Warên jinelojiyê yên veguherîne akademiyên xwebûnê

  • 09:03 2 Kanûn 2022
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
Li dijî qirkirina jiyan û wateyê ya zanista polîzîtîvîst, jineolojî  ji mijara jinê bigirin heta civakê, ji xwezayê heta dîrokê roleke cidî û girîng dilîze. Yek bi serîtewandin, koletî, dewlet û mêr ve girê dide; ya din azadî, îrade, xweşikbûn, jin û civakê esas digire. Enerjî û zanîna jinê ya ku jiyanê ava dike; hêzê dide şoreşa jinê, kevirên xwebûnê radixe. Zanîna diyalektîk a ku hevseng e, vediguherîne; zanîna dide jiyîn û temam dike ye.
 
Husna Emek
 
Derxistina zanîna civak, dîrok, jiyan, berxwedanê, lêgerîna veguhertina li zanîna jin û civakê, rê dibe ber zanîna jinê û zanînê. Di civak û bi jinê re rêbaza fêrbûnê, beramberê hev bi bandor dike, vediguhere akademiya jiyana ku digihîne. Warên jîneolojiyê-akademî, peywira navendên lêkolînê, qadên perwerde-akademiyê zanist û jiyana azad, dibîne. Warên avabûna sentezkirina zanîna jiyan, azadî û berxwedanê ye. Zanîn di warên xebata jin û jiyanê de, di qadên jiyana civakî de, bi hêza çalakî û hişmendiyê teşe dibe, ji parvekirin, xebatên hişmendîkirinê re mijar.
 
Darek li bin çiya, kêliya avê, şikeftek, xaniyekî komunî yê gund, baxçe, akademî, vediguherin cihên ku sosyolojiya azadiya zanistî ya jinê hûnandiye. Li Rojava gundê jinan Jinwar, vediguhere warên ku jin ji nû ve bi zanîna civakê û jiyana azad re tê gel hev û îradeya xwe li wir ava dikin û gavê davêjin jiyana azad. Li Jinwarê jin dagirkirina beden û rih a serdestiya mêr pêk aniye, ji holê radikin û dibe cihê tecrubeya hêza ku dikare der barê xwe de biryarê bigire. Li ser navê Malda Kuse ya ji Akademiya Jineolojiyê bû û di êrîşa DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû, kampên Xwebûn pêk hatin û ev kamp cihên xurtkirina gavên xwebûn a jinên ciwan e.  Jineolojî ji xwenaskirin, xwe zanîn, asîmîlasyon û înkarkirina şikandin û qezenckirina hişmendiya parastina cewherî re xizmetê dike. Li dijî çanda modernîteya kapîtalîst, li rê û rêbazên xwe dispêrin çanda kok-esasê, digere. Bi Beşa Fakulteya Jineolojiyê ya Zanîngeha Rojava ku îdiaya ku wê rexneya zanista pozîtîvîst derbas, daniye holê, tê hedefkirin ku bibe zanista jin û civakê, hêzê kom bike û veguhere çavkaniya jiyanê. Li Mexmûr û Rojava dersên jîneoljiyê tên dîtin û bi vê zanîna civakê dewlemend dike.
 
Di atolyeyên cuda yên herêmên Kurdistanê de,  ji deverên cuda yên cîhanê tecrube û zanîna jinan di kovarê de tê gel hev û sosyolojiya azadî û zanînê ya jineolojî tê destgirtin. Jin di kovarê de qirkirina ku zanista pozîtîvîst û krîza zanista civakî afirandiye, deşîfre bikin, li rê û rêbazan digerin. Di atolyeyan de ji çandê bigirin heta zanistê, ji tipa xwezayî bigirin heta aboriyê, ji hişmendiya jinê ya di siyasetê de û piştgiriya jinê ya ji bo rojevê, nîqaşên berfireh tên kirin û qadên cesareta nîqaşkirinê û azadiya fikr û ramanê tê afirandin. Bi sempozyum, xwepêşengan, kilaman ku têkiliya huner û jineolojiyê derdixe holê, cerebandinên pêşxistina rêbaz û zimanê jiyanê ya helbestê tê kirin.  Bi xebatên pirtûkxaneya jinan tê armanckirin ku hişê jinê ava bibe û bê parastin. Ked, berxwedan û têkoşîna jinê ya ji civakê re pêşengiyê dike, zêdetir dide nîşandan.
 
Enstîtuya  Andrea Wolf, berxwedan, şoreş û çanda komunal a şoreşê ya jinê li erdnîgariyên cuda û bi çandên cuda re tîne gel hev û tecrubeya şoreşa cîhanê sentez dike. Tecrubeya şoreşa jinan a Rojava bi têkoşînên azadiya jinê û şoreşên cîhanê re tîne gel hev. Rastiya jinê ya Ewropa, lêgerîna azadiya sexte, lêpirsîn dike û karê laboratuvareke şoreşê dike. Akademiya Jineolojiyê di esasa analîzên sosyolojîk de dîrok, ked, berxwedan û rêxistina jinê derdixe holê û digihêjîne hêza zanista civakî. Li ser aliyên rojane û dîrokî yên tecrube û zanîna civakîbûnê disekine.  Bi nivîs, pirtûk, lêkolînên xwe cîhana civakî pêş dixîne.
 
Di kampên perwerdeya Jineolojiyê ya li Ewropa zêde tên kirin, nîqaşên ku hewl didin bersiva hewcedariyan bê dayîn tên kirin. Bi van perwerdeyan hewl tê dayîn lîstkên zayendperest vala bên derxistin. Israra ku hêza jiyanê û wateya kesên hatine tunekirin, bi dest xistin, dertê holê. Hevdîtin, perwerde û nîqaşên jîneolojiya li Latîn Emerîkayê ku bi berxwedan û çanda civakî hatiye sentezkirin,  civakîbûna jinê zindî dike. Pira jineolojiyê ya ji Kurdistanê heta Latîn Emerîkayê hatiye hûnandin, nîqaşên girîng û biryarbûnên xurt derdixe holê.  Mînaka akademiyeke ku dewlemendî, rengînî, şoreş, berxwedan û civakîbûnê derdixe holê, derdikeve holê. Hêza zanîn û hilberîn, fikrên piralî derdixe holê.
 
Warên akademiyên jineolojiyê ne karîyer, ne şexs ne zanîna metayê, kes lê civakê ber bi jiyaneke xweş û baş ve dibe. Li ser rê û rêbazên xwebûnê disekine. Xwe dispêre parvekirina zanîna kolektîf. Ya herî girîng jî ev e, li hemû kesî guhdar dike, ji zanînê bêpar nahêle nake asta nesneyê. Rê dide ber parvekirin û hilberîna zanîna civakî. Hîmên felsefîk û exlaqî ya zanistê ji nû ve dihûne,  girîngiyê dide vegotina dîrokî ya gotinî û zindî. Hewldanên pir mutevazî dide. Warên azadiyê yên ku zanînê pîroz dike tê afirandin. Atolyeyên jineolojiyê cihên ku zanîna jineolojîk lê tê hilberandinê ye. Zanînê vediguhere çavkaniya jiyanê.
 
Di hilberîn û parvekirina zanîna jinê de hemû qadên jiyanê di heman astê de bi bandor in. Hilberîna hunera di stranekê de, nexşên li bedena jinê hatine nexşkirin di ragihandina çanda neolotîk de rolê dilîze, çandina darekê, lênêrîna baxçeyekî, rêveberkirina mal û welatekî hev temam dikin. Ji ekolojiyê heta aboriyê, di pêşketina rêveberî û jiyan, zîhniyeta demokratîk de hemû pratîk, fikir, çalakî û bername di heman astê de bi bandor in. Çavkaniya parvekirin û hilberîna zanîna komunal ava dike.
 
Li dijî qirkirina jiyan û wateyê ya zanista polîzîtîvîst, jineolojî  ji mijara jinê bigirin heta civakê, ji xwezayê heta dîrokê roleke cidî û girîng dilîze. Yek bi serîtewandin, koletî, dewlet û mêr ve girê dide; ya din azadî, îrade, xweşikbûn, jin û civakê esas digire. Enerjî û zanîna jinê ya ku jiyanê ava dike; hêzê dide şoreşa jinê, kevirên xwebûnê radixe. Zanîna diyalektîk a ku hevseng e, vediguherîne; zanîna dide jiyîn û temam dike ye.