'Krîza aborî tercîha desthilatdariyê ye'

  • 09:11 7 Îlon 2022
  • Ked/Aborî
ÎZMÎR - Parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay da zanîn ku krîza aborî ji ber polîtîkayên binpêkirin şîdet û zextê yên desthilatdariya AKP-MHP’ê tê tercîhkirin û li dijî vê divê li kolanê têkoşîn bê dayîn. Serpîlê CHP jî rexne kir û got bi polîtîkayên dişopînin pêşî li gel digirin ku dernakevin kolanê.
 
Ji ber polîtîkayên AKP-MHP’ê krîza aborî her diçe giran dibe û roj bi roj zemên tên kirin bandor li ser hemû aliyan dike. Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay da zanîn ku krîz ji ber polîtîkayên neolîberal yên desthilatdariyê pêk tên û çareserî jî derketina kolanan e, lê partiya muxalefetê ji bo pêşî li vê bigire polîtîkayan dimeşîne.
 
‘Têkoşînek xurt nayê meşandin’
 
Serpîlê diyar kir ku ne sermaye gel krîza aborî dijî û wiha vegot: “AKP û MHP dema polîtîkayên şîdet, zext û binpêkirinê giran dikin hinek riyan tercîh dikin û ev jî dibe sedema krîzê. AKP aliyên gel yên berfireh ku xizan kiriye bi alîkariyên dikin hewl dide wan konsolîse bike. Krîza aborî ne nakokî ye, polîtîka desthilatdariyê ye. Çawa dibe ku ber bi hilbijartinê evqas zem tên kirin. Têkoşînên sendîkayan piştevaniya wan rêxistinbûna civakê di bin zextan de ye. Rêxistinbûn hatine belavkirin. Sendîka di alî helwestek hevpar de gelek zehmetiyan dikşînin. Di vê mijarê de her kes şexsî bertek nîşan didin. Lê di mijara ku zem şûnde bên girtin de çalakibûna kolanê tune ye.”
 
‘Divê em bi awayekî ku desthilatdarî diçe nenêrin’
 
Serpîlê destnîşan kir ku CHP polîtîkayek ku pêşî li gel digire dişopîne û ev tişt bi lêv kir: “Zîhniyeta sindoq tên em ê di sindoqan de hesab bipirsin belav dibe. Bi zîhniyetek wisa ne pêkan e mirov li dijî xizaniyê têbikoşin. Wê zem bidomin. Li aliyekî şer heye li aliyê din jî polîtîkayên binpêkirinê. Li dijî desthilatdariyê divê em li kolanan bin. Divê em wek ‘desthilatdarî wê di hilbijartinan de biçe’ nenêrin.”
 
‘Em dixwazin vê polîtîkayê biguherin’
 
Serpîlê axaftina xwe wiha domand: “Polîtîkayên aborî li gorî pergala neolîberal hatiye diyarkirin û ji bo sermaye zêdetir karê bike hatiye avakirin. Tenduristî, perwerde bûye piyasa, ji avahiya heta ceyranê hemû hewcedarî, dema mirov dinêrin feraseteke ku karê esas digire heye. Em dixwazin vê polîtîkayê biguherin. ”
 
‘Her tiştî tune dikin’
 
Serpîlê destnîşan kir ku her tiştê ku kar jê tê girtin dijberî civakê tê tunekirin û bi vî awayî li ser çeman HES tên avakirin, li daristanan kanên kevir tên vekirin û wiha dirêjî dayê: “Divê polîtîkayek ekolojîk bê şopandin. Darên sedsalan dibirin û ji bo patronên madenan dewlemend bibin, hewl dibin bigihêjin hedefên xwe. Lê em polîtîkayên ku piştgiriyê didin aborî û parastina xwezayê esas digirin. Li dijî polîtîkayên madenê, em tercîhên xwe dispêre aramiya civakî û ekolojî pêşniyar dikin. Dîsa em dixwazin ku xizmetên cemawerî bên zêdekirin. Bi piştevaniyên aborî yan jî hewldanên gel dikare piştgiriya ji bo aboriyê bê kirin. Di vir de ya esas ev e ku gel bikaribe xwe bigihîne xizmetên wek tenduristî, starbûn û perwerde û her wekî din.”
 
Serpîlê wiha berdewam kir: “Em ê polîtîkayên perwerdeyek demokratîk û bê pere pêş bixînin. Li şûna pergala binpêkirinê pergaleke ku her kes bikaribe bêyî pere xwe bigihîne hewcedariyên sereke, pêwist e. Em dixwazin modeleke aboriyê ya hewcedariyên sereke peyda dike biafirînin.”