Jinên nanpêj: Divê jin xwedî aboriyeke xweser bin

  • 09:03 14 Adar 2022
  • Ked/Aborî
 
Sema Çaglak
 
AMED - Jinên ku li Pîrana Amedê bi nanpêjiyê debara xwe dikin diyar kirin ku dayîna kedê di xwezaya jinê de heye û destnîşan kirin ku divê jin xwe hewceyî mêran nekin, xwedî aboriyeke xweser bin û li ser piyên xwe bisekinin. 
 
Ji ber polîtîkayên çewt ên desthilatdariyê li Tirkiyeyê krîza aborî her ku diçe bandora xwe zêdetir dike. Krîza aborî herî zêde bandorê li jinên esnaf  ên ku hewl didin bi keda xwe debara xwe bikin dike. Ji van jinên ku di warê aborî de zahmetiyan dikişînin Nevîn Akgûndûz û Zülfiye Umut li navçeya Pîrana Amedê ji bo debara xwe bikin firnek vekirine û bi nanpêjiyê debara xwe dikin. 
 
‘Xebatek kollektîv heye’
 
Nevîn (58), 18 sal berê bêyî ku firneke wê hebe ji der û dora xwe re nanpêşiyê dike û bi kedeke erzan nan dipijîne. Nevîn piştî bi demekê biraya ku ji bo xwe firnekê veke dide. Nevîn, diyar kir ku ew dixwaze ji bo jinan qadên îstîhdamê pê veke û bi vê armancê jî gavek avêtiye. Nevîn, wiha axivî: “Li pîranê ji bo jinan ewqas cihê xebatê nîn bû. Min xwest ez bi vî karê ji bo jinan qadeke xebatê vekim. Gava min nû firin vekir min zahmetî kişand lê belê di karê xwe de bi israr bûm. Ji ber ku min ji pijandina nan gelek hez dikir û tişta ku herî zêde min baş dikaribû bikira im xwest pêş bixim. Ewil hevjinê min jî alikariya min dikir lê piştre, min bi tena serê xwe ev firin rêve bir. Niha du keçên min jî li gel min dixebitin û jinên ku tên firinê jî alikariyê dikin. Ango li vir xebatek kollektîv heye.”
 
‘Divê jin di warê aborî de xwe hewceyî mêran nekin’
 
Nevîn, anî ziman ku jinên li qadên civakî dixebitin cesaretê didin jinên din jî û diyar kir ku divê jin tehma aboriya serbixwe bigirin û xwe hewceyî mêran nekin. Nevîn, bilêv kir ku di xezaya jinê de dayîna kedê heye wiha got: “Divê jin bixebitin û li ser piyên xwe bisekinin. Jin û mêr wekhev in. Heke mêr bikaribe jin jî di gelek karan de dikare bi ser bikeve. Karê me her çiqas zehmet be jî em jê hez dikin. Li Pîranê hêjmara jinên esnaf zêdetir diBE ew jî kêfxweşîyek û motîvasyonek dide me. Li vir herî zêde firinên jin dixebitînin hene.”
 
‘Qeyrana aborî bandorê dike’
 
Nevîn di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser qeyrana aboriyê jî û destnîşan kir ku di vê pêvajoya qeyrana aborî de gelek tengav bûne û wiha pêde çû: “Em mecbûr man ku nan bi 4 TL  bifiroşin. Lê hêza gel ku bi vî pereyî bistîne tune ye. Em jî nikarin ji xwe re ard bikirin. Di vê rewşê de hem esnaf û hem jî gel zahmetiyê dikişînin. Her wiha ji ber faturayan kes nikare pêdiviyên xwe jî bîne cih. Me berê tonekê ard bi 200-300 TL distend niha tonek ard nêzî hezar TL ye. Em ji xeynî nan, li gorî daxwazan kulîçe û lehmecûnan jî çêdikin. Her wiha jinên ku hevîrê xwe tînin bi xwe jî dikarin nanê xwe bipêjin.”
 
‘Heke jin bixwaze dikare bike’
 
Zulfiye Umut jî ku 2 sal in di firinê de dixebite destnîşan kir ku heke jin bixwaze her tiştî dikare bike û wiha axivî: “Xebata cihê ku mêr tê de tune ne gelek xweşîk e. Em li vir bi jinan re sohbet û nîqaşan dikin. Jinên ku tên vir em bi wan re wek xwişk û heval in. Hem alikarî dikin hem jî wext xweş derbas dibe. 2 sal in li vir dixebitim. Di destpêkê de ev kar ji min re gelek bi zehmet hat lê bi demê re êdî ez hîn bûm û ji karê xwe hez dikim. Hesteke gelek xweş e. Pêdiviyên xwe bi xwe dikarim bi cîh bînim an jî heke tiştek ji min re lazim bû hewce nake ku ji hevjînê xwe re bêjim û bi xwe distînim. Ew jî bixwebaweriyekê dide min. Jin bila baweriya xwe bi xwe bînin û xwe di aliyê aboriyê de serbixwe bixin.”