Bernameya 1’ê Gulanê aşkera bû

  • 13:48 8 Nîsan 2022
  • Ked/Aborî
 
STENBOL - Bernameya 1'ê Gulanê aşkera bû. DÎSK, KESK, TMMOB, TDB û TTB’ê bi daxuyaniyeke hevpar bang li hemû kesî kirin ku di 1’ê Gulanê de bi coşeke mezin dakevin qadan. 
 
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) û Yekitiya Bijîşkên Diranan a Tirkiyeyê (TDB) bernameya xwe ya 1’ê Gulanê li Navenda Giştî ya DÎSK’ê bi daxuyaniyekê ragihand. Di daxuyaniyê de hevserokên giştî û endamên lijneya rêvebir amade bûn. Her wiha pankarta “Bijî 1’ê Gulanê” hatibû daliqandin. Metna hevpar ji hêla Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu ve hate xwendin. 
  
Arzu Çerkezoglu diyar kir ku di nava şert û mercên qeyrana aborî, bêkarî, zem, pandemî û deyndariyê de jiyan roj bi roj zehmettir dibe û wiha got: “Pergal, gefê li pariyê nan ê xelkê dike. Çerxa vê pergalê ji bo dewlemendtirkirina dewlemendan, tijekirina qaseyên banqeyan û bi rêya îhaleyan xweyîkirina kargehan hatiye avakirin. Xelkê welêt di nava xizanî, bêkarî û pandemiyê de ji bo ku bijî têdikoşe. Lê AKP a ku 20 sal e desthilatdar e, hemû çavkanî pêşkeşî komekê kir. Ev pergal; heqê gel dixwe û bihiqûqiyê dike. Yên ku li dijî vê neheqiyê derdikevin jî rastî her zordariyê tên.” 
 
Arzû, destnîşan kir ku ji bo domandina pergala heyî demokrasî hatiye tunekirin û wiha bi dawî kir: “Bênavber dijminên navxweyî û derve diafirînin. Şovenîzm, zayendperestî, nîjadperestî û mezhebperestiyê pêş dixin û hewl didin bi polîtîkaya şer vî welatî birêve bibin. Ev zîhniyeta ku xizantiyê li gel ferz dike, barê herî giran a vî welatî ye. Dem ew deme ku em nerazîbûna xwe nîşan bidin. Hêza me heye ku em vê pergala kedxwar biguherînin. Weke li her devera cîhanê, mafê kedkar û karkerên me jî heye ku 1’ê Gulanê li navendên bajaran, li Qada Taksîm a Stenbolê pîroz bikin. Lê ji sala 2103’yan heta niha ev maf tê binpêkirin. Dê têkoşîna me ya li dijî van qedexeyan bidome. Em dibêjin ku dê di 1’ê Gulanê de li çar aliyên Tirkiyeyê mil bi mil dakevin qadan. Banga me ji bo hemû kesên li gel ked, aştî, demokrasî, wekhevî û azadiyê heye ku di 1’ê Gulanê de bi coş biherikin qadan.”