Ji destê jinan keda avde bi avde

  • 09:04 16 Nîsan 2022
  • Ked/Aborî
Sema Çaglak
 
SEMSÛR - Li gundê Çamdere yê girêdayî navçeya Sîncîkê ya Semsûrê hema çi bigire li her malekê dezgehê tevnê yê xalîçeyan heye. Jinên li vî gundî dibêjin ku ew hem bi çêkirina xalîçeyan debara xwe dikin û hem jî kevneşopiya xwe ya bi salan diparêzin.
 
Hilbêrîn û afîrîneriya jinê ji destpêka dîrokê ve heta niha cihekî girîng digire. Parastina çand û hunera destan li gelek deveran bi destê jinê pêş ketiye û kevneşopiya bi salan,  bi keda jinê bi wate bûye. Bêguman her deverên xaka Kurdîstanê xwedî taybetmendiyek e. Navçeya Sîncîkê ya Semsûrê jî bi hilberîna xalîçeyan ku lê tê kirin tê nasîn. Xalîçeyên Sîncîkê bi salan e bi nexş û motîfên xwe yên xwese bi destê jinan tên çêkirin. Li gundê Çamdere yê girêdayî navçeya Sîncîkê ya Semsûrê hema çi bigire li her malekê dezgehê tevnê yê xalîçeyan heye. Jinên li vî gundî dibêjin ev çanda me ye û em dixwazin vê çandê bigihînin nifşên nûnifşên nû.
 
‘Çanda dê û dapîrên me ye’
 
Gundê Çamdereyê hem bi xwezayê xwe û hem jî bi girêdana xwe ya bi çand û kevneşopiyên xwe re meriv mest dike. Niştecihên vî gundî piraniya debara xwe bi sewalkariyê û çêkirina xalîçeyan dikin. Li ser gelek banên xaniyan hiriya şûtî ku ji bo zuhabûnê li ser banan raxistine heye Jina bi navê Adîle Esen(65) ku ji bo tevnê rîs amade dike diyar kir ku ew li kevneşopiya dê û dapîrên xwe xwedî derdikevin û wiha got: “Ez ji zarokatiya xwe ve vî karî dikim. Ez ji dayika xwe fêr bûm,  Wê karê tevnê dikir û min jî alikariya wê dikir. Me berê teşî dirêst lê niha bi vê makîneya ku em jê re dibêjin ‘’dolap’ hiriyê dirêsin û ji bo em bikin xalîçe rîs amade dikin.  8 zarokên min hene. Min bi vî karî debara xwe kir û zarokên xwe mezin kirin. Em debara xwe wiha dikin. Jin piranî li malê bi vî karî mijûl in û mêr jî li derve dixebitin.”
 
‘Zehmetiya vî karê pir zede ye’
 
Adîle, di berdewamiya axaftina xwe de hem bi makîneya dolapê rîs ji bo tevnê amade dike hem jî  behsa pêvajoya çêkirina karê xwe dike. Adîle wiha got: “Karê çêkirina xalîçeyan kedekê pir mezin dixwaze. Di destpêkê de em hiriyê dişûn û radixin ku zuha bibin. Piştre wê hiriyên ku em dişon bi destên xwe vedibijêrin. Em wan hiriya ku dibijêrin bi makîneya ku jê re dibêjin dolap dirêsin. Em 20 kîlo hiriyê di mehekê de diqedînin. Zehmetiya vî karê pir zede ye. Pêvajoya çêkirina xalîçeyekê nêzî 2-3 mehan e û diqede. Em cotên van xalîçeyan bi 10 mîlyaran difiroşin. Piştî ku hemû lazimiyên tevnê tên amadekirin çêkirina xalîçeyekê 10 rojan berdewam dike.”
 
Leyla Koçer a 52 salî jî ji 7 salîya xwe wê de ji bo çêkirina xalîçeyan çêkirina ked daye. Leyla li aliyêekî ji bo çêkirina xalîçeyê rîs di tezgehê tevnê re derbas dike û ji aliyek din ve jî zehmetiya karê xwe vedibêje. Leyla, diyar kir ku ew ji saetên serê sibehê yên zû de dest bi kare xwe dikin û heta êvar li ser dezgehê dixebitin. Leyla, got: “Ez qet neçûm derveyî gund. Jiyana min tim li vî gundî derbas bû. Ji zarokatiya xwe ve xalîçeyan çêdikim û sewalkariyê dikim.  Karê me yê jinên li vî gundî ev e. Hekê li vî gundî kargehên tekstîlê bên vekirin û jin li wan bixebitin wê jin bêhtir bikaribin debara xwe bikin. Lê bele venakin û em jî bi salan e bi vî rengî hilberînê dikin. Her çiqas zor be jî êdi em elîmîne.”
 
‘Çiqas wext bê dayîn, ewqas zû diqede’
 
Leyla, diyar kir ku qedandina xalîçeyê li gorî dema ku tu jê re vediqetînî diguhere û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Niha ji ber meha Remezanê em nikarin zede çêkin. Lê çêkirina xalîçeyek li gorî keda ku jin didiyê diguhere. Meriv dikare di 5 rojan de jî biqedîne û dikare di 10 rojan de jî biqedîne. Çiqas wext bê dayîn, ewqas zû diqede. Em xalîçeyên xwe ji bo firotinê zêdetir dişînin aliyê Rihayê.”
 
‘Keçikên xwe jî fêr dikim’
 
Leylayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez vî karî li ber keçen xwe jî dikim ku ji bo ew jî fêr bibin.  Dixwazim ew çanda me ya ku ji aliyê jinan ve hatiye pêşxistin  bigihêje nifşên nû. Ez ji vî karî hez dikim. Em jin ligel hev kom dibin û hem xalîçeyên xwe çêdikin hem wexta xweş derbas dikin û hem jî pê debara xwe dikin. Piraniya zivistanê  wexta me wiha derbas dibe.”