Cîhanên diguherin û rastiya mêr

  • 09:01 25 Mijdar 2022
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
Di navbera qebûlkirin û hîskirina pergalek hêmayekê de cudahiyên cidî hene. Yek ji mijarên ku herî zêde mêr tê de zehmetiyê dikşînin, mijara esasgirtina giştî ya projeyên jiyana civakî ya Tevgera Azadiyê û Abdullah Ocalan e.  Dema jiyana têkoşîna civakî û neteweyî tê pênasekirin, hûnandin û esasa pergala azadîxwaz a jinê jî qebûl dike.
 
Yekîneya Jineolojiyê ya Mexmûrê
 
Di mîmariya Abdullah Ocalan de yên bi awayekî sîstematîk projeya hevjiyana azad qebûl kirine lê di alî zîhniyetê de pir zehmetiyê dikşînin, mêr in. Li ser wan qalibên hezaran salî, şopên bermahiyên feodal pir zelal tên dîtin. Li Mexmûrê mêr, wek hilberîna paradîgma wekhev û azadîxwaz, li hember nîqaşên mafê jinan, li hember rewşa îradebûyîna jinan ewil felça zîhnî derbas kirine, pergala fêrî wê bûne serobino bûye. Jiberbûnên hezaran salî ku şervanên jin xera kirine, li Mexmûrê wek hûnandina jiyana demokratîk neçar mane qebûl bikin. 
 
Di navbera qebûlkirin û hîskirina pergalek hêmayekê de cudahiyên cidî hene. Yek ji mijarên ku herî zêde mêr tê de zehmetiyê dikşînin, mijara esasgirtina giştî ya projeyên jiyana civakî ya Tevgera Azadiyê û Abdullah Ocalan e.  Dema jiyana têkoşîna civakî û neteweyî tê pênasekirin, hûnandin û esasa pergala azadîxwaz a jinê jî qebûl dike. Rastiya mêr a feoldal, ji jiberbûneke ku pîvanên jiyana xwe diyar kiriye tê. Ev jiber di şexsê jinê de ji bo başiya civakê xera bûye, di asta ewil de zehmetiyên mezin hatine kişandin, di nava demê de hatiye qebûlkirin. Dema mêr li dijî vê derdikeve, li hember xwe, rastiya têkoşîna ku bedel hatiye dayîn û hêza azadiyê ya jinê ya bûye îrade dibîne. Hêmaya em jê re dibêjin qebûlkirin jî hinek ji vir tê. Qebûlkirin û bi salan bi vê pergalê re jiyîn, di kesayet û malbatan de bêguman hinek guherîn afirandiye. Bi kurtasî şerê zîhniyetê didome. Ev şer; bi saziyên xweser ên jinan, bi perwerdehiyên ku jinan esas digirin, nîqaş, sohbet, civînên gel zindî tê girtin, di hemû komîte û saziyên kampa Mexmûrê de rêgeza nûneriya wekhev esas tê girtin.
 
Proje û xebatên ji bo guhertina bingeha malbata kevneşopî
 
Yek ji gavên ji bo guherînê hatiye avêtin avakirina weqfa jinê ye. Dibistanên dayikê di bin banê vê weqfê de hatine avakirin û li şûna rêbazên ku her tiştî dişibînin ev û asîmîlekirinê, bi nêrîna jinê pergala perwerdeyê hatiye avakirin. Dîsa hebûna ewil a di qada aboriyê ya jinê, bi pêşengiya Weqfa Jinê pêk hatiye. Di bin banê akademiya Şehîd Jiyan a Jinan û akademiya Şehîd Ferhat Kurtayak de, dewreyên perwerdeyê ku ji her alî civakê, ji her temenî kes dikarin tevlî bibin, ketine meriyetê.
 
Meclîsa Îştar yek ji mekanîzmaya herî girîng a biryarê ya kampê ye. Meclîsa jinê bi hemû saziyên xweser ên di bin banê wê de dixebitin, ne tenê di mijara jinê de di hemû mijarên aydê civakê de xwedî gotin e. Vê rêxistinbûnê hebûna jinê di qadê de kiriye hêzeke girîng. Di çareseriya pirsgirêkên civakî de, di rêveberiya kampê de, bûye qadeke ku jin di her mijarê de berê xwe didinê. Pirsgirêkên nav malbatî, her cureyê helwesta li hember jinê pêk tê jî, tê de ye. Li kampê ku xebatên jinan pir zêde ne, destdirêjî tecawiz pir kêm tê dîtin, tundiya li hember jinê di asta herî jêr de ye. Em dikarin bêjin ku şîdeta nav malê heta astekê hatiye çareserkirin. Tundî ji aliyê civakê ve tê şermezarkirin û hem jî Meclîsa Îştar û hêzên ewlehiya hundir vê ceza dikin. Di qada aborî de jin her diçin xwe heyî dikin. Di şertên kampê de mixabin derfetên qada hilberîn û derfetên kar tune ne. Lê ji bo debara malbatê rêjeya xebata li derveyî kampê zêde ye. Dîsa li kampê hejmara jinên esnaf zêde dibin.
 
Bandora pergala hevserokatiyê ya li ser malbatê
 
Pergala hevserokatiyê ya di hemû saziyan de ketiye meriyetê û her çiqas hinek kêmasî bên jiyîn jî bi lez ketiye pratîkê. Bêguman êşên veguhertin û hişê serdest a mêr ji holê ranebûye. Lê bi organîzekirî gelê Mexmûrê ev qebûl kiriye. Hema hema di her qada jiyanê de bi pêşengiya jinan xebat tên meşandin. Ev êdî xwezayî ye û rastiya radestkirina maf e. Pergala hevserokatiyê heta astekê nûbûn aniye, di alî jinê de îradebûyîn, di alî mêr de jî parvekirina rêveberî-hêzê, hevkarî aniye. Di qada xebatê de mêr hêz bi jinê re parve kiriye, di malê-malbatê de hinek guherîn pêk hatine. Aşkera ye ku zêdetir parvekirin, hevkarî, li hember îrade û hêza jinê rêzdarî pêş ketiye.
 
Meclîsa Jinên Ciwan a Mexmûrê
 
Di rastiya penabertiyê de yên herî zêde bi bandor dibin jinên ciwan in. Piraniya jinên ciwan ên di bin temenê 25’an de di rastiya penabertiyê de hatine dinê. Hestê aydiyetê, fikarên pêşerojê û plansazî, ji şert û mercên penaberiyê bi bandor dibin. Tevî rêjeya xwendinê bilind e jî, qada ku xwendina xwe bike pratîkê yan jî qada îstîhdamê nabînin. Hejmara jinên ciwan ên diçin bajarên Başûrê Kurdistanê zanîngehê dixwînin gelek zêde ye. Lê ji sedî 90’ê van jinên ciwan di qadên ku mezûn dibin de nikarin xebatan bimeşînin. Ji ber pirsgirêka îstîhdam û polîtîkayên PDK’ê yên li hember kampê; gelek jinên ciwan yên beşên arkeolojî, endezyarî, siyaset, zanist, parêzerî û her wekî din dixwînin, ya li kampan di xebatên hinek saziyan de bi dildarî dixebitin yan jî diçin bajarên Başûrê Kurdistanê û karên wek paqijî, garsonî û li mexezeyan dixebitin. Lê piranî di sînorên malê de dimînin. Ev ne tercîh an jî rêya ku malbatê xêz kiriye. Ev encama şert û mercan e.
 
Meclîsa zarokan a Mexmûrê
 
Li Mexmûrê zarok di rastiya herî giran a penaberiyê de tên dinê û alî û encamên vê rastiyê dijîn. Zarokên Mexmûrê ku ji gelek peymanên li cîhanê tên nasîn û ji mafan bêpar mezin dibin, di şertên bê ewle, xwedîbûna wê nebaş û mafê tenduristiyê bi sînor in de mezin dibin. Êrîşên her tim tên jiyîn bandorên travmatîk li ser zarokan dikin. Dengê balafirên şer, top û hawanan bûne parçeyek jiyana rojane ya zarokan. Bi saya Meclîsa Zarokan a di bin banê Weqfa Jinan de hatiye avakirin, zarok di temenê biçûk de wek îrade tên dîtin, dibin xwedî mafê gotinê. Qadên xweser ên rêxistinbûna zarokan hene. Di bin banê vê meclîsê de, der barê zarokan de faliyetên çand, huner û perwerdeyê tên meşandin. Tê hedefkirin ku zarok der barê xwe de bibin xwedî gotin.
 
Di encamê de; Di rastiya îro de nayê payîn ku şêniyên Kampa Mexmûrê ji vê alozî û kaosa li seranserê cîhan û Rojhilata Navîn tê jiyîn, bi bandor nabin. Her wiha ligel pirsgirêka nasnameyê gelek êşên penaberiyê dijî. Lê pir zelal e ku yek ji bingeh û civaka herî rast a jiyana bi hev re û demokratîk e.