Plansaziya çalakiyên biharê ya SES’ê hat aşkerakirin

  • 14:09 14 Nîsan 2022
  • Ked/Aborî
ENQERE - Derbarê plana çalakiyên ku dê di mehên nîsan û gulanê de bê lidarxistin de SES'ê civîneke çapemeniyê li dar xist. Hevseroka Giştî ya SES’ê Selma Atabey diyar kir ku desthilat sozên ku dane nagire, kedkarên tenduristiyê mijûl dike.
 
Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ku girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ye, têkildarî plana xwe ya çalakiyê ku dê di mehên nîsan û gulanê de li dar bixin, li avahiya navenda giştî ya sendîkayê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de pankarta “Em nikarin debara xwe bikin, em pûç dibin, kêr di hestî de ye! Heta ku em encam negirin. Em desta ji daxwazên xwe bernadin” hate daliqandin. 
 
Hevseroka Giştî ya SES’ê Selma Atabey a di civînê de axivî, diyar kir ku desthilat sozên ku dane nagire, kedkarên tenduristiyê mijûl dike û wiha got: “Heta ku em encamekê negirtin em dest ji daxwazên xwe bernadin.” 
 
Selma, da zanîn ku kedkarên tenduristiyê ji ber qeyrana aboriyê zehmetiyê dikişînin ku debara xwe bikin û wiha berdewam kir: “Divê herî kêm bi rêjeya enflasyona rast zem were kirin. Bila Girêbesta Komkarî ku wê bandorê li teqawîdbûnê bike bila were nûkirin. Bila ji bo pêşî li tundiya di tenduristiyê de were girtin, bikevin nava liv û tevgerê.”
 
Selma, plana xwe ya çalakiyên di mehên nîsan û gulanê de wiha aşkere kir: 
 
“*Di navbera 18 û 30’ê nîsanê ji bo rewşa debara kedkarên xizmetên civakî û tenduristiyê û ketina hêza kirînê derxînin holê wê xebata anketê were kirin. 
 
* Di 9 û 14’ê gulanê de bi daxuyaniyên çapemeniyê yên girseyî encamên anketê dê bên parve bikin û daxwaza “em ê dev ji sozên hatine dayîn bernedin” bê kirin
 
* Di dawiya meha gulanê de wê bi saziyên birêxistînî yên spî re mîtîngek were lidarxistin. 
 
* Di meha hezîranê de bi gotina “Ked ya me ye, biryar ya me ye” sindoqên referandûmê dê bên danîn.”