Li Sixkê dema mişmişan

  • 09:05 3 Tebax 2022
  • Ked/Aborî
Zelal Tunç
 
WAN - Jinên li taxa Sixkê ya Wanê bi awayekî komunal mişmişan kom dikin û hişk dikin, difroşin û piştgiriyê didin aboriya xwe. 
 
Li Serhedê yek ji fêkiyên ku mehên havînê berhemên wê tên rakirin mişmiş e. Hema hema li hemû baxçeyên malan mişmiş hene û welatî rojane ji bo xwarina xwe vediqetînin ên zêde jî hişk dikin û ji bo zivistanê radikin.
 
Jin di vî karî de jî ligel hev in
 
Li Sixkê ya Wanê di baxçeyên hemû welatiyan de darên mişmişan hene. Bi taybet navîna meha tîrmehê de mişmiş digihêjin û di du hefteyan de divê bên berhevkirin. Ji ber vê jî şêniyên taxê wek her karî ji bo vî karî jî tên gel hev û bi awayekî komunal hevkariya hev dikin.
 
Her kes li gorî hêza xwe kedê dide
 
Welatiyên taxê li gorî hêza xwe kedê didin û ewil brandayên fireh tên raxistin. Bêyî ku zirarê bidin baskên daran bi xesasiyetek mezin mişmiş tên komkirin. Ji ser birandayan tên komkirin û dikin satilan. Sibehê zû jin dest bi kar dikin û heta êvarê dixebitin. Mişmiş li ser banan ji dendikên wan tên veqetandin û hişkirin.
 
Yek ji van jinan Besna Hazir e ku niha kar û barê mişmişan dike, karbeşiyê dike û rê dide ber jinan. Li aliyê din jî di hemû kar û barê mişmişan de cih digire. 
 
Li dijî koçberiyê têkoşîn
 
Besna 20 sal berê ji Bahçesarayê ya Wanê koçî Sixê dikin û li vir di encama kedek mezin de baxçeyê xwe mezin dike û niha bi sebze û fêkiyên baxçeyê xwe debara xwe dike.
 
‘Divê Gelê Kurd ligel hev bin’
 
Besnayê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku li taxê jin bi hev re di nava piştevaniyê de ne û ji xwe re pergalek ava kirine, berhemên xwe parve dikin û li aliyê din jî karbeşiyê dikin. Besnayê her wiha bal kişand ser polîtîkayên êrîşê yên li hember kurdan û got divê ev êrîş û pevçûn bi dawî bibin û Gelê Kurd ligel hev bin û têbikoşin.