rêbazê ya ligel hev dimeşiyan. Em bi teoriya qûtbûnê, îdeolojiya rizgariya jinê, Proja Veguherina Mêr a Jiyana Azad, Destberdana Bêdawî, Peymana Civakî, Xwebûn û Kurama Hevjiyana Azad dimeşiyan.
 
Wek pêvajoya avabûna zanînên xwe me  di vê heqîqetê de titşek fêr kir. Hêza nîşandana tişta dizane. Bi gotina klasik yekbûna pratika bi teoriyê re. Em zêdetir li ser tiştên di pirtûkan de cih digirin nesekinin. Ji ber şertên şer em zêde li ser nasekinin. Her ku têkoşîna me pêş dikeve me jî pêş dixîne. Ya rast dema me tunebû ku ji tiştên em dixwînin nîşe jî bigirin. Me nedikirî ku di nivîsên rojekê em binivîsin de wê bê nirxandin. Me dixwest û di perwerdehiyan de biqasî fêm dikir ji hev re parve dikir, nîqaş dikir.  Perwerde zemîna parvekirinê bû.  
 
Me di rojnivîskên xwe de dinivîsî. Ji bo kesên dixwestin Tecruba Azadiya Jinê ya Kurdistanê fêm dike derftek pir mezin bû. êdî wek çavkaniyekê li rojnivîskan nayê mêzekirin. Ji ber di wir de hest hene. Tiştên tên hîskirin raste rast tê nivîsin. Em vê îdrak nakin ku çavkaniyek çawa ye. Ji ber hewce bi daneyên şênber hebûn. Tecrube û zanîn aydê kê ye, ev zêde ne girîng e. Mînak di vê nivîsa min de gelek zanînên der barê dîrokê de hene. Lê bêyî dest bidin vê zanînê û vegotin ew zanîn tê şîrovekirin. Yanî ji kê gotiye wêdetir çi çawa hatiye gotin esas tê girtin. Ya rast lêkolînkirin û fêmirin di tecrubeya me de heman wateyê vedibêje.
 
Ez nabêjim ku hewce bi nîşandana çavkanî an jî dîpnotê tune. Heta ez di mijara nîşandanda referansê de îqna me. Lê ez li dijî vê me ku rastî wek pîvana zanînê tê destgirtinê ye. Ez ji gotinên ku ji jiyan û diyalektîka jiyanê dûr, nerazîme. Ez çi bikim jî ev gotin, têgehên sar min îqna nakin. Ez vê jî bejim ku bi salan ji ber ku wê diyaletkîka fikra min xera bikin, ji bilî çavkaniyên me min tiştek nexwend. Ez di alî hestî de wek refleks watedar nakim. Ez mekanizma parastinê watedar dibînim. Ez dixwazim rastiya me bê fêmirin. Ji ber vê di vê nivîsê de min çavkanî û nîşe jî nivîsî. Dema min nivîsî jî min wateyek cuda kîfş kir. Hinek têgeh û gotinên me bikaranîn min got gelo aydê kê ne. Min ev kîfş kir. Min carek din hîs kir ku zanîn min kêfxweş dike.
 
Nîşe: Berdewama nivîsî bi sernavê ‘redkirina pergalê destpêkeke’ wê hefteya pêş bê weşandin.