Firin jî nikarin kar bikin

  • 09:01 28 Tebax 2022
  • Ked/Aborî
 
WAN - Li Wanê jinên di firinan de dixebitin diyar kirin ku çewalê ard ku berê bi 70 TL digirtin niha bûye 600 TL û tonek êzing jî bûye 30 hezar TL.
 
Krîza aborî roj bi roj giran dibe û hertişt li pey hev tê bihakirine. Ji ber bihabûnê hêza gel a dan û stendinê dikeve û esnaf jî hatine asta ku nikarin kar bikin. Bêgunan yên ji vê bihayiyê herî zêde bi bandor bûne firinin. Ji ber bihabûna  ard, êzing û hevîrtirş hatiye kirin rojên zehmet tên jiyîn.
 
Çewlê ard bûye 600 TL
 
Gozel Alp ya li Wanê 7 sale firinê dide xebitandin da zanîn ku dema nû vekiriye çewalê ard 70 TL bûye û got: “Niha bûye 600 TL yî. Em di şertên giran de karê xwe didomînin. Xaniyê min kirê ye. Ez û hevjînê xwe li vir dixebitînin. Gelek caran em bêkêfin. Ji ber zêdebûna bihayê ku tê kirin aramî nemaye. Em nikarin lêçûnên xwe derxin. Her ku mazot û dolar bilind dibe biha jî pê re bilind dibin.”
 
‘Em tenê dikarin nan bibin mala xwe’
 
Gozelê detsnîşan kir ku divê rayraedar  li welatiyan bifikirin û divê biha bikevin û wiha daxuyand: “Bihayê êzingan her diçe zêde dibe. Tonek bûye 3 hezar. Ard dîsa wisa. Em tenê nan dikarin bibin mala xwe. Berê me bi rehetî debara xwe dikir. Qe nebû baştir bû. Niha em em nizanin em ê çi bikin.”
 
‘Dema herî xerab dijîm’
 
Seyran Akbal a 10 sale firinê dixebitîne jî balkişand ser pêvajoya dawî û got: “Her tişt biha bûye. Ard bûye 600 TL. Êzing dîsa wisa. Ligel min xebatkar jî mexdur bûne. Çar xebatkarên min yên jin hene. Ez nikarim mûçeyê wan bidim. Ez gelek zehmetiyan dikşînim. Ew jî wek min ji bo nanê xwe li virin. Sibehê heta êvarê em ji bo çend kuruşan dixebitin. Li gorî berê lêçûn pir zêde biha bûye. Berê lêçûna me ya mehane 5 hezar bû. Lê niha bûye 30 hezar. Ji ber bihabûnê karê me di xeterê de ye.  Ji ber vê jî em nikarin karê xwe bikin.”
 
Seyranê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku neçar maye gelek xebatkarên xwe ji kar derxîne û wiha dawî lê anî: “Em 7-8 kes dixebitin. Lê hejmara me her çû kêm bû. Em 4 kes mane. Xebatkar bi mafdarî dixwazin mûçeyê wan zêde bibe. Lê hêza min tune ye. Ez dixwazim zêdetir bidim lê ji ber vê krîzê em gelek bi bandor bûne û zahmetiyan dikişînin.”