Kî karker kî patron e: Bersiv wê di 1’ê Gulanê de bê dayîn

  • 09:33 20 Nîsan 2022
  • Ked/Aborî
ÎZMÎR - Jinên ku me pirsa ‘kî karker kî pantron e’ ji wan kir diyar kirin ku dewlet jî daraz  û polîs jî xwe wek patron dibînin û ji ber vê jî mafê gotinê yê karkeran tune ye. Jinan daxuyakirin ku divê jin li dijî pirsgirêkan xwe rêxistin bikin û bang kirin ku di 1’ê Gulanê de li qadan bin.
 
Keda jinê ji aliyê zîhniyeta serdest ya mêr ve hedef tê girtin û li malê, li kargeriyan, li ser erd li her qada jiyanê keda wan tê binpêkirin. Jin bi nêzîkbûna 1’ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê xwe amade dikin ku dakevin qadan.
Jinên bi pirsgirêkên wekê mobîng, newekheviya zayendî, hêza kar a erzan re tên rû hev pirsa me ya ‘Kî karker kî patron e’ bersivandin. 
 
Li gel mobîngê jî dixebitin
 
Teknîkera kompîturê Sevînç Çelîkman: Mirov li devê patronan dinêrin. Mafê gotina karkeran tune ye. Wek kole mirov tên xebitandin. Karker koleyê  kesên ku pereyê wan hene. patron jî padîşah e. Herdem bi gotina wî dibe. Gotina karker derbas nabe. Ji bo mirov bikevin kar divê mirov xizmên AKP’ê bin. Dema hinek mûçe zêde dibe mobîngê pêk tînin. Rê nîşan didin. Li şûna mirovan kesên bi pereyên kêm dixebitin digirin. Ji xwe mûçeyê asgarî têr nake. Patron an jî kesên din yên li wê kargergehê çiqas jî mobîng li wan bê kirin  ew neçarin bixebitin. Ji ber debara malê dikin. Dema yek rastî neheqiyê tê deng dernaxin. Ji ber ku wê ew jî betal bimîne. Bêdadî bê edaletî derketiye lutkeyê. 
 
Xwediyên şîrketa Home offîce jî karker in
 
Kubra Ozçelîk ya li ser înternetê xwedî şîrketa bazirganiye: Ez karê xwe dikim. Ez ji bo şîrketên cuda firotinê dikim. Carnan komîsyonan digirim. Heman demê de ez karkerim. Şîrketên ez firotinê nakim jî hene lê patronên min jî hene. Ez baca xwe didim. Ez fatura xwe didim. Ez SGK xwe didim. Ez wek Home offîce dixebitim. 
 
'Her kesê xwedî kedê xebatkar e'
 
Xwendekar Tuanna Yildirim: Xwendekar li kafeyan dixebitin. Stajan dikin. Ji bo kar fêr bibin tiştekî baş e. Lê beramberê keda xwe nagirin. Herî zêde ew kar dikin. Karker tune bin patron nikarin kar bikin. Ez wekheviyê diparêzim. Ji bo karkeran mûçeyek kêm tê dayîn. Her kesê xwedî kedê karker e.
 
'Divê jin xwe rêxistin bikin'
 
Kedkara malê Gulnîhal Çolak:Karkerên malê di şertên zehmet de dijîn. Dema diçin kar qe nebe di rojên diyarkirî de dikin lê li malê kar naqede. Wekê ku em li malê vala rudinin xuya dike. Tu mafê wan yê civakî tune.Jinên malê karkerin û yê pere tîne jî patron e. Her du jî dixebitin. Lê karê malê pir zehmete.  Divê ji bo jinan mehaneyek bê dayîn, sîgorte bê kirin. Dema mirov girêdayê mêr bin mirov xwe kêm dibînin. Divê jin xwe rêxistin bikin.
 
'Patron ya mêr in yan jî jinên wek mêran tevdigeren e'
 
Kedkara malê Berîl Dokmecîbaşi: Jinên malê karkerin. Garson (sakî) jî xebatkarên bankayê jî. Patron jî yên beramberê kedê nadin û ji bo xwe kedê binpê dikin. Jin û mêrek heman pereyî nagire. Jin zêdetir tên binpêkirin. Divê her kes wekhev be. Rêxistinbûna jinan girînge lê li Tirkiyeyê têr nake. Navê jinê tune. Li ser jinan zêdetir mobîng pêk tê. Patron jin bin jî wek mêr tevdigerin.
 
Karker Elçîn Gonder: Tiştekî herî biçûk bê hilberandin li wir karker heye. Em pir zorê dikşînin. Betalî pir zêde ye. Daneyên TUÎK’ê rastiyê nîşan nade. Hîna jî vegotina betaliyê qedexeye. Li welat grev heye. Mafên xwe dixwazin. 1’ê Gulanê nêz dibe. Em ê hemû li qadan bin. Rola dewletê di hevdîtinên mûçeyên asgarî de derket holê. Daxwazên sendîkayan nayên qebûlkirin. Yên kasayên xwe tije dikin patronin. Mînak gelek kar didin Cengîz Holdîng.Lê karker di qezayên kar de jî nayên parastin.