‘Felsefeya min a jiyanê rêxistinbûn e’

  • 09:09 22 Nîsan 2022
  • Ked/Aborî
 
SEMSÛR - Semra Karadag a ku bi KHK'ya Hejmar 675  ji mamostetiyê hat îxrackirin, bi dikana cil û bergan debara xwe dike. Semra dibêje birêxistinbûnê mirov dikarin rizgar bibin. 
 
Semra Karadag(54) ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) a Hejmar 675 ji mamostetiyê hat îxrackirin, bi dikana cil û bergan ku lê firotanê dke debara xwe dike. Semraya ku 29 salan li cûrbecûr devaran mamostetî kiriye, piştî ku ji kar hatiye îhraçkirin 2 mehan ketiye lêgerînê. Semara ya ku demek dirêj ji bo xwe li karekî digere, niha dikana cil  bergan ku vekiriye debara xwe dike.
 
‘Ji ber sendîkayîbûnê ez bûm hedef’
 
Semra, daxuyand ku wê 29 salan bi hezkirin karê xwe kiriye. Lê ji ber xebatên xwe yên sendîkayî û parastina mafên jinan ew bûye hedef. Semra di berdewamiyê de wiha got: “Wê çaxê gelek kes ji kar dihatin îxrackirin. Bêriya min jî gelek hevalên min bi vî şiklî hatibûn îhrackirin. Loma êdî me jî texmîn dikir ku dê dorora me jî were. Li Semsûrê di wê pêvajoyê de nêzî 100 hevalên me hatin îhrackirin. Faalîyetên me yên sendîkayî û xebatên me yên ji bo jinan me kirin  hedef.  Li Semsûrê komeleya jiyana jinan hebû ku min jî tê de cih digirt û rêvebera wê bûm.”
 
‘Em bi têkoşîna xwe bersivê didin pergalê’
 
Semra, destnîşan kir ku kesên muxalîf hedef tên giritn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Em ji berê de li gel sendîkayîbûna xwe di nav têkoşînê de bûn. Nasnameya m,  fikr û ramanên me diyar bûn. Ji ber sekna me ya muxalîf em hatin hedefgirtin. Ji ber wê xwestin me bê nasname bikin. Lê em hê jî li qadan e û em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Desthîlatdar bi tişta tu jê hez dikî û girêdayî wê yî te tehdît dike. Lê mirov xwe çiqas paşve bikişîne ewqas jî bi ser mirov de tên. Em bi sekna xwe û baweriya xwe ya bi têkoşînê  ji pêvajoyê venaqetin. Em bi vê peyamê didin pergala heyî jî.”
 
Semra, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew piştî ku ji kar hate îhrackirin 2 mehan li bendê sekiniye ku rewş were sererastkirin û wiha behsa pêvajoyê kir: “Ji bo îhraç irine gelek doz hatin vekirin û hin doz hatin qezenckirin. Bi vî awayî hin kes vegeriyan ser karê xwe. Lê ya min hêj berdewam dike.  Pştî hatim îxrackirin ketim lêgerînê. Bi awayekî tesûdûfî û bi hevkariya çend hevalan min dest bi karê dikandariya cil û bergan kir.”
 
‘Hilberîn berdewam e’
 
Semra, anî ziman ku wê bi vî karî hem xwestiye di heman demê de ji bo jinan jî qadekê piştgiriyê veke û got: “Ez hertim di nav liv û tevgerekê de bûm. Ji niha şûnve jî li cihê xwe ez ê nesekinim. Loma ez hilberîna xwe berdewam dikim. Di destpêka vekirina dikanê de ji bo jinan bi qasî ku ji destê me dihat ji aliye kincan ve alikarî dikir. Her wiha vê derê ji bo piştgirî û komcivîna jinan jî me bi kar dianî Gelek jinên ku tên vêderê cûr bi cûr pirsgirêkên wan hene. Jinên ku tên vê derê ne tene ji bo ku danustandinê bikin. Ji bo sohbetê jî tên.”   
 
‘Ez kar û barê xwe yê sendîkabûn û ji bo jinê didomînim’
 
Semra, bal kişand ser qeyrana aboriyê jî û diyar kir ku bandora qeyrana aboriyê li ser jiyana wan jî çêbûye û got: “Sektora me, sektorek zor e. Bi qeyarna aboriyê re jî karê me zehmettir bû. Ji ber ku hemû bihayê kincan derket 2-3 qatan. Me şert û mercên dijwar de dest bi karê xwe kir. Lê heta ku ji min bê ez ê karê xwe bimeşînim.  Ez kar û xebatên xwe yên sendîkabûn û ji bo jinê jî berdewam dikim.”
 
‘Felsefeya min a jiyanê rêxistinbûn e’
 
Semra, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi îhraçkirinê xwestin peyamekê bidin me. Ango heke di aliye muxalîf de tiştek bê kirin, peyama ji karê dûrxistinê didin. Lê me karê xwe ranewestand û têkoşîna xwe berdewam kir. Ez bawer im ku ji gelek jinan re bûme mînak. Di vê de encama ku em herî baş derbixin rêxistinbûyîn e. Divê mirov li hemû qadên jiyanê bi rêxistinûn tevbigerin."