‘Em ji hemû berhemên xwezayî sûdê digirin’

  • 09:02 29 Tîrmeh 2022
  • Ked/Aborî
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Helîme Yaman a li navçeya Qilebanê bi karê çandiniyê debara xwe dike, diyar kir ku ew sûdê ji berhemên xwezayî digirin.
 
Çandinî parçeyek ji jiyana kollektîf e. Li herêmê bi taybet jin bi karên çandiniyê eleqedar dibin û ji gelek jin bi çandiniyê debara xwe dikin. Herêma Botanê ku xwedî xwezayekê dewlemend û xakekê bi bereket e yek ji çavkaniyên wê yên ji bo debarê jî çandinî ye. Halîme Yaman(39) a ku li navçeya Qilebanê ye, bi karên bax û baxçe mijûl e û diyar dike ku mirov dema bixwazin dikarin sûdê ji berhemên xwezayî werbigirin.
 
Halîme, diyar kir ku ew ji zarokatiya xwe de hertim bi karên bax, baxçe, sewalkarî û karên zozonan mijûl bûye. Halîme, got: “Em debara xwe bi sewalkariyê, berhên ji çandiniya xwezayî bi dest dixin dikin. Ji destpêka biharê ve em dest bi çandiniyê dikin û her cûre sebez û fêkî diçînin. Bi mehan ji bo ku baş bigihên em dixebitin û piştî ku gihaştin em hem ji bo xwarina xwe hiltînin û hem jî yên mayî difiroşin û pê debara xwe dikin.  Lê ji bo ku em wan bigihînin jî em kedeke mezin didin. Lê ji ber ku em ji wan sûdê digirin em ji keda didin kêfxweş in.”
 
‘Em ji hemû berheman sûdê digirin’
 
Halîme, anî ziman ku her çiqas zehmetiya karên wan hebe jî ji kare xwe kêfxweş dibin û got: “Her wiha em ji ber hemên bi dest dixin amadekariya zivistanê jî dikin. Em fêkî û zebzeyê mayî hişk dikin û wan dikin rêçal û marmelat. Ji saetên sere sibehê heta êvarê em li bax û baxçeyên xwe ne û ked didin. Karê me zahmet e. Em erd dikolin, aşêf dikin û av didin.  Em gelek diwestin jî lê ev westan meriv aciz nake. Gava meriv karê jê bike westan jî xem nake.”
 
‘Di nav xwezayê de xwe dibînim’
 
Halîme, herî dawî bilêv kir ku têkiliya jin û xwezayê hertim xurt bûye û ev tişt anî ziman: “Ez di nav xwezayê de xwe dibinin. Girêdayîya jinê bi axê re gelek xurt e. Jiyana gund gelek xweşe.  Lê divê ji bo jiyana gund hin zêdetir alternatif û pêşketin hebin. Êdî gelek kes vegeriyan e gundên xwe û çandiniya xwezayî dikin. Ez bi bawer im ku di demên pêş de wê hejmara van kesan zêdetir bibebe.”