Li Silopiyê Bazara Keda Jinan hat vekirin

  • 17:06 17 Adar 2022
  • Ked/Aborî
 
 
ŞIRNEX - Şaredariya HDP'ê ya Silopiyê bi bernameyeke taybet Bazara Keda Jinan vekir. Hevşaredara Silopiyê Adalet Fîdan, diyar kir ku jin tu carî serî netewandiye û têkoşîna xwe mezin kiriye. 
 
Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Silopî ya Şirnexê li kolana 63'yan aTaxa Yeşîltepeyê sûka Keda Jinan vekir. Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, Hevşaredara Çinarê Necla Tamriş, Hevşaredara Qoserê Nîlûfer Erikyilmaz, Hevşaredara Licê Ruken Yilmaz, Hevşaredara Nisêbînê ya Semîre Nergis Lijneya Jinan a HDP'ê ya Rêveberiya Herêmî, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêxistinên  HDP’ê yên navend û navçeyan tevlî bernameya vekirinê bûn. Jin bi cilên xwe yên herêmî beşdarî vekirinê bûn. Piştî vekirinê Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan axivî.
 
Fîdan diyar kir ku jin bi bedelên giran deskeftiyên herî girîng bi dest xistin û wiha axivî: "Ji dema neolotîkê heta niha di her qadên têkoşînê de em cih digirin. Dîsa hezar sal in desthilatdaran xwestiye jinan ji holê rakin. Lê belê jinan tu caran gavek paşve neavêtine û her tim li ber xwe dane. Roj hatiye rastî tundiyê hatine, roj hatiye hatine girtin, roj hatiye hatine kuştin. Lê tu caran serê xwe netewandiye û têkoşîna xwe mezin kirine. Heke îro em li vir bin ev tişt bi saya têkoşîna jinan pêk hatiye. Em bejna xwe li ber jinên berxweder ditewînin.”
 
Fîdan, di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser destkeftiyên jinan: "Dema qeyûm hat tayîn kirin di serî de xebatên jinan hatin hedef girtin. Deskeftiyên jinan hedef hatin girtin. Ev projeyo projeya serdema şaredariya me ya dema borî bû. Lê mixabin qeyûm tayin kirin û ev projeye nîvco mabû. Lê em hatin û me berdewam kir. Ji roja ewil me got em ê li qadan xebatên jinan bidin meşandin. Ev bazara keda jinê ya ku em îro vedikin li hemû jinên Botanê pîroz be.”
 
Piştî axaftinan jinan bi def û zurneyê govend gerandin.
 
Bername bi belavkirina diyariyan bi dawî bû.