Li bazara kevnar jî krîz heye

  • 09:06 7 Tebax 2022
  • Ked/Aborî
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Ji ber krîza aborî ku hêza kirina welatiyan ketiye, bazara kevnar tercîh dikin. Esnafên bazara kevnar jî diyar kirin ku krîzê bandor li ser wan jî kiriye û gotin ku kesên berhemên kevn ji vir digirin li mexazeyên xwe ji nû vê difroşîn. 
 
Li Pazaryerî ya Konak a Îzmîrê her rojên Yekşemê saetên sibehê de bazara kevnar ava dibe û li bazarê ji cil û bergan bigirin heta firakan, ji alavên malê bigirin heta pêlîstokan gelek berhemên kevn li ser tezgahan tên firotin. Ji ber krîza aborî ku hêza girtinê a welatiyan ketiye, bazara kevnar tercîh dikin.
 
Jinên ku li bazarê bûn ji mîkrofonên me re axivîn.
 
Êdî berhemên marka nayên dîtin
 
Guler ku nexwest paşnavê xwe bide û 17 sal in li bazarê dixebite, diyar dike ku ji her alî mirov tên bazara kevnar û wiha got: “Ez li bazara Hatay, Înê û Bostanli jî firotinê dikim. 7-8 sal berê min malê markayeke navdar difrot. Malên wê bi kalîte bûn û zû dihatin firotin. Em niha wan malan nabînin. Berê yên ku didan gelek zêde bûn û lê niha nadin. Niha em ji dukana antîka ya hevalan an jî ji xurdevanan digirin û difroşin.”
 
Zabite her tim pirsgirêke
 
Gulerê daxuyakirin ku bi zabiteyan re jî pirsgirêkan dijîn û wiha pê de çû: “Ez tezgaha xwe bi rêk û pêk vedikim. Ji bo mirovan nerehet nekim wisa dikim. Ev 17 sal in ez vî karî dikim, ger mirov nekirin minê çawa vekiriba?”
 
‘Mirov êdî tiştekî nakirin’
 
Fatma Turut jî ku 15 sal in li bazara kevnar esnafiyê dike ev nirxandin kir: “Hinek rojan karê me dibe hinek rojan jî nabe. Em bi qezenca vir hewcedariyên xwe digirin. Ji navçeyên cuda em dantêlan digirin û li vir vediguherin berhemên cuda. Malbatên xizan ji ber li mexazeyan mal bihane tên ji vir ji zarokên xwe re cilan digirin. Hinek tên cilan digirin û dibin li ser înternetê difroşin. Mirov êdî zêde nikarin tiştan bikirin. Zabite her tim ji me re dibin pirsgirêkê. Sedema vê jî xwediyên dukanan gilî dikin. Gel tiştekî nabêje.”
 
Alavên vir erzan e
 
Mukadder Şîmşek ya 70 salî jî ji mîkrofona me re axivî û got ew her tim tê vê bazarê û wiha dawî lê anî: “Ez bi mûçeyên teqawîtbûnê debara xwe dikim. Ez alavên kevn hez dikim. Meraqa min li hember zêde ye. Tiştên dîrokî û kevnar li vir hene. Ligel min jî gelek hene. Ez gelek ji entîka hez dikim. Entîka li cihên din gelek bihan e. Mînak min sindoqek dîrokî li vir bi 150 TL girt. Lê li cihên din ne pêkane ev bi vê bihayê bê kirin.”