Eyniye Ayhan: Kedeke mezin didim lê beranberê wê nagirim

  • 09:03 17 Nîsan 2022
  • Ked/Aborî
 
Sema Çaglak
 
DÎLOK - Eynîye Ayhan ji bo ku debara xwe bike bi şev û roj dixebite. Eyniye dibêje ku ew  23 sal in bi kare şikandina gûz û fistiqan debara xwe dike  bernberê keda dide nagire. 
 
Li Tirkiyeyê her diçe qeyrana aborî mezin dibe û bandora xwe li tevahiya civakê dike. Lê jinên ku di malan de hatine hepiskirin û keda wan nayê dîtin herî zêde ew ji vê qeyranê bi bandor dibin. Jinên ku ji bo wan qadên îstihdamê nayên vekirin û di malan de tên hepiskirin, hewl didin ku karekî li malê bikaribin bikin bibînin. Gelekên wan jinan jixwe kar bi dest wan nakeve û yên ku bi dest wan dikeve jî keda wan tê çewisandin û bi bihayekî gelek erzan tên xebitandin. Ji van jinan yek jê jî Eynîye Ayhan a 76 salî ya li Dîlokê ye ku  ji bo debara xwe bike şevaroj kedê dide.  Eynîye bi roj gûza dişkîne û êvarê jî  lifîk û patîkan çêdike. Eyniye dibêje ku krîza aborî bandor li ser karê wê jî kiriye.
 
‘Lawê min 18 sal in girtî ye’ 
 
Eynîye, diyar kir ku ew dayika 11 zarokan e û ew bi zor û zehmetî mezin kirine û wiha behsa jiyana xwe kir: “Zarokên min piştî ku mezin bûn hemû li cihekê belav bûn. 5 keçên min zewicîn û çûn deverên din. Çend keç jî ligel min in û ew jî wekî min dixebitin. Lawekî min jî girtî ye. 18 sal in di Girtîgeha Şakranê ya Tîpa T yê de girtî ye. Navê wî Necmettîn Ayhan e. Lê cezayê mûbetê yê 36 salan hatiye birîn. Ez herî dawî 5 sal bere çûm serdana wî û ji ber ku dûr e êdî  nikarim biçim.  Lawê min jî girtîgehê ji min re gelek tablo û eşyayên ku bi hunera destan tên çêkirin dişine.  Ez sebra xwe bi wan tînim û ez gava li wan dinêrim kêfxweş dibim. Hinek jî be hereta min derbas dibe.”
 
‘Ez bisalan e guz û fitikan dişkînim’
 
Eynîyeyê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew xwe hewcadarî tu kesî nake û her çiqas zehmet be jî ji bo ku debara xwe bike dixebite. Eynîyeyê, wiha axivî: “Ez bi salan e gûz û fistiqan dişikînim û pûşên mewişan cuda dikim. Ez serê sibehê heta êvarê van karan dikim. Piştî nimêja sibehê dest pê dikim û heya nîvro tûrê min tijî nabe. Berê hevjînê min jî alikariya min dikir. Me bi hev di rojekê de 2-3 tûr gûzên şikandî çêdikir. Lê piştî ku hevjînê min çû ser dilovaniya xwe  êdî ez bi tene çêdikim û di rojê de karim yek tûrî tijî bikim.”
 
‘Bi êvaran jî lifîk û patîk çêdikim’
 
Eynîyeyê, daxuyand ku ew çiqas bixebite jî beranberiya keda xwe nikare bigire û pêde çû: “Lawekê min di zindanê de ye, ez pê eleqdar dibim û zarokên min ên din jî dixwînin ez wan jî xwedî dikim.  Ez xwe hewcedarî tu kesî nabînim. Ez tûrek guzên neşikandî ên bi kakil bi 15 TL digirim û piştî dişkînim qinên wan bi 20 TL difiroşim. Em zivistanê dişkînin û havînê jî difiroşin. Ez bi şev jî lûfik û patîkan çêdikim û difiroşm. Lê ji mecbûrî erzan difiroşim.  Ez gelek zehmetî jî dibînim. Dest û tiliyên min ji ber şikandina gûzan hemû peritî ne. Li ser pişta destên min gelek birînên kêran hene. Ji ber qeyrana aboriyê jî em neçar in ku erzan bifiroşin. Kes nikare bikire ji ber wê em bi buhayê kêm difiroşin. Du tûrên ku ez di du rojan de diqedînim dibe heqê du kilo firîngî. Keda destê me bi vê qeyranê re hemû vala diçe.”