Ji Kooperatîfa Jinê ya Licê banga piştevaniyê

  • 15:27 7 Tebax 2022
  • Ked/Aborî
 
AMED - Kooperatîfa Jinê ya Licê ji bo aboriya herêmî û ya jinê bi hêz bibe dê di çarçoveya Fongogo de çewlikekê ava bikin û ji bo vê yekê banga piştevaniyê kir. 
 
Kooperatîfa Jinê ya Licê ya di îlona 2019'an de li Licêya Amedê hat avakirin, ji bo gelek jinan dibe sedema îstihdamê. Kooperatîfa Jinê ya Licê ji bo aboriya herêmî û ya jinê bi hêz bibe dê di çarçoveya Fongogo de çewlikekê ava bikin û ji bo vê yekê banga piştevaniyê kir. 
 
Keda jinê
 
Jinan diyar kirin ku ew tevî şerdên dijwar ên aboriyê sê sal in faliyetên xwe didomînin û gotin wan heta niha penîr, dims çêkirine, sebze û fêkî hişk kirine, qelî çêkirine. Jinan di daxuyaniyê de dan zanîn, wan ji çiyayên Licê cehteriya teze, nane, kom kirine. 
 
Banga piştevaniyê
 
Jinan herî dawî ji bo projeya wê ji jinan re bibe qada îstihdamê banga piştevaniyê kirin.